ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-11-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-11-2021
14 mijdar, 2021   00:00

-Çalakiya konvedanê ya li deriyê Sêmalka ya ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne, di roja 41 de berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêxistina Nûdem a Pêşxistin û Geşkirina Mirovî ya Astengdaran navenda xwe li taxa Kornîş a bajarê Qamişlo vedike, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xelîl El-Elî bi merasîmekê li goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê yê Dirbêsiyê tê oxirkirin, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çalakvanên Keştiya Azadiyê got her çendî çalakiya 'Keştiya Azadiyê' sembolîk be jî têkoşîneke mezin di nava xwe de vedihewîne û diyar kir ku heta azadiya fizîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk bê, dê xebatên xwe bidomînin. (BI WÊNE).

-Hunermendên bajarê Helebê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê bi çekên kîmyewî şermezar kir. Her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku dewleta Tirk darizînin da ku sûcên xwe yên hovane û destdirêjiyê rawestînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kesayetê welatparêz apê Yûsif Gulo aştî, hezkirin û nêzkbûn di navbera gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de afirand û jiyana xwe ji bo xizmeta doza gelê Kurd û gelên herêmê derbas kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêxê eşîra El-Bû Xemîs El-Dilêmiye Hisên Raşid da zanîn ku hevgirtina hundirîn a di navbera tevahî pêkhateyan de bersiva yekane li hember êrişên dewleta Tirk ên barbarî û pêkanîna komkujiyên li dijî welatiyan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên rêveber ên Kongreya Star got: "PDK`ê cenazeyên şehîdên kemîna Xelîfanê radestî malbatên wan nake, ji ber ku ditirse tevkariya wê bi dewleta Tirk a dagirker re li dijî HPG’ê eşkere bibe û komkujiyên ji ber bikaranîna çekên kîmyewî li dijî hêzên gerîla re veşêre. " (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

-Dewleta Tirk a qirker qaşo bi projeyên avê, ewlehiya bi milyonan niştecihên li Kurdistanê, Sûriyê û Iraqê dixe xeteriyê, her wiha niştecihên resen koçber dike û dîroka gelên herî kevnar li ser rûyê erdê tune dike.

CÎHAN

- Tîma rêveberiya serokê Amerîkayê forma dawî ya armancên Amerîkayê yên li Sûriyê diyar kir. Li aliyekî din jî ji ber nebûna derfetên kar, hilweşandina rewşa aborî û fesadê ya li Başûrê Kurdistanê ciwan koçberî Belarûsya dibin.

JIN

- Rewşa jinên li bajarê Idlib û herêmên di bin dagirkeriya artêşa Tirk û çeteyên wê de ji rewşa dema dagirkiriya çeteyên DAIŞ'ê ne cûda ye. Jin bi tawana ku por û rûyê xwe nagirin û bêyî mêran ji mal derdikevin bi dijwarî tên cezakirin. (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

- HRRK`ê bi tevlîbûna 8 şêwekaran yekemîn komxebata şêwekariyê li dar dixe. Komxebat wê heta 15'ê Mijdarê dewam bike. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Rêveberiya Yekîneya Avê ya Tebqayê diyar kir ku hemû çareseriyên têkildarî aloziya avê ya gerînendetiyê ragihandine, demkî ne, lê çareseriya domdar ew e ku rêjeya ava Firatê vegere xwezaya xwe. Di heman demê de pîşesazekî di bendava Firatê de da zanîn ku rewşa bendavê kembaxtir dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA