Di şerê li Yemenê de zêdetirî 60 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku derbarê bajarê Marib ê stratejîk ê dikeve bakurê Yemenê de şer di navbera hêzên hikumetê û Hûsiyan de derket. Di şer de 67 kes ji her du aliyan hatin kuştin.

Di şerê li Yemenê de zêdetirî 60 kes hatin kuştin
27 îlon, 2021   13:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî leşkerî ser bi hêzên hikumetê ve ji marpela Al-Hurra re diyar kir ku di şerê 24 seatên dawî yên li parêzgehên Marib û Şebwayê de  58 Hûsî û 9 leşkerên hikumetê hatin kuştin.

Hûsiyan di Sibata borî de opersyonên xwe yê leşkerî zêde kirin da ku Marib kontrol bikin, di encama van şeran de bi sedan endamên her du aliyan hatin kuştin.

(dm)