Dera xala destpêka ya girêbestên navdewletî ye... gelo Idlib li ser rêya wê ye?

Dosyaya Derayê dîsa hat girtin, lê vê carê ji ber şantajên Rûsyayê ji dewletên erebî û rojavayî bi hebûna Îranê û xeta gazê ya di sînorê Derayê re derbas dibe. Gelo pirsgirêka Derayê bi dawî bû û dê kîjan herêm li ser rêya wê bimeşin?

Dera xala destpêka ya girêbestên navdewletî ye... gelo Idlib li ser rêya wê ye?
15 îlon, 2021   07:54
NAVENDA NÛÇEYAN - YEHA EL-HEBÎB

Me di gotara berê ya li ser Derayê de ku li başûrê Sûriyê ye û sînorê wê bi Urdin û Îsraîlê re ye, li ser qirêjiya planên navdewletî yên têkildarî Sûriyê û asta destwerdana van hêzan bi îdiaya demokrasî û parastina mafên mirovan axivî.

Herêma başûr ji aliyê ewlehî ve ji Îsraîlê re pir girîng e û Rûsya ev yek ji bo bazara bi DYA’yê, rojava û Îsraîlê re fînanse kir.

Van aliyan di demeke berê de xwest firehbûna serweriya hêzên Îranê li herêmê rawestînin û gelek civîn li ser wê hatin lidarxistin, ya girîng jî lûtkeya Qudsê bû ku bi wê re di navbera Rûsya, Îsraîl û DYA’yê de lihevkirinek çêbû. Di wê lihevkirinê de divê hêzên Îranê heta 80 kîlometre ji sînorê Îsraîlê dûr kevin.

Ev hêzên navdewletî, rêveçûna xwe vê carê jî li Derayê temam kir, her wiha di dirêjahiya 2 mehan û zêdetirî wê de li hember topbarana hikumeta Şamê ya bi piştgiriya Îranê ya eşkere tevî bêdengiya Rûsyayê ya li ser rêgeza "bêdengî nîşaneya erêkirinê ye" bê deng man.

URDIN SERKÊŞIYA TEVGERÊ DIKE

Dengê hêzên navdewletî di çend rojên destpêkê yên rageşiyê de bilind bû, lê bi rasthatina tevgera navdewletî û herêmê re ku navenda wê Urdin bû, ew deng qut bû.

Di rageşiyê de ya ji hêla hêzên hikumeta Şamê û hêzên alîgirên Îranê ve balafira qralê Urdinê Ebdullah El-Sanî Bin El-Hisên li DYA’yê daket. Bin El-Hisên bi Jeo Biden re civiya û ji wir daxuyaniyên balkêş ên têkildarî mayîna Beşar El-Esed li ser desthilatê dan.

Me di gotara xwe ya berê de me vebijêrkek danî, ew jî Rûsya bihêle hikumeta Şamê û Îranê hêzan sewqî Derayê bikin û gefan lê bixwin, da ku bi DYA’yê û dewletên Ereb re careke din bazarê bike bi taybet li ser cezayên aborî ku êdî li ser hevalbendê wê (hikumeta Şamê) giraniyekê çêdike û ji wê zêdetir jî da ku dan û standinê pê re bike.

Di serdana qralê Urdinê de di hin raporan de hat gotin ku peyama Rûsyayê ji Biden re veguhast.

Rojnameya Washington Post eşkere kir ku qralê Urdinê Ebdullah El-Sanî di serdana xwe de ji serokê Amerîkayê Jeo Biden re tevlêbûna xwe ji tîma xebata ku hewl dide li ser nexşerêya çareseriya li Sûriyê lihevkirinekê bike, eşkere kir.

Rojnameyê da zanîn ku qral Ebdullah bang li Biden kir ku tev li tîmê bibe, ku di wê tîmê de Rûsya, Îsraîl, Urdin û dewletên dîtir hene. Da ku peymanekê li ser nexşerêya çareseriya ji Sûriyê re pêk bîne. Ew yek bi armanca vegerandina serwerî û yekitiya Sûriyê ye.

Li gorî rojnameyê, pêdiviya pêkanîna vê nexşerêyê bi hevkariya DYA’yê, Rûsya û Beşar Esed heye.

Rojnameyê eşkere kir ku dibe ku xebata li ser nexşerêyê di demeke zê de ji vê payîzê dest pê bike, heke Washingtonê erê kir.

Şahê Urdinê di demekê berê de gotibû dê welatê wî ji bo "jinûve vegera Sûriyê li hembêza erebî" xebatê bi birayên Ereb re bike.

Şahê Urdin dabû zanîn ku dê xwegihandina li ser çareyên ji bo alîkariya Sûriyê dê bibe alîkariya herêmê bi tevahî, bi taybet jî Urdinê.

