Karayilan: Gava destpêkê ya divê bê avêtin vekirina deriyên Îmraliyê ye

Fermandarê NPG'ê Mûrat Karayilan destnîşan kir ku ji bo rêveçûna pêvajoyê divê deriyên Îmraliyê bêne vekirin, mercên karkirinê yên Rêber Apo werin başkirin û got, "Gog êdî bi temamî li aliyê Tirkiyeyê ye."

Karayilan: Gava destpêkê ya divê bê avêtin vekirina deriyên Îmraliyê ye
17 mijdar, 2026   09:30
NAVENDA NÛÇEYAN 

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat (NPG) Karayilan ji Stêrk TV re axivî û bersiv dapirsên pêşkêşvan Egîd Sîrwan.

Temamiya hevpeyvînê bi vî rengî ye:Em nêzî 27 Mijdarê dibin. Di ser damezrandina PKK'ê re 48 sal derbas bûn. Kurd vê rojê weke roja vejînêpênase dikin.

Hûn ji bo salvegera damezrandina PKK'ê dixwazin çi bibêjin, peyama we çi ye

27'Ê MIJDARÊ CEJNA VEJÎNÊ YA NETEWEYÎ PÎROZ BE

Beriya her tiştî silav û hurmetên xwe pêşkêşî temaşevanan dikim. Bi esasî biryara ku 27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê yê navçeya Licê ya Amedê hate dayin, ne tenê biryara damezrandina partiyekê bû. Li wê derê biryara berxwedana neteweyî hate dayin. Biryara esasî ev bû. Ji ber ku polîtîkaya asîmîlasyonê,siyaseta li Kurdistanê heta wê rojê dihate meşandin, gelê Kurd anîbû ber tinebûnê. Haya dewleta Tirk ji koma Apoyî hebû. Hevalê Hakî hatibû şehîdxistin. Ji ber vê yekê jî pêwîstî bi biryarekê hebû. Ji bo gelê Kurd tine nebe, ji bo hebûna wê pêwîstî bi berxwedaneke xurt hebû; ev diyar bû. Lewma di Kongreya 1'emîn de destpêkê 'Biryara berxwedana neteweyî' hate dayin. Ji bo meşandina vê berxwedanê jî pêwîstîbi partiyekê hebû û bi vî rengî partî yanî PKK ava bû. Lewma 27'ê Mijdarê Roja Berxwedana Neteweyî ye. Divê weke Cejna Berxwedana Neteweyî bê pêşwazîkirin. A rast ev e. Ev vê roja dîrokî, Cejna Berxwedana Neteweyî, salvegera 48'emîn a damezrandina PKK'ê li kedkarê mezinû damezrînerê mezin li Rêber Apo pîroz dikim, silav û hurmetên xwe pêşkêş dikim. Di heman demê de Cejna Berxwedana Neteweyî, salvegera 48'emîn a damezrandina PKK'ê li tevahiya gelê Kurdistanê, dostên me, kadro û hemû hevalên şervan, li hemû xebatkaran pîroz dikim.

ŞEHÎDÊN ŞOREŞÊ YÊN LEHENG BI HURMET BI BÎR TÎNIM

Bi rastî jî ev 48 salên derbasbûyî -eger em sal û nîv a dawî ya bi agirbestê derbas bû nehesibînin- bi temamî destaneke lehengiyê bû. Qehremaniyên dîrokî çêbûn; gelek qehreman afirîn. Di şexsê şehîdê meyê destpêkê Hakî Karer de hemû şehîdên me yên şoreşê yên qehreman bi hurmet bi bîr tînim, soza hevrêtiyê ku me dabû wan dubare dikim. Em ê dilsozê soza xwe ya hevrêtiyê bin, xewn û xeyalên wan, doza wan bi ser bixînin û bi vî rengî wan li Kurdistanê nemir bikin. Di pêvajoya derbasbûyî de li zindanê, li çiyayên Kurdistanê, li kolanên Kurdistanê her wiha li derveyî Kurdistanê tevgera me, gelê me, Rêberê me berxwedaneke bêhempa nîşan dan. Pêvajoya heyî bi saya vê berxwedanê bû. Ev berxwedan bi tîpên zêrîn li dîroka gelê me hate nivîsandin. Li her derê pêşketinêngelekî girîng çêbûn. Li zindanan, li çiyê, li kolanan berxwedaneke mezin hate nîşandan. Ji ber vê yekêdîrokeke destanî ye û bêguman gelek berhem afirand. Yek ji wan berheman jî pêvajoya Siyaseta Aştî û Demokratîk a îro ye.

PKK'ê ji bo azadiya gelê Kurd nîv sed salê têkoşîn kir. Ne tenê li Kurdistanê, li tevahiya herêmê bandoreke çawa li têkoşîna azadiyê kir? Bi kurtasî PKK'ê di nava 48 salan de çi afirand?

