​​​​​​​Afrînerê aştiyê di navbera pêkhateyan de; Apê Yûsif Gulo

Kesayetê welatparêz Apê Yûsif Gulo aştî, hezkirin û nêzkbûn di navbera gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de afirand û jiyana xwe ji bo xizmeta doza gelê Kurd û gelên herêmê derbas kir.

​​​​​​​Afrînerê aştiyê di navbera pêkhateyan de; Apê Yûsif Gulo
14 mijdar, 2021   00:38
QAMIŞLO-EHMD SEMÎR

Apê Yûsif Gulo sala 1940’an li gundê Celê yê girêdayî bajarê Nisêbînê yê Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Ji ber ku ji aliyê desthilata Tirk ve dihatin xwestin bi dayik û bavê xwe re berê xwe didin Rojavayê Kurdistanê û li wir têkoşîna xwe ya şoregerî didomînin ku mîna wê di dîrokê de nehatiye dîtin.

Li Rojavayê Kuristanê, Yûsif Gulo li gel dayik û bavê xwe di çandiniyê de dixebite, di refa duyemîn a seretayî de xwendina xwe terik dike. Ji ber hezkirin û girêdana wî ya bi zanistê ve, li ber destê mele Şêxmûs Ebdullah dixwîne, di demeke kurt de jî Quranê xetim dike, paşê zanista olî dixwîne.

Di wê demê de bi rêya endamên destpêkê yê damezrînerê Partiya Komunîst Nûrî Ferhan û pêşengê tevgera siyasî a Kurd seydayê Cegerxwîn ku ji pêşengên tevgera komunîst bû,  vê partiyê nas dike û beşdarî gelek çalakiyên wê yên mîna meş û civînan dibe.

Piştre têkoşer Yûsif Gulo tevî malbata xwe li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo bi cih dibin. Wê demê derdora 100 mal tenê li vê taxê hebûn. Li vir Gulo hin kesayetên welatparêz mîna yek ji damezrînerê Partiya Demokrat Mehmûd Niyo û Seydayê Keleş nas dike.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/11/13/211640_img_6690.jpg

Di nava salekê ji tevlêbûna nava Partiya Demokrat de, dibe berprisê komîteya şaxî ya partiyê li Qamişlo û di destpêka salên 60'î de xwest tev li şoreşa Barzanî ya li Başûrê Kurdistanê bibe, lê ji ber kiryarên partiyê, tev lê nebû.

Apê Yûsif Gulo jiyana xwe di xizmeta doza kurdî de derbas dike, rojekê jî di şoreşgertiya xwe ya piştevaniya şoreşên gelê Kurd de nemerdî nekir. Ji şoreşa Qasimlo bigire heta bi şoreşa Qazî Mihemed, Mele Mistefa Barzanî û şoreşa Tevgera Azadiya Kurdistanê ya bi serkêşiya rêber Abdullah Ocalan di nav têkoşînê de bû. Têkoşer Yûsif Gulo gelek caran bi rêber Ocalan re civiya û soza domandina xizmeta doza gelê Kurd da rêber Ocalan.

Bi damezrandina Tevgera Xoybûn re di 1975’an de apê Yûsif Gulo cihê xwe di nava tevgerê de digre. Tevgera Xwebûnê ji aliyê Osman Sebrî, siyasetmedarê Kurd Hemîd Hac Derwîş û Nûredîn Zaza ve hate avakirin. Di 1976’an de siyasetmedarên tevgerê dabeşî du beşan bû, beşekî navê çepgiran li xwe kir û beşeke din navê rastgiran li xwe kir. Apê Yûsif Gulo jî cihê xwe di nava çepgiran de digire, piştre di 1966’an de li mala apê Yûsif Gulo konferansa xwe li dar dixin û Partiya Çep li Sûriyê ava dikin.

Birayê kesayetê welatparêz Yûsif Gulo, Ehmed Gulo da zanîn ku wan piştgiriya şoreşa Mele Mistefa Barzanî kir û Yûsif Gulo jî yek ji kesayetên Rojava ku tevahî derfetên xwe xistin xizmeta şoreşê û wiha got: "Çalakiya me heta 1975’an dema şoreşa Bazanî bi bin ket dewam kir. Ew şoreş ji ber peymanên di navbera dewletan de bi bin ket."

Piştî şoreş bi bin dikeve, beşek ji gelê Başûrê Kurdistanê koçberî Rojavayê Kurdistanê dibe. Li ser wê yekê Ehmed Gulo diyar kir ku ji ber siyasetên rejîma desthilatdar bavê wî bi awayekî veşartî koçber hewlandin, cih, xwarin û vexwarin ji wan re peyda kirin.

