Hunermendên Helebê: Divê bikaranîna çekên kîmyewî were rawestandin

Hunermendên bajarê Helebê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê bi çekên kîmyewî şermezar kir. Her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku dewleta Tirk darizînin da ku sûcên xwe yên hovane û destdirêjiyê rawestînin.

Hunermendên Helebê: Divê bikaranîna çekên kîmyewî were rawestandin
14 mijdar, 2021   04:10
HELEB- NESRÎN ŞÊXO

Dewleta Tirk piştî têkçûna li hemberî gerîla, ji 23'ê Nîsanê ve di êrişên xwe yên li dijî Zap, Metîna û Avaşînê yên Başûrê Kurdistanê de çekên kîmyawî bikar tîne. Heta niha di encama kîmyebaranê de 33 gerîla şehîd bûn.

/kr/uploads/files/2021/11/13/211140_-.webp

Di vê çerçoveyê de, endamê Navenda Çand û Hunerê ya Helebê helbestvan Mihemed Hisên Heysem diyar kir ku dewleta Tirk çekên kîmyawî yên ku di qada navneteweyî de qedexe ne, li pêş çavên civatên navneteweyî bi kar tîne. Ev yek wekî komplo û hevkariya civata navneteweyî bi dewleta Tirk a dagirker nîşa dide. Her wiha Heysem wiha domand:" Civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê kor û lal in, ji ber ku berjewendiyên hevpar di navbera wan de hene."

Heysem destnîşan kir ku bikaranîna çekên kîmyewî zirarê dide xwezayê û wiha domand: "Di Komkujiya Helebçeyê de jî çekên kîmyewî hatin bikaranîn, ev yek bû sedema ziwabûna li herêmê û nebûna şînatiyê bi salan. Dewleta Tirk jî bi bikaranîna çekên kîmyewî li Kurdistanê vê yekê dixwaze."

/kr/uploads/files/2021/11/13/211119_-.webp

Yek ji rêveberên Navenda Çand û Hunerê hunermend Seîd Bîrhat jî got: "Dewleta Tirk ji mêj ve bi rêbazên cur bi cur hewl dide Kurdan qir bike, ji ber vê yekê hemû rêbazên kuştin û qirkirinê bi kar tîne. Dewleta Tirk piştî ku nekarî gelê Kurd ê ku bi ax û nasnameya xwe ve girêdayî qir bike, bi çekên kîmyewî hewl dide berxwedana mezin a gerîlayan bişkîne."

Bîrhat bêdengiya civata navneteweyî ya li hember êrişên çekên kîmyewî şermezar kir û got: "Sedemna bêdengiya rêxistinên mirovî û hiqûqî û civata navneteweyî ew e ku dewleta Tirk jî endamê NATO ye û di navbera wan de berjewendiyên hevpar hene."

Bîrhat di dawiya axaftina xwe de bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku ji bo rawestandina sûc û komkujiyên bi çekên kîmyewî, cezayê li ser dewleta Tirk ferz bikin.

(dx)

ANHA