PKK'Ê HEBÛNA GELÊ KURD GARANTÎ KIR

PKK'ê Kurdên li ber mirinê rakir ser piyan û danî ser maseya diyalogê. Eger em bi kurtasî vebêjin, PKK'ê ev afirand. Lê belê eger em vê vekin, dikarin ji çend aliyan ve binirxînin; Ji aliyê neteweyî ve berxwedana 48 salan qirkirina li ser Kurdistanê sekinand ku di çarçoveya Plana Şark Islahatê de dihate meşandin. Bi vî rengî hebûna gelê Kurd garantî kir. Bi rengekî welê xist rojevê ku êdîkesî nekarî înkar bike. Ji aliyê civakî ve, ev berxwedanê li Kurdistanê bû weke ronesansekê. Yanî paşdemayina ji sedan salî jiholê rakir. Ji aliyê fikrî ve şoreşeke fikrî pêk anî; bi temamî guherînek çêbû, di nava civakê de nûbûneke mezin çêbû. Şoreşa civakî bi pêş xist. Yanî ji wî gelê ku dest ji xwe berda bû, bê hêvî bûbû gelekî welê afirand ku rabû ser piyan, bi hêvî bû, têkoşiya, berxwedana serdemê da destpêkirin, berxwedana demokrasî û azadiyê meşand. Gihîşt vê astê. Di heman demê de li Kurdistanê Şoreşa Jinê afirand. Li dijî zîhniyeta bi serweriya mêr îradebûna jinêderxist holê ku têkoşiya û ev zîhniyet guherand. Di warê civakî de bû zemîna pêkhatina pêşketinên bi vî rengî yên bingehîn. Ji aliyê siyasî ve doza Kurd anî ser maseya çareseriyê. Bi têkoşînê, bi rê û rêbazên cuda, bi berxwedanê siyaseta Kurd afirand. Kurd berê tenê li çiyê şer dikir. Qada siyasetê ji mêtingeran re hatibû hiştin. Li ser zemîna ku dewletê jê re danîbû siyaset dimeşand, kevneşopiyeke welê hebû. Şehîdên vê têkoşînê jî hene, girtiyên wê jî hene. Di vê mijarê de pêşketinên girîng çêbûn.

PKK'Ê RUH Û HIŞMENDIYA NETEWEYÎ AFIRAND

Vê têkoşînê bandor li her çar parçeyên Kurdistanê kir. Ruh û hişmendiya neteweyî afirand. Parçeyên Kurdistanê berê ji hev dûr bûn, di navbera wan de sînor hebûn. Ew sînor bê wate kir. Ciwanekî ji Loristanê berê xwe da aliyekî din ê Kurdistanê, berê xwe da Dersimê. Ciwanên ji Kirmaşan, Erdalanê berêxwe da tevahiya Kurdistanê. Ciwanên Qamişloyê jî welê, yên Kobanê jî, yên Amedê jî, yên Hewlêrê jî, yên Silêmaniyeyê jî. Bi kurtasî ji her parçeyî mirov tevlî bûn. Vê rewşê bala gelek kesî kişand. Bi taybetîtevgereke rewşenbîr bû. her tim bandor li ciwanên li zanîngehê kir. Di şexsê kadroyan de ruh û hişmendiyeke neteweyî afirand. Ji aliyê enternasyonal ve gelek pêşketinên girîng bi xwe re anî. Weke ku tê zanîn ji damezrandinê û pê ve di naveroka vê Tevgerê de enternasyonalîzm heye; hevalên Hakî û Kemal beşdarî damezrandina wê bûn. Ev fikir li tevahiya cîhanê hate naskirin. Îro kadroyên Ereb, Tirk gelek hene. Ji gelên din jî gelek kadro hene. Yanî bû fikrekî gerdûnî. Ji bo karên enternasyonal zemînek ava bû. Ev jî astek e. Dema ku PKK'ê têkoşîn meşand Reel Sosyalîzm hilweşiya. Dîmenekî welê derkete holê ku weke kumirovahî mehkûmî kapîtalîzmê bû bû. Lê belê têkoşîna ku hate meşandin, kûrahiya ku Rêber Apo berî ûpiştî Îmraliyê di asta teorî de danî holê ji cîhanê re got, 'Na, em mehkûmî Modernîteya Kapîtalîst nînin, Alternatîfa me heye. Rast e, Sosyalîzma Netewe Dewletê hilweşiya, lê belê Sosyalîzma Civaka Demokratîk heye. Ev dikare serketinê bi xwe re bîne, dikare rê nîşan bide'. Li dijî Modernîteya kapîtalîst paradîgmaya demokratîk û ekolojîk a ku xwe dispêre azadiya jinê hate afirandin, yanî Modernîteya Demokratîk hate afirandin. Ev yek li cîhanê belav bû û bandor û hêviyek afirand. Vê Tevgerê di berxwedanê de gelek pêşketin afirand. Bi DAÎŞ'ê re xeteriyeke mezin derkete holê. Lê belê destwerdanên li Şengal û Kobanê, bi esasî ji Kerkûkê heta bi Efrînê li dijî xeteriya DAÎŞ'ê dîwarek hate danîn. Di encama vê berxwedanê de Şoreşa Rojava pêk hat. Ya herî girîng jî di dîroka Kurd de ti carî 5 salan bê navber li heman çeperê şer, berxwedan û têkneçûn çênebû bû. Dewleta Tirk bi piştgiriya NATO'yê ne tenê carekê, bi dehan caran hewl da me tine bike. Komploya Navneteweyî hate kirin. Yanîberxwedaneke bêhempa hate kirin. Asta ku em niha gihîştine ne şoreşa li welatekî bi tenê ye, li tevahiya herêmê şoreş, guherîn-veguherîn di rojevê de ye. Bi taybetî ev pêngava nû ya ku Rêber Apo xist rojevê,yanî pêngava aştiyê, Civaka Demokratîk û Entegrasyona Demokratîk îro li tevahiya herêmê pêşî li pêşketinên mezin vekir.

JI BER KU GOTIN Û PRATÎKA APO'YÎ YEK BÛ HER KES LI DORA WAN CIVIYAN

Bêguman ev hemû bi hêsanî nebû. Di encama keda gelek lehengan de çêbû. Di serî de Rêber Apo hemûendamên vê tevgerê dilsozê soza xwe bûn. Yanî çi soz dabûn civaka xwe di pratîkê de jî pêk anîn. Ji bo vêhelw dan. Xiyanet li xeyalên xwe nekirin. Bi vî rengî meşiyan. civakê dît soz û pratîka wan yek e, lewma lidorê civiya. Berê ji bilî me gelek rêxistin hebûn. Ew çima li paş man, çima marjînal bûn? Hinek bisedemên gelekî cuda îzah dikin, lê belê heqîqet ev e; endamên Tevgera Apoyî, yan jî bi navê xwe yêberiya niha endamên PKK'ê çi gotibin ew pêk anîn. Berdela wê canê wan jî bûya pêk anîn. Lehengiya jin û mêran derkete holê. Ji ber vê yekê gel li dora vê tevgerê civiya, hîn jî wê bicive. Ji ber ku hîn dewam dike.Tevgera Apoyî wê di dema nû de bi stratejiya nû hîn mezin bibe, bi pêş bikeve.

