Şêniyên Kobanê şehîd Çiyager spart axê

Bi dehan şêniyên kantona Kobanê cenazeyê şehîd Çiyager li goristana şehîd Dicle spart axê.

Şêniyên Kobanê şehîd Çiyager spart axê
Şêniyên Kobanê şehîd Çiyager spart axê
Şêniyên Kobanê şehîd Çiyager spart axê
Şêniyên Kobanê şehîd Çiyager spart axê
6 ÇILE, 2022   15:35
KOBANÊ

Bi dehan şêniyên kantona Kobanê, endamên saziyên sivîl û leşkerî û siyasetmedar tev li merasîma veşartina cenazeyê şervanê QSD'ê  şehîd Mûsa Hemo (Çiyager) bûn. Çiyager dema li bajarê Hesekê bi erka xwe ya leşkerî radibû gihaşt asta şehadetê.

Hevseroka Meclisa Navçeya Qenaye ya Kantona Kobanê Sûad Şêx Demir axivî û got: "Divê gelê me li dijî planên dewleta Tirk a dagirker a ku bi hemû rêbazan hewldana qirkirina me dike, yekitiya xwe ava bikin."

Sûad Şêx Demir ev li axaftina xwe zêde kir: "Armanc ji êrişa li dijî ciwanên şoreşger a beriya çend rojan li bajarê Kobanê, hedefgirtina vîna gelê herêmê û tevgera me ya şoreşgerane ye ku li ser bingeha fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan hatiye avakirin. Ji lew re divê gelê me yê herêmê hevkar bin û xayinan ji nav xwe derxin."

Li aliyekî din jî endamê Komîteya Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Izet Hemo got: "Ciwan pêşerojên me ne, ji lewma divê em piştgiriya wan bikin, ji ber ku li ser xeta rêber Ocalan dimeşin û slogana wan jî, yan mirina bi rûmet e yan jî jiyana bi azadî ye."

Izet Hemo bang li gelê herêmê kir ku li gorî fikir û felsefeya rêber Ocalan tev bigerin, her wiha kesên xayîn hişyar kir û got, dawiya wan nêzîk bûye.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê ve hate xwendin û radestî malbatê kirin.

Cenazeyê şehîd bi diruşme û tilîliyên dayikan hate veşartin.

(eh)

ANHA