Ehmed Gulo anî ziman ku ji destpêka serhildana gelê Kurd a li Bakurê Kurdistanê ve, birayê wî di piştevaniya PKK’ê ya bi pêşengtiya rêber Abdullah Ocalan de, dudulî nebû û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Birayê min cara yekemîn di 1986’an de serdana rêber Abdullah Ocalan li Şamê kir û yekser bi têkoşîn û berxwedana rêber Ocalan bandor bû. Li ser bingeha fikirên rêber Ocalan têkoşîna xwe dest pê kir."

Piştî ku PKK’ê kongreya xwe li Akademiya Mahsûm Korkmaz a li herêma Bîqa a Lubnanê li dar xist û di 1982’yan de biryara vegera li welat û têkoşîn li dijî artêşa Tirk a dagirker da. Têkoşîna çekdarî 15’ê Tebaxa 1984’an dest kir. Kurê şehîd Yûsif Gulo, Nûredîn Gulo di 1988’an tev li Tevgera Azadiya Kurdistan bû.

Ehmed Gulo da zanîn ku Nûredîn bavê 4 zarok biryar da ku tev li têkoşînê bibe û şerê dijmin bike û şehîd Yûsif Gulo zarokên wî xwedî kirin. Ehmed Gulo ev tişt got: "Biçe û serê xwe rake. Ji ber min dixwest di oxira azadiya gelê xwe de bibim şervanek, lê şans û derfet çênebû."

Ehmed Gulo diyar kir ku piştî têkoşîna 3 salan, Nûredîn li çiyayên Kurdistanê şehîd bû û bi ragihandina şehadetê re gelek ciwanên malbatê tev li Tevgera Azadiya Kurdistanê bûn.

Şehîd Yûsif Gulo ji damezrînerên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bû ku di 20’ê Îlona 2003’yan de li Rojavayê Kurdisanê hate damezirandin, bi wê re malbata Gulo ji hêla saziyên ewlehî yên girêdayî hikumeta Şamê rastî gelek zextan hat.

Ehmed Gulo kêliyên ku hêzên hikumeta Şamê bi ser mala wan de girtin bi bîr xist û wiha got: "Dem, cejna Remezanê bû, hêzên hikumeta Şamê ji tevahî aliyan ve mala me dorpêç kirin û gotin; we mala xwe ji kadroyên PKK’ê re kiriye cihekî ewle û xwestin me zarokên me bigirin. Bi 4 erebeyan tê de çek û endam hebûn êrişî mala me kirin, di wê demê de Rêzan Gulo birîndar û xwestin bigirin."

Ehmed Gulo wiha berdewam kir: "Destên Rêzan xistin kelepçeyê, li hemberî vê gel rabû ser piyan û ew ji destê hêzên hikumeta Şamê rizgar kirin. Piştre ez, birayê xwe û 33 kesên din ji malbatê hatin girtin û em radestî dadgeha leşkerî ya Helebê kirin. Em çend mehan di girtîgehê de man û piştre hatin berdan."

Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re, Apê Yûsif Gulo ji kesên destpêkê bû ku tev li şoreşê bû û ji kesên yekemîn bû ku komîteya lihevanînê ava kir. Di komîteyê Kurd, Ereb û Suryan nêzî hev kir û pirsgirêkên asê yên di navbera wan de çareser dikir.

Ehmed Gulo wiha anî ziman: "Şehîd Yûsif Gulo pirsgirêkên di navbera gel de bi rêbazekî nerm çareser dikirin. Kî dihat gel wî û pirsgirêkeke wî hebûya destvala venedigerî, pê re diçû û heta çareser nedikir venedigeriya. Bawerî û hezkirina şêniyan wergirt. Piştevaniya xizan û mezlûman dikir û di çareserkirina pirsgirêkên wan de li gel wan disekinî. Me ew zêde li male nedidît. Xizmeta civaka xwe dikir û armaca wî hezkirinê belav bike."

Li ser taybetmendî û kesayeta wî Ehmed Gulo wiha pê de çû: "Mirovekî kurdistanî bû, nêrînên wî yên siyasî û partiyetî ne teng bûn. Di salên 90’î de piştevaniya tevahî serhildanên gelê Kurd dikir."

Gulo behsa beriya şehadeta Yûsif Gulo bi çend rojan kir û wiha got: "Beriya şehadeta wî bi çend rojan ji min re got amade be, rewşa dijwartir dibe, dijmin hewl dide têkeve nava refên me ku em şerê hev bikin. Divê em bi partiyên ENKS’ê re nîqaş bikin ku li rêza doza kurdî vegerin ne xizmetî dijmin ku berjewendiyên xwe yên teng pêk bînin."

Ehmed Gulo soza berdewama soza ku Yûsif Gulo daye rêber Abdullah Ocalan da, her wiha soz da gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şehîdên wê û da gelê Kurd ê li çar parçeyên Kurdistanê.

9'ê Mijdara 2021’an dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov komkujiyek li taxa Hilêliyê li dijî malbata Gulo pêk anî, di encamê kesayetê welatparêz Yûsif Gulo, neviyên wî Mezlûm û Mihemed Gulo şehîd bûn.

(fr)

ANHA