JI DAMEZRÎNER HETA BI FERMANDARÊ XWE HER KESÎ BI FEDAÎTÎ ŞER KIR

Hevalên Hakî Karer, Mazlûm Dogan, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Ferhat Kûrtay, Mehmet Karasûngûr; piştî pratîkeke dirêj hevalê Fûat - Alî Haydar Kaytan, Riza Altûn, Sara - Sakîne Cansiz, Seyfî Zogûrlû, ev hemû heval û gelek hevalên din ji damezrînerên vê tevgerê bûn, lê belê di pratîkê de canê xwe dan. Her wiha di asta fermandariya gerîla ya giştî de ji hevrê Egîd heta bi Erdal, Bedran, Azîme, Zelal û Zîlanan; piştî Pêngava 1'ê Hezîranê Adil, Nûda, Reşît û Rojînan; dema dawî yên di nava fermandariya giştî de cih girtin û ev Tevger bi rê ve birin hevalên Nûrettîn Sofî, Atakan Mahîr, Delal Amed, Leyla Amed, Gulçiya; her wiha Sabrî Tendurek, Egîd Civyan, Şivan Gever, Azad Sîser, Dogan Didêrî, Berçem Cîlo, Yilmaz Dersim, Çetîn Sîverek, Zînê Cîzre, Şêxmûs Malazgîrt, Berwar Dersim, Axîn Mûş pêşengî ji vê Tevgerê rekirin û li refên herî pêş şehîd ketin. Pêvajoya dawî di berxwedana tunelan de hevalên Nûrî Yekta, Azê Şirnex, Alan Malazgîrt, Siyabend, Mizgîn Ronahî, Cûmalî û Çavrê, Delîl Zagros, Mordem Çewlîg, Sarya Qamişlo û gelek hevalên di fermandariyên qadê û eyaletê de cih girtin hemû li pêş meşiyan, canê xwedan û şehîd bûn.

DI TÊKOŞÎNA 48 SALAN DE ME 50 HEZAR ŞEHÎD DAN

Bi giştî Tevgera Apoyî li her çar parçeyên Kurdistanê -weke ku tê zanîn li parçeyên din jî li ser vê xetê berxwedan hate meşandin- pêşeng, gerîla, şervan, milîs, dost, xebatkar û sivîl bi giştî derdora 50 hezar şehîdî da. Di nava 48 salan de ewqas şehîd hate dayin û bi vî rengî pêşketin çêbû. Bi vê pêşketinê re gelê me îro serbilind e, pêşiya xwe dibîne û gihîştiye wê astê ku encamê bi dest bixe.

Du sal in li Bakurê Kurdistanê pêvajoyeke siyasî heye. Di nava du salan de ji aliyê we ve gelek gav hatin avêtin. Herî dawî we hêzên xwe ji Bakur û Metînayê vekişand. Rêveberiya Tevgerê jî daxuyanî da, diyar kir ku di navbera we û dewleta Tirk de tiştekî ku rîska şer bi xwe re bîne nîne. Lê belê dewletê gaveke ber bi çav heta niha neavêtiye, hîn jî Komîsyona Aştî û Siyasîbûnê neketiye meriyetê. Rewşa dawî çi ye, hûn dixwazin têkildarî pêvajoyê çi şîroveyê bikin?

Beriya du rojan bi navê Rêveberiya Tevgera me daxuyaniyeke fermî hate weşandin. Di wir de gavên hatinavêtin û encamên wê hate bilêvkirin. Ji ber vê yekê pêwîstî pê nîne ku li vir dubare bikim. Bi kurtasî rewşbi vî rengî ye; Ji destpêka pêvajoyê û vir ve me gelek gav avêt. Yanî ji bo bê fêhmkirin ku em di vêstratejiyê de bi biryar in, bêteredût dixwazin Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi pêş ve biçe, me her tişt kir. Lê belê di berdêla vê de gavên ku ji aliyê dewlet an jî hikumeta Tirk ve hatin avêtin gelekî kêm e. Ya ku ji bo afirandina baweriyê bê kirin hîn nehatiye kirin. Serokê MÎT'ê Îbrahîm Kalin rojên dawî li konferansekê axivî û got, 'Du lingên vê meseleyê heye. Yek jê çekdanîn e, ya din jî demokratîkbûn û reformên demokratîk e'. Ez jî dixwazim vê bipirsim, 'Birêz Îbrahîm Kalin, ev rast e lê ka demokratîkbûn? Ka reform li ku ne?' Li Tirkiyeyê ne ji aliyê demokratîkbûnê ve lê ber bi aliyê berevajî ve bûyer diqewimin. Zext û girtin heye. Heta niha tiştek nehatiye kirin ku hêviya demokratîkbûnê biafirîne. Dikarin vê bibêjin, 'destpêkê çekdanîn, piştre jî reform'. Eger nêteke wan a jibo reformê hebe, gelek tişt hene ku dikarin niha jî bikin û divê bikin. Nêzîkatiyeke bi vî rengî nabe, 'Tu vê bike, ez ê jî piştre vê bikim'. Divê pêşî bê vekirin.