Piştî wê serdanê şahê Urdinê serdana Moskovê kir û bi serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re civiya li ser normalîzekirina rewşan li Sûriyê axivîn.

TEVGERA SIYASÎ Û XETA GAZÊ DOSYAYA DERAYÊ GIRT

Urdin û Îsraîl û rojava ji gihandina hêzên Îranê ber bi sînorên wan ve ditirsin. Ji ber Moskov vê yekê derfet digire ku pê dewletên rojava û ereb şantaj bik.

Girtina dosyaya Dera bi rastkirina erêkirina Amerîkayê li ser derbasbûna gaza Misirê û kehrebeya Urdinê ji Lubnanê re bi rêya sînorê Dera ya rêveberî pêk hat.

Borî di Derayê re ber bi bakurê Humisê ve û ji wir derbasî bajarê Terablusê ya bakurê Lubnanê dibin.

Rojnameya " The Times" a brîtanî rageşiya Şamê li başûrê Sûriyê bi krîza sotemeniyê ya Lubnanê bi siyaseta karên derve ya rêveberiya serokê Amerîkayê ve girê da.

Analîzvanên karûbarên Rojhilata Navîn di rojnameya Richard Spencer de destnîşan kir ku rageşî bi rasthatina lihevkirineke netexmînkirî ya Washingtonê bi Şamê re pêk hat.

Ev lihevkirin bi rêya balyoza amerîkî ya li Lubnanê Dorothy Shea re pêk hat. Dorothy Shea ji bo pirsgirêka sotemeniyê ya li Lubnanê re ku jiyana rojane felc kiriye ev çare pêşniyar kir.

Li gorî wê, hin cezayên amerîkî li ser hikumeta Şamê tên rakirin, da ku gaza xwezayê ya Misirê bi rêya boriyên gazê yên di navbera Urdinê û başûrê Sûriyê de derbasî Lubnanê bibe.

Bi rêya îmzekirina vê peymanê re, hikumeta Şamê cara yekemîn tecrîdkirina wê ji hêla dewletên ereb û navneteweyî ve şikand. Her wiha wezîrê hikumeta Şamê ya enerjiyê li rex wezîrên erenjiyê yên Urdin û Misirê hat dîtin.

Ji wê zêdetir jî dezgehên çapemeniyê li ser serdaneke texmînkirî ya şandeyeke payeblind a hikumeta Şamê ya bi serkêşiya wezîrê parastinê ji Urdinê re axivî.

Tevî pêkanîna Rûsyayê ya pêşketineke leşkerî li ser erdê bi rêya piştgiriya hêzên hikumeta Şamê, lê nikarî ew ji aliyê siyasî ve fînanse bikira. Ew jî bi sedema tecrîda navneteweyî ya li ser hikumeta Şamê hatiye ferzkirin û cezayên aborî bû ku fînanseyên xwe kontrol bikira.

Ev tevgera erebî ku Urdin û Misir bi erêkirina Amerîka –Rûsya bi rê ve dibe pêwîstiyeke ku îşaretê pê dike ku dê hin pêşdeçûn li ser krîzên Sûriyê çêbibin.

Vegera Şamê li nava ereban û rakirina ambargoya siyasî û aborî ya bi xwesteka Rûsyayê ne bi wê hêsanbûnê ne, lê hin der barê hebûna Îran û Tirkiyê li Sûriyê de hin fikarên ereban hene.

Her wiha ev her du dewlet dê gelek serêşî û nakokiyê ji Rûsyayê re bînin, ji ber Îranê bêyî destkeftinekê pêk bîne nahêle sûd ji xeta gazê were girtin. Dewleta Tirk jî hîna demê ji bo pêkanîna lihevkirinên li bakurê Sûriyê bi taybet di mijara vegerandina tevgera bazirganiyê ya li ser rêya navneteweyî dirêj dike.

BAB AN IDLIB!

Ev pêşdeçûn bi rasthatina rageşiya ji aliyê hêzên hikumeta Şamê û Rûsya ber bi Idlibê ve pêk hat. Her wiha di hin raporan de hat diyarkirin ku xebata êrişeke leşkerî li ser çiyayê Zawiyê tê kirin.

Buhaneya Rûsyayê ya pêkanîna wê yekê, ji ber sûdwariyeke mezin tê de heye. her wiha hikumeta Şamê û Rûsya hewl didin piştî serweriya li ser başûrê Sûriyê tevgera tranzîtê ji Tirkiyê ber bi Urdin û Kedava erebî ve vegerînin. Dê wê yekê bi rêya navneteweyî ya ji bakurê rojavayê Sûriyê de pêk bînin. Ji ber wê hewl didin tevahî Idlibê kontrol bikin.

Ev hêman ne pêwîst in bi êrişeke leşkerî ya mezin li dijî dewleta Tirk an jî Îranê pêk bên, lê ev yek dê bi rêya danûstandinên dewletên Ereb bi dewleta Tirk û Îranê re dikin, pêk bê.

