Raul Zibechi: PKK partiyeke şoreşger e, hêza xwe ji gel digire

Raul Zibechi diyar kir ku pergala heyî kesên ku li dijî wê li ber xwe didin, wek terorîst bi nav dike. Zibechi, hiştina PKK’ê di `lîsteya terorê` wek şaşiyeke mezin bi nav kir.

Raul Zibechi: PKK partiyeke şoreşger e, hêza xwe ji gel digire
30 mijdar, 2021   00:38
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Raul Zibechi diyar kir ku berxwedanên wekî ya PKK’ê demdirêj, heke ji aliyê gel ve were meşandin, pêkan e û got: “Serkeftina PKK’ê dikare bi tevlêbûna berfireh a gelê Kurd a di şerê parastinê de were fêmkirin.”

Hewldanên rewşenbîr, nivîskar, fîlozofan ji bo derxistina PKK ji `lîsteya terorê` berdewam dike. Gel jî banga rakirina vê neheqiya li ser PKK’ê dike. Ruxmî ew qas êriş, gef û antîpropagandayan jî sedema berfirehbûna PKK’ê li her derê, Raul Zibechi bi hêza gel ve girê dide.  

Nivîskar Raul Zibechi, der barê naskirina xwe ya PKK’ê de got: “Ez dizanim ku ew partiyeke şoreşger e ku destpêkê li ser xeteke marksîst-lenînîst bû û armanca wê ew e ku gele Kurd ji dewletên serdest biparêze û serxwebûna wan misoger bike. Em dibînin ku di 20 salên dawîn de PKK’ê projeyeke girîng bi cîh anî û gihaşt encama konfederalîzma demokratîk. Her wiha pêşniyazeke girîng a der barê baviksalariyê de bi navê ‘jineolojî’ afirand. Ev babet xwedî wê hêzê ye ku di wateyeke şoreşgerî de xwerêveberî û veguhertinê ava bike.”

‘TECRÎTA GIRANKIRÎ KARAKTERA REJÎMA TIRK NÎŞAN DIDE’

Raul Zibechi têkildarî tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan got ev hewldaneke ji bo lewazkirina têkoşîna Kurdan e, her wiha hewldaneke tolhildanê ya pûç û biçûk e, girtina rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê karakterê exlaqî yê rejîma Tirk nîşan dide û wiha axivî: “Em bi polîtîkayeke tîpîk a hêzên çekdar, dezgehên îstixbaratê yên cîhanê û dewletan a dîlgirtinê re rû bi rû ne. Wekî ku di dema dîktatoriya leşkerî ya li welatê min Ûruguay de qewimî, dema ku leşkeran tevahiya serokatiya MLN-Tupamaros rehîn girt da ku têkoşîna gel sînordar bikin.”

`TIRKIYE RÊBAZÊN NEO-KOLONYALÎST ÊN HÊZÊN DIN BI KAR TÎNE`

Dewleta Tirk di nava 6 mehan de li dijî gerîlayên Kurdistanê 323 caran çekên kimyewî bi kar anîn.  Tekildarî bikaranîna çekên kîmyewî Raul Zibechi destnîşan kir ku ew heman hişmendiya emperyal a Amerîka û Fransayê ye ku li Vîetnam û Cezayîrê pêk hat. Zibechi wiha berdewam kir: “Tişta nû ew e ku Tirkiye ku xwedî dîrokeke dagirkeriyê ye, rêbazên neo-kolonyalîst ên hêzên din bi kar tîne. Ji bo binxistina hêza gerîla, civakê bi çekên kîmyewî bombebaran dike.”

Raul Zibechi bi bîr xist ku Tirkiye xwedî dîrokeke tijî dagirkerî û pişaftin e û tekildarî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk Zibechi destnîşan kir ku ne tenê li dijî gelên herêmê, lê li hember gelê xwe jî wisa ye û got: “Ji ber ku dewlet divê bikare gelê xwe jî bitepisîne da ku van polîtîkayan berdewam bike.”

`PKK HÊZA BERXWEDÊRIYA GELÊ KURD E`

Raul Zibechi diyar kir ku berxwedanên wekî PKK’ê yên demdirêj, heke ji aliyê gel ve were meşandin pêkan e û got: “Ger gelê Kurd piştevaniya PKK’ê nekira û li PKK’ê xwedî derneketa, dê PKK ji zû ve têk biçûya.”

Zibechi bi van gotinan vê têkoşînê rave dike: “A rast, hêza PKK’ê hêza berxwedêriya gelê Kurd e.”

‘PERGAL KESÊN LI DIJÎ XWE WEK TERORÎST BI NAV DIKE`

Raul Zibechi got ev pergal hemû kesên ku li dijî wê li ber xwe didin, wek terorîst bi nav dike, ji ber wê ruxmî ku PKK’ê li hember terora DAIŞ`ê şer kir jî, hiştina wê di `lîsteya terorê` re şaşiyeke mezin e û wiha lê zêde kir: “Di vê demê de gelê Mapuche li Şîlî û Arjantînê wek terorîst tên dîtin, ji ber ku dixwazin axa xwe ji dagirkeriyê bigirin. Axa wan sed sal berê ji aliyê artêşê û şîrketên taybet ve ji wan hat girtin. Ev hişmendiya dijminên gelan hevpar e.”

`JI DERVEYÎ BERXWEDANÊ TU RÊYEK TUNE YE`

Raul Zibechi di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku serkeftina PKK’ê ji ber tevlêbûna berfireh a gelê Kurd a di şerê parastinê de ye û got: “Di vê astê de cudahiyên di navbera gel, partî û hêzên parastinê de bi temamî hûrgiliyên ne girîng in, ew tev êdî endamên heman laşî ne. Ji derveyî berxwedanê tu rêyek li pêşiya me tune ye. Divê hewldanên xwe yên heyî em di vê serdema qeyrana pergalê de bidomînin. Tenê bi şopandina plan û projeyên xwe em dikarin dahatûyeke baştir hêvî bikin.”

RAUL ZIBECHI KÎ YE?

Di sala 1952’yan de li Montevîdeoyê ji dayik bûye. Di 17 saliya xwe de tev li Eniya Xwendekaran a Şoreşger bû ku girseya gel a MLN-Tupamaros bû. Di sala 1975'an de sirgûnî Buenos Airesê û sala 1976'an jî sirgûnî Spanyayê hate kirin. Di salên 1980’yî de di gelek rojnameyan de nivîskarî kir. Ji dema vegeriya Ûruguayê û vir ve di rojnameya Brecha ya heftane de xebitî. Piştî sala 1985’an bi taybetî bi tevgerên civakî yên Amerîkaya Latîn re xebitî. Di nava wan tevgeran de hem di warê perwerdeyê de, hem jî li ser analîza teorîk a çalakiyên kollektîf xebitî.

19 pirtûkên wî li 17 welatan hatin weşandin û di sala 2017'an de ji Universidad Mayor de San Andrés (La Paz, Bolîvya) xelata doktoraya rûmetê wergirt.

ANHA