PÊWÎSTÎ BI GAVÊN CIHÊ BAWERIYÊ HEYE

Meseleya baweriyê meseleyeke girîng e. Nabe ku ji rêzê bê dîtin. Gavên cihê baweriyê pêwîst e. Rayedarên dewleta Tirk carna hin tiştan dibêjin. Gelek tiştan li gorî xwe şîrove dikin. Gavên ku ji aliyê Rêber Apo û ji aliyê me ve hatine avêtin weke serketina xwe dibînin û hewl didin bi vî rengî nîşanî civakê bidin. Lê belê gavên ku bibin cihê baweriyê heta niha nehatine avêtin. Rewşa ku bi me re dibe sedema fikaran ev e. Tiştekî cuda nîne.

DEWLETA TIRK HÎN JÎ SIYASETA LI DIJÎ KURDAN DIMEŞÎNE

Me got, 'Me biryarên stratejîk dan û em têkoşîna çekdarî êdî ji rojeva xwe derdixînin. Em ê êdî li dijî Tirkiyeyê şer nekin. Em ê entegreyî Komara Demokratîk bibin'. Ma armanca entegrasyona demokratîk ne ev e? Lê belê yên li hemberî me dijminatiyê naqedînin. Hîn jî zimanekî dijminatiyê, dijberiyê bi kar tînin. Hîn jî li ser vê bingehê siyaset tê meşandin. Her wiha dîplomasiyê jî li ser bingeha dijminatiya li Kurdan dimeşînin. Em dibêjin, 'Divê dewleta Tirk dijberiya xwe ya li Kurdan biterikîne'. Di vê xusûsê de atmosfereke xweşbîn dernekete holê. Pratîka heta niha ya dewleta Tirk vê baweriyê nade me. Tişta ku me dixe nava fikar û gumanan ev e. Em acemî û zarok nînin; em xwedî tecrûbe ne. Gelê me û Tevgera me xwedî tecrûbeyên dîrokî ne. Rêber Apo dibêje, 'Ez ne têm xapandim, ne jî dixapim'. Ji ber vê jî gelekî şaş e ku welê bê nîşandan, weke ku fikarên me yên şexsî hebin. Welê nîne. Nepêkan e ku tiştekî bi vî rengî bibe. Em ew mirov in ku xwe ji bo gelê xwe feda kirine. Heqîqet ev e.

FIKARA ME SIBEROJA RÊBER APO, GELÊ ME Û TIRKIYE YE

Ya ku me dixe nava fikaran paşeroja Rêber Apo, gelê me û Tirkiyeyê ye. Rêber Apo rêberê vî gelî ye, hîn jî li zindanê ye. Em çawa li vê nefikirin? Hin fikarên me hene, ev rast e. Ji ber ku dewletê hîn jî gavên ku bibin cihê baweriyê neavêtiye. Lê belê her tiştên ku em dikin ew tişt in ku baweriyê biafirîne. Ji aliyê teorîk ve me Manîfestoyek çêkir. Ev ne afirandina nêzîkatiyeke taktîkê ye! Me biryara kongreyê dan. Rêber Apo Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk afirand. Niha kadroyên me li ser bingeha vê manîfestoyê perwerdeyê dibînin. Me di kongreyê de çi got? Me got, 'Em PKK'ê fesix dikin, têkoşîna çekdarî diterikînin û siyaseta demokratîk ji xwe re dikin esas, lê belê divê ev pêvajo ji aliyê Rêber Apo vebê meşandin'. Keremke pêşî li Rêber Apo vekin, bila pêvajo hîn bi lez bimeşe. Ev nebe, bêguman wê bilez nemeşe. Em timî vê dibêjin; divê Rêber Apo pêvajoyê bimeşîne. Eger pêşî li vê neyê vekirin, pêvajo bi vî rengî nameşe. Hinek rêveçûna giran a pêvajoyê bi rengekî cuda şîrove dike. Lê belê sedem ev e;dewlet gavên ku bibin cihê baweriyê neavêje. Tişta herî mezin a ku baweriyê bide nêzîkatiya dewletê ya li Rêber Apo ye. Nêzîkatiya li gelê me, nêzîkatiya li hevrêyên me yên li zindanê ye. Li zindanan hîn jî dijberî heye.

GAVÊN ME NÎŞANEYA JIDILBÛNA ME YE

Mînak, beriya çend rojan li zindanê Tuncer Saglam şehîd bû. Nexweşiya kanserê pê re hebû, nehatberdan, şehîd bû. Çi sûc kiribû? Propagandaya rêxistinê kiribû. Ji xwe me rêxistin fesix kir. Yanî rêxistinêxwe fesix kiriye, pêvajoyeke agirbestê heye, li şûna ku hewl bê dayin ku dostanî bê afirandin, siyasetmedarekî Kurd di bin navê 'Te propagandaya rêxistinê kiriye' tê girtin, bi zalîmtiyê nayê berdan ûşehîd dikeve. Saziya Tipa Edlî ku ji bo kesî rapora 'Nikare li girtîgehê bimîne' nade, ji bo wî raporê dide, lê belê dîsa jî nayê berdan. Eşkere ye ku mejiyê faşîzan hîn jî di dewrê de ye. Em çawa nekevin nava fikaran? Di vir de pêşketinek nîne, tenê gotin heye. Pratîk divê; me xist pratîkê. Binihêrin dibêjim; em niha jî pratîkê dikin. Gavên ku me beriya niha avêt û yên ku îro jî diavêjin, nîşaneya jidilbûna me ya di vêpêvajoyê de ye ku em çiqasî bi biryar in. Keremke bila dewlet jî jidilbûna xwe nîşan bide.

DIVÊ ROLA RÊBER APO BI RENGEKÎ EŞKERE BÊ DIYARKIRIN

Rojevek heye ku tê gotin, Komîsyona Aştî û Siyasîbûnê wê van rojan bikeve nava tevgerê. Bêguman divê ev komîsyon ji aliyê dewletê ve bi fermî bê naskirin. Yanî divê dewlet eşkere bike. Rola Rêber Apo ya divê komîsyonê de çi ye, divê vê eşkere bibêje û bi fermî dest bi karên xwe bike.