Bêyî vegerandina li azarên Sûriyê êdî rêveçûnên rêyên navneteweyî û tevgera tranîztê çarenûsa herêmên Sûriyê û tevgera êrişên leşkerî diyar dikin.

Di vê çarçoveyê de dê hikumeta Şamê û Rûsyayê li pêşberî gelek astengiyên ji bo vegerandina tevgera aborî bin, ji derçû û dahatû û tevgera tranzîtê ya ji Tirkiyê heta bi Urdinê bi rêya xaka Sûriyê û ber bi dewletên Kendavê û Misirê ve.

Astengiya yekemîn ew e ku wê çawa serwerî li ser rûbera dirêj a rêya navneteweyî were kirin. Ew rê dikeve navbera bajarokê Morik ê li bejahiyên bakurê Hemayê û herêma Raşidîn a girêdayî bejahiya rojavayê Helebê. Lê niha hikumeta Şamê rêyek din bi kar tîne û navê wê rêya Xenasir e. Lê ev rê teng e, ji ber rêyeke çandinî ye û ji bo zexma tevgera bazirganiyê nabe.

Astengiya duyemîn jî, aktîfkirina tevgera bazirganiyê ya di navbera herêmên bejahiyên bakurê Helebê (li ser sînorê Tirkiyê) yên di bin serweriya çeteyan de û bajarê Helebê de ye. Her wiha dergehê Ebû Zendên ê li başûrê bajarê Babê rêyeke baş e heke ji bo tevgera bazirganiyê were aktîfkirin. Ji ber li ser rêya sereke ye û bajarê Bab û Helebê bi hev ve girê dide.

SÛDWARIYEKE ABORÎ JI TEVAHÎ HIKUMETÊN HERÊMÊ RE

Heke hikumeta Şamê û Rûsya ji nû ve tevgera bazirganiyê pêk anîn, dê sûdeke aborî ji Şamê û hevalbendên wê re, dewleta Tirk, Urdin, Lubnan û Iraqê re bîne.

Li gorî raporan, mezinahiya derçûnên hikumeta Şamê yên ku bi rêya dergehê Nesîb di 2010’an de pêk hatine gihaşt hezar û 100 milyon tonî anku bi nirxa zêdetirî 35 milyar lîreya Sûriyê ye. Lê mezinahiya dahatûyan a bi rêya dergehê gihaşt hezar û 141 milyon tonî anku bi nirxa 47 milyar lîreya Sûriyê.

Heke tevgera bazirganiyê vegerî û Urdinê dergehê Nesîb vekir, dê dahatûyên hikumeta Şamê û tevgera tranzîtê careke din xwe bigihînin sûkên dewletên Kendavê û Misirê bi nirxekî mezin û bi lêçûneke kargoyên asîmanî û deryayî nayên hevrûkirin. Ji wê zêdetir jî dê tevgera bazirganiyê ya tranzîtê ya bi rêya beravên Lubnan an jî berava Tertûsê were çalakkirin.

Ev sûd wê ji Lubnanê re be jî ku azarên mezin ji ber aboriyê kişandin. Her wiha dahatû û tevgera tranzîtê ya ji beravên wê bi rêya xaka Sûriyê ber bi dewletên Kendavê yekcar rawestî bûn.

Dewleta Tirk jî li vegerandina têkiliyan bi dewletên Ereb re digere, bi taybet bi dewletên Kendavê û Misirê û êdî aboriya wê li ber keviyê ye û li sûdeke aborî ji vegera vê tevgera bazirganiyê digere.

Rakirina tecrîda siyasî û aborî ji ser hikumeta Şamê û jinûve çalakkirina tevgera tranzîtê û hwd hemû dosyayên bi hev ve girêdayî ne.

Ev tevahî dosya li benda hevdîtina berpirsê Rojhilata Navîn a Meclisa Ewlehiya Neteweyî ya Amerîka Brett McGurk, cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Fryshnin û nûnerê serokatiyê Alexander Lavernev de ne. Pûtîn Jî di hevdîtina xwe ya dawî de Esed jî agahdar kir.

ÇÎROK BI DAWÎ NABE

Di  dawiyê de, şêniyên Dera û tevahî gelê Sûriyê di dirêjahiya salên nakokiya Sûriyê de li beramber siyaset û planên navneteweyî yên qirêj bûn qurban. Her wiha asta îdiayên hêzên destwerdanê li Sûriyê dikin ku hewl didin demokratiyê pêk bînin û parastina mafên mirovan bikin, eşkere kirin.

Lê pirsa girîng, gelo krîza Dera bi temamî bi dawî bû? Na, ne bi dawî û ne wê bi dawî bibe. Tevî li Dera berjewendî