Şaredariya Dêrikê kolan û saziyên bajêr dezenfekte dike

Piştî ragihandina qedexeya derketinê ya giştî li herêma Cizîrê, Şaredariya Gel a Dêrikê dest bi hemleya dezenfektekirina kolanên şaxî, sûka navendî, sûka sebze û goşt, navend û saziyan kir.

Şaredariya Dêrikê kolan û saziyên bajêr dezenfekte dike
27 îlon, 2021   11:53
QAMIŞLO

Di roja yekemîn a hemleyê de kolanên şaxî, sûka navendî, sûka sebze û goşt, navend û saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser hatin dezenfektekirin.

Li gorî endamê rêveber ê beşa tenduristiyê ya şaredariya Dêrikê Ridwan Omer, rêveberiya kantona Qamişlo madeyên dezenfektekirinê pêşkêş kirine û heke bê xwestin wê careke din rêbikin.

Omer got divê şênî baldar bin, bi aliyên têkildar û şaneya aloziyê re alîkar bin ku biryarên wê bînin cih da ku rê li pêşiya belavbûna pêla 4`an a  Koronayê were girtin.

Şaredarî dê di dirêjahiya rojên qedexeyê de xebatên dezenfektekirinê berdewam bike.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3xDIShfg4HE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>