GAVA DESTPÊKÊ YA DIVÊ BÊ AVÊTIN VEKIRINA DERIYÊN ÎMRALIYÊ YE

Ya din, dewlet an jî hikumeta AKP'ê çi dibêje? Dibêje, 'Ji bo berdana Ocalan an jî azadiya wî civak ne amade ye'. Ma hûn civakê amade nakin! Ma civaka Tirkiyeyê 2 sal in nizane bê Rêber Apo çi fêdeyê li dewleta Tirk dike? Zane. Ji ber ku ji bo pêşketinên heyî jî dibêjin, 'me kir'. Di vê demê de ewqas bûyer hene, herêm dikele. Her kes xwe ji şer re amade dike. Niha li Tirkiyeyê rewşeke welê aram heye, ne welê? Çima aram e? Bi saya vê pêvajoyê aram û rehet e. Eger karê tê kirin bi rengekî rast ji raya giştî re bê ragihandin, nêrîna civakê wê biguhere. Ew vê yekê nakin, her wiha nahêlin ku Rêber Apo jî vê bike. Ji ber vê yekê weke ku wan beriya niha soz dan, divê hem komîsyon fermî be, hem jî deriyên Îmraliyê bêne vekirin. Gava destpêkê ya bê avêtin ev e. Divê Rêber Apo azad be. Lê belê gava destpêkê ya divê bê avêtin vekirina deriyên Îmraliyê ye. Qet nebe divê karibe ji çapemeniya Tirk re biaxive, xwe îzah bike. Hûn nakin, bihêlin bila Rêber Apo bi xwe bike. Niha hin derdor dibêjin, 'Çima ewqasî girîngiyê didin çapemeniyê? Dibêjin bila çapemenî bê, rewşenbîr bê'. Sedem ev e. Em dixwazin pêvajoyê bi pêş ve bibin. Ji ber vê divê raya giştî ya Tirkiyeyê jî vê heqîqetê bibîne û xwe amade bike. Ji bo eşkerekirina heqîqetê ev mijareke girîng e.

GOG ÊDÎ BI TEMAMÎ LI ALIYÊ TIRKIYEYÊ YE

Bi kurtasî divê dewleta Tirk gavê biavêje. Min beriya niha careke din gotibû; lê belê piştre me hin gavêndin jî avêt. Lewma êdî gog bi temamî li aliyê Tirkiyeyê ye. Divê em bibînin bê wê çi bikin. Ya ku ji destê me hat, me hemû kir, di vê demê de bi cih anî. Weke ku Rêveberiya me ya Tevgerê di daxuyaniya xwe degot, rewşeke welê ji bo dewlet û artêşa Tirk nîne ku bibêjin, 'Xeterî heye ku PKK an jî Tevgera Apoyî bi ser me ve bê'. Ji ber vê êdî divê ew gavên pêwîst biavêjin. Bêguman ya esasî azadiya Rêber Apo ye. Lê beriya her tiştî divê mercên karkirinê yên Rêber Apo bêne başkirin, bi rengekî fermî komîsyon bikeve dewrê û rojnamevan, siyasetmedar û rewşenbîr karibin biçin Îmraliyê. Yanî divê Rêber Apo karibe vê pêvajoyê bimeşîne. Girîng e ku ev merc bêne afirandin.

Di meha Mijdarê de 25'ê Mijdarê heye ku roja têkoşîna li dijî tundiya li jinê ye. Di nava civakê de tundiyali hemberî jinê hîn jî asteke gelekî bilind de ye. Li dijî tundiya li hemberî jinê têkoşîn li seranserê cîhanê çiqasî bi bandor e? Hûn vê çawa dinirxînin?

ÇAVKANIYA TUNDIYA LI HEMBERÎ JINÊ SERWERIYA MÊR E

Li dijî tundiya li hemberî jinê îro jî têkoşîn tê meşandin. Beriya her tiştî her kesên ku vê têkoşînê dimeşînin silav dikim. Ev di heman demê de weke Tevger têkoşîna me ye. Çavkaniya tundiya li hemberî jinê çi ye? Serweriya mêr e. Mejiyê serweriya mêr çavkaniya tundiya li hemberî jinê ye. Em dixwazin serweriya mêr ji holê rakin. Weke tevger ji bo jiholêrakirina vê zîhniyetê em têkoşîneke gelekî xurt a zîhniyetê dimeşînin. Ji ber ku ji bo azadiya civakê divê jin azad bibe.

EM DIXWAZIN BI AFIRANDINA JIN Û MÊR ÊN AZAD XWE BIGIHÎNIN CIVAKEKE AZAD

Bêyî azadiya jinê afirandina civakeke azad gotineke li hewa ye. Eger bi rastî jî tu dixwaze civakeke azad biafirîne, beriya her tiştî divê zayend azad bibin. Yanî divê jin azad bibe. Ji bo jin yanî civak azad bibe divê zîhniyeta serweriya mêr ji holê rabe. Ev yek ne tenê ji bo azadiya jinê, ji bo azadiya civakê pêwîstî ye. Ji bo vê jî em têkoşîneke bi kok ji xwe re dikin esas. Eger ev pêvajo bi pêş ve biçe û encamê bi dest bixe, wê çavkaniya tundiya li hemberî jinê biçike û zemîna civakeke azad ava bibe. Eger li nava civakekê jin azad bibe û mêr jî karibe xwe ji mejiyê serweriyê yê pûç rizgar bike, wê mêr jî azad bibe. Amranca me ev e. Bi afirandina jin û mêr ên azad em dixwazin xwe bigihînin civakeke azad. Ev gelekî girîng, dîrokî û pîroz e. Lewma her kesên ku li dijî tundiya li jinê têdikoşin hêja ne, em heta dawiyê bi têkoşîna wan re ne. Em jî dixwazin bi xurtî vê têkoşînê di nava têkoşîna xwe ya şoreşgerî de bi cih bikin û bi rastî jî civaka azad veguherînin heqîqetekê. Bêguman em li ser vê bingehê dibêjin, 'Jin, Jiyan, Azadî'.

