‘Dewleta Tirk qanûnên navneteweyî yên têkildarî jêderên avê binpê dike’

Di beşa yekemîn a Komxebata Navneteweyî ya Avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker peymanên navneteweyî yên têkildarî avê jî binpê dike.

‘Dewleta Tirk qanûnên navneteweyî yên têkildarî jêderên avê binpê dike’
27 îlon, 2021   12:46
HESEKÊ

Di beşa yekemîn a Komxebata Navneteweyî ya Avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de 4 mijarên sereke; lihevkirin û peymanên navneteweyî yên têkildarî çeman, rûbarên navneteweyî, dûrahiya siyasî ya aloziya avê ya li herêmê û dûrahiya aborî ya aloziya avê hatin nîqaşkirin.

Di vê beşê de gerînendeyê Navenda Lêkolînan a Firatê Silêman Ilyas, mamosteyê qanûnên navneteweyî Mehmûd Batil û hevserokê Rêxistina Bangewaziya Cinêvê Zozan Îbrahîm axivîn.

Axêveran behsa hevpeymanên navneteweyî yên girêdayî çemên Firat û Dîcleyê yên di navbera Sûriyê, Tirkiye û Iraqê de û rêbazên binpêkirina dewleta Tirk ên van lihevkirinan ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe yên siyasî kirin.

Her wiha îşaret bi biryarên navneteweyî yên têkildarî jêderên avê kirin ku pêwîstiya parvekirina welatan a avê û sûdgirtina jê dema di gelek welatan re derbas dibin, destnîşan dike, di nav de biryara Helsinkiyê. Axêveran behsa avakirina bendavan ji aliyê delweta Tirk ve li ser çemên Firat û Dîcleyê kir ku di encamê de gelên Sûriyê û Iraqê ji van her du çeman sûdewar nabin.

Her wiha axêveran diyar kir ku li cîhanê 45 dewlet hewzên avê parve dikin û av jêdereke sereke ya aboriyê yr û bi bîr xist ku gelek nakokî li ser van jêderan hene. Axêveran piştrast kir ku dewlet nikarin ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe jêderên avê kontrol bikin.

Axêveran di dawiyê de bal kişand ser rêgezên giştî yên lihevkirinên navneteweyî yên têkildarî parvekirina avê û pêwîstiya sûdgirtina ji lihevkirinên navneteweyî, rêgezên NY`yê destnîşan kirin da ku rê li pêşiya kiryarên dewleta Tirk were girtin ku koçberkirina şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc dike.

Komxebat bi beşa xwe ya duyemîn berdewam dike.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5bamorXu0gs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>