Rojên dawî li Başûrê Kurdistanê krîzeke siyasî heye. Piştî demeke dirêj Parlamenta Başûr li hev civiya, lê belê hin partiyan boykot kirin. Gelo ev rewş li ser statuya Herêma Kurdistanê xetere ye? We ji bo Başûr gelek caran banga yekîtiya neteweyî kirin, gelo girîngiya vê banga we ya yekîtiyê niha çawa ye?

LI HERÊMÊ ŞEREKÎ CIDÎ HEYE

Beriya her tiştî divê ev yek bê gotin; dema heyî demeke gelekî girîng e. Li herêmê şer heye. Nediyar e bê siberoja herêmê wê çi be. Mînak nîqaş tên kirin ku şerê navbera Îran, Emerîka û Îsraîlê dikare jinûve gur bibe. Li Yemenê ji xwe şer heye. Xuya ye hêzên hegemon ji bo serweriya xwe ya li herêmê garantî bikin dixwazin şerê navxweyî, şerê mezhebî sor bikin û plan dikin ku hin pêngavan biavêjin. Di vê çarçoveyê de Şerê Cîhanê yê 3'yemîn dewam dike. Dixwazin li ser vê bingehê li herêmê dîzaynekê bikin, herêmê parve bikin. Hewldaneke bi vî rengî heye.

DIVÊ KURD BI STRATEJIYA NETEWEYÎ TEVBIGERIN

Di demeke ewçend girîng de ya ku pêwîstiya Kurdan pê heye yekîtî ye, yekîtiya neteweyî ye. Qet nebe divê li dora stratejiyeke neteweyî tevbigerin. Yekîtiyeke xurt neyê afirandin jî pêwîstî bi stratejiyeke hevpar heye ku her kes li ber çavan bigire. Li gorî tiştên ku rojên dawî me ji çapemeniyê bihîst, li Başûrê Kurdistanê rewşek berevajî vê heye û ev yek me kêfxweş nake. Dibe ku nakokiyên hêzan hebin. Bi rengekî xwezayî her partî dikare xwedî fikrê xwe yê xweser be. Gelekî xwezayî ye ku li hemberî hev têkoşîna siyasî jî bimeşînin. Lê belê divê regehek ji bo her kesî hebe. Hin xetên sor hene. Çi ne ev? Berjerwendiyên neteweyî ye. Li her welatekî klîk û partiyên cuda hebin jîrêgeha hemûyan berjewendiyên neteweyî yên welêt e. Li ser wê rêyê di nava têkoşînê de ne. Lê belêeger niha pêşî li krîza li Başûr neyê girtin, dibe ku ber bi rewşeke gelekî xetere ve biçe. Xeterî çi ye? Parçebûna bi du alî ye. Ev rewş wê xeteriyên li ser destketiyên gelê Kurd zêde bike. Ji xwe xeterî heye, lê belê tiştekî bi vî rengî bibe wê xeterî hîn mezin bibe. Lewma divê tiştekî bi vî rengî nebe.

EM DIXWAZIN KU LI BAŞÛR HIKUMETA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA BIBE

Bi esasî Rêber Apo beriya niha bi salekê name ji aliyan re şand, her wiha bi rêya heyetan peyamên devkîşand, di heman demê de timî silavên xwe dişîne. Dixwaze li Başûrê Kurdistanê hikumetek ava bibe, yekîtiya demokratîk pêk were. Li cîhanê mînakeke wê nîne ku li cihekî hilbijartin pêk were, lê belê du salan meclîs nikaribe li hev bicive û hikumet nikaribe ava bibe. Dema ku dicive jî bi pirsgirêk dicive. Aliyek meclîsê dicivîne, aliyê din jî dibêje ez xwe vedikişînim. Ev rewş divê ji holê bê rakirin. Nêzîkatiyên bi vî rengî berjewendiyên gelê me dixe nava xeteriyê. Ev mesele ne tenê meseleya PDK û YNK'ê ye. Meseleya gelê Kurd e. Belê, meseleya Başûrê Kurdistanê ye, lê belê roleke girîng a Başûr heye, Kurdan hemûyan eleqedar dike. Bila ev xwişk û birayên me ji kerema xwe vê rastiyê bibînin. Divê ne tenê rewşa xwe ûBaşûr, her wiha rewşa tevahiya Kurdan li ber çavan bigirin.

DI MESELEYA BAŞÛR DE EM ALÎ NÎNIN

Rêber Apo dixwaze yekîtî ava bibe. Rêber Apo salek e çend caran peyamê dişîne. Eger li Rêbe Apo guhdarî bikira wê rewş ne bi vî rengî bûya. Lê belê diyar e ku zêde guh nedane, her kes bi ya xwe dike. Bila her kes zanibe, em di vê meseleyê de aliyek nînin. Rêber Apo jî di hevdîtina xwe de işaret bi vê mijarê kir û got, 'Ev meseleyeke gelekî girîng e, divê em bê alî bin, divê em li ser çareserkirina vêpirsgirêkê bisekinin'.

BANGA PLATFORM AN JÎ KONFERANSA YEKÎTIYÊ DIKIM

Bi wesîleya vê bernameyê niha vê bangê dikim; herdu alî û hemû alî divê bûyerên li herêmê diqewimin û pêvajoya ku gelê me tê de ye li ber çavan bigirin. Li Başûrê Kurdistanê divê konferansek an jî platformeke neteweyî bicive ku hemû aliyên siyasî beşdar bibin. Li Başûr li ser vê bingehê platformeke nîqaşê yan jî konferansek dikare bibe. Di encama vê nîqaşê de ne tenê bi beşdariya du aliyan, divê ji bo avakirina hikumeta hevpar, neteweyî û demokratîk a bi beşdariya hemû aliyên siyasî yıên li Başûrê Kurdistanê herkes hewl bide. Divê her kes bi berpirsyariyên xwe rabe. Banga me, hêviya me ya ji dil ev e.

JI BO ÇARESERIYA KRÎZÊ EM WEKE TEVGER AMADE NE KU BERPIRSYARIYA XWE BI CIH BÎNIN

Weke tevger, di vê mijarê de ji me çi bê xwestin em jê re amade ne. Em dikarin bibin navbeynkar, dikarin piştgiriyê bidin, dikarin bibin alîkar ku xwişk û birayên me li hev bicivin, nîqaşa he vpar a siyaseta tevahiya Başûr bikin, tespît bikin bê li ku derê kêmasî û şaşitiyê dikin, ji bo çareserkirina van biryarên li gorî berjewendiyên neteweyî werbigirin û li ser vê bingehê hikumeteke neteweyî û demokratîk bêavakirin. Li gorî me eger li Başûrê Kurdistanê tiştekî bi vî rengî bibe wê ji bo yekîtiya neteweyî ya li tevahiya Kurdistanê bibe zemîneke xurt. Lewma ev mijar gelekî girîng e. Hem ji bo siyaseta Başûr hem jîji bo me wezîfeyeke neteweyî ye. Weke min got, di vê mijarê de çi bikeve ser milê me em amade ne bikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di van demên dawî de bîranîna şehîdên Rojhilatê Kurdistanê eşkere kir. Ev yek weke ruhê yekîtiya neteweî ya parçeyên Kurdistanê tê dîtin. We ji bomalbatên şehîdan peyamek weşand. Di mijara tevlîbûna ciwanên Rojhilatê Kurdistanê de hûn dixwazin çi bibêjin? Her wiha her kes meraq dike, gelo rewşa li Rojhilatê Kurdistanê ber bi ku ve diçe, wê çi bibe?

Beriya her tiştî bi vê wesîleyê gelê me yê hêja yê Rojhilatê Kurdistanê bi hurmet û hezkirin silav dikim. Şehîdên me yên dawî hene ku bîranîna wan hate eşkerekirin. Di nava 10 rojên bê de yên mayî jî em ê wan eşkere bikin. Van şehîdên me hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînim. Li pêşiya bîranîna wan birêzdarî bejna xwe ditewînim. Ew qehremanên demê ne. Bila malbatên me yên hêja hemû zanibin ku ewladên jin û mêr ên ku wan gihandin ji bo gelê Kurdistanê bi roleke girîng rabûn û şehîd bûn. Me heta niha şehîdên hin herêman eşkere kir. Îro, sibe jî wê şehîdên Ûrmiyeyê bêne eşkerekirin. Piştre ji herêmên Xoy, Kotol, Merîwan û Kelhorê derdora 40 hevalên şehîd mane, ew ê jî di nava 10 rojên bê dewerin eşkerekirin.

ŞEHÎD RÊYA YEKÎTIYA NETEWEYÎ NE

Ev lehengên neteweyî ne. Ji Kelhorê, yan jî ji Erdelanê bi rê ketin û hatin Bakurê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê û tevlî şerê neteweyî bûn. Gelo ji vê bêhtir hêja û bi rûmet çi heye? Keç û xortên ciwan ên gelê Kurd xwe ji vê berpirsyar dîtin, dest ji herêma xwe berdan, ji bo Kurdistaneke yekbûyî û azad li parçeyekî din têkoşiyan. Bi salan ji dil û can şer kirin û şehîd bûn. Ev yek nîşaneya serketinê ya gelê Kurde. Ev yek rêya yekîtiya Kurd a neteweyî ye. Yekî ji Loristan, ji Kelhorê, ji Îlamê berê xwe dide BakurêKurdistanê. Ev ne tiştekî welê ji rêzê ye. Wekî din ev zarok nînin. Gelek ji wan zanîngeh xwendin. Yanî yên xwende ne, baweriya xwe bi fikrê Rêber Apo anîn û li ser vê bingehê biryar dan ku bibin milîtanên vî gelî şervan û fermandarên vî gelî. Ji xwe piraniya wan jî gihîştin vê astê.

JI BO ME TINE BIKIN HER TIŞT KIRIN

Niha rewşeke bi vî rengî jî heye, bila tevahiya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê zanibe, ez bawerim gelek ji wan ji xwe dişopîne, pê zane. Bi taybetî di nava 10 salên dawî de êrişên gelekî mezin li hemberî me hatin kirin. Weke ku tê zanîn gelê me yê Êzidî ji êrişên qirkirin û tinekirinê re dibêje 'ferman'. Yanî padîşah li ser bingeha tinekirinê fermanê dide û ferman dibe yanî qiyamet. Di nava 10 salên derbasbûyî de dewleta Tirk li hemberî me qiyamet ragihand. Ji bo weke Tevgerê me tine bike piştgirî ji NATO'yê wergirt, çekên modern kirî, di nava xwe de dewlet dîzayn kir û her tişt di destekî de kom kir, bi çekên modern ê demê êrişî me kir û xwest me tine bike. Du caran temen ji bo me diyar kirin. Carekê gotin, PKK wê heta Nîsana 2017'an biqede. Nîsana 2017 hat û derbas bû, lê PKK neqediya. Piştre cara duyemîn di sala 2021'ê de plan kirin, êriş birin ser Garê. Wê demê jî bi hin derdoran re tifaq kirin, Iraq jî tevlî bû bû û temenekî ji 3mehan ji bo me diyar kiribûn. Ji bo me tine bikin çekên kîmyewî yên qedexekirî, taktîk nukleer û hemû çekên modern bi kar anîn. Lê belê li hemberî wan berxwedaneke gelekî dîrokî hate kirin.

EZ MALBATÊN ŞEHÎDAN BI HURMET BI BÎR TÎNIM

Di dîroka têkoşînê ya gelê me de ti carî li çeperekê berxwedaneke ewqasî demdirêj nehate meşandin. Mînak berxwedana Kela Dimdimê heye, tê gotin ku zêdeyî salekî dewam kir. Lê belê berxwedana Zapê 5 salan dewam kir. 5 salan li heman çeperê li hemberî çekên qedexekirî û xurt berxwedan hate kirin. Di vê berxwedanê de aqilek, îradeyek, seknek heye. Lewma ne karê mirovên ji rêzê ye. Van qehremanên kume ragihand neferên vê berxwedanê ne. Ji ber vê yekê jî ji erd heta ezmanan serê xwe li ber qehremaniya wan ditewînim. Ew mirovên gelekî hêja ne, lehengên vê serdemê û vî gelî ne. Ew bi rastî jî pêşengên şoreşa me ne. Eger em îro li vê derê ne û dikarin biaxivin, eger dewleta Tirk neçar mabe ku serî li Rêber Apo bide, eger li Bakur ev pêvajo hatibe destpêkirin ev hemû bi saya van lehengan e. Bila gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê baş bi vê zanibe. Bi rastî jî van hevrêyên me ku ewladên wan e, di vê rêya dîrokî de berxwedaneke destanî afirandin û şehîd bûn. Ew ji bo me nemir in. Bîranîna wan wê rêya me ronî bike, doza wan wê bi ser bikeve. Bila malbatên me jî bi vî rengî nêzîk bibin, xwedî li doz û xeta şehîdan derkevin. Ez careke din wan lehengan bi hurmet bi bîr tînim. Di serî de dayikên şehîdan hemû malbatên şehîdan bi hurmet silav dikim û sersaxiyê ji wan re dixwazim. Dilê me gelekî êşiya, xwîn jê hat, ew hevrêyên me ne, bila serê we û tevahiya gelê Rojhilatê Kurdistanê sax be.

BILA SERÊ HEVRÊYÊN PJAK'Î Û GELÊ ROJHILAT SAX BE

Li tevahiya herêmê pêvajoyeke gelekî nediyar heye. Bi dîtina min ev yek ji bo Rojhilatê Kurdistanê jî derbas dibe, dikare bi vî rengî bê gotin. Beriya ku dest bi mijarê bikim, tiştekî bibêjim. Doh daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayin. Endamekî PJAK'ê hevalê Dersim Bihar şehîd bû. Ez vî şehîdê hêja bi hurmet bibîr tînim û ji malbata hevalê Dersim Bihar, tevahiya hevrêyên PJAK'î û gelê Rojhilatê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazim. Li gorî daxuyaniyê hevrê Dersim li ber xwe da, ji bo teslîm nebe çeka xwe li hemberîxwe bi kar anî. Ev ruhekî gelekî hêja, fedaî û pîroz e.

BÛYERÊN LI HERÊMÊ WÊ BANDORÊ LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ JÎ BIKE

Gelê me li Rojhilatê Kurdistanê heta niha seknek nîşan da. Ev sekn gelekî bi wate ye. Yanî nebû maşikê destê kesî. Ev gelekî girîng e. Gelê me divê xeta sêyemîn dewam bike, xwe nespêre ti alî û serbixwe be. Heta niha bi vî rengî bû. Hem rêxistinan hemûyan hem jî PJAK'ê xeteke bi vî rengî şopand. Em vê rast dibînin. Herêm di demeke gelekî girîng û nediyar de ye. Bêguman bûyerên li herêmê wê bandorê li Rojhilatê Kurdistanê jî bike. Gelê me di vê demê de divê ji her îhtimalê re amade be. Ji ber ku her tişt dikare biqewime. Lewma divê ji her îhtimalê re amade be. Xwe bipsêre hêza xwe, xwe bispêre rêxistina xwe. Divê xwe bi rêxistin bike, weke civak alîkariyê bi hev re bike, piştevaniya xwe xurt bike, kes xwe bi tenê nebîne, civak bi temamî bibe yek, li her derê hev biparêze. Di vê dema girîng de divê baldar be.

DIVÊ DEWLETA ÎRANÊ KURDAN WEKE DIJMIN NEBÎNE

Ya girîng ew e ku ya rast di dema rast de bê kirin. Eger tiştekî rast di demeke şaş de bê kirin, dibe ku rê li ber şaşitiyan veke. Divê tiştên rast di dema rast de bê kirin. Lewma divê gelê me û siyasetmedar di vê xusûsê de gelekî baldar bin. Em ji bo siberoja Rojhilatê Kurdistanê xweşbînin. Em di wê baweriyê de ne ku bûyerên biqewimin wê ji bo gelê me erênî be. Lê belê divê mirov bi xwînsarî nêzîk bibe, ne şer lê belê siyaset esas bê girtin. Dewleta Îranê jî di vê dema krîtîk de divê êrişî Kurdan neke, Kurdan weke dijmin nebîne. Mînak, binihêrin di dema herî lawaz a dewleta Îranê de Kurdan ti nebaşî nekirin. Divê vê yekê li ber çavan bigirin. Divê Kurd jî sakîn bin, bûyeran bişopînin û li gorî wê tevbigerin. Ne rê û rêbazêntundiyê, lê belê diyalogê ji xwe re bikin esas. Di nava xwe de û bi gelên Îranê hemûyan re ruhê yekîtiyê biafirînin. Ya herî baş ev e. Ez bawer dikim ku siberoja gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê wê erênî û serketî be. Li ser vê bingehê ez careke din gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê bi hurmet silav dikim û serketinê ji her kesî re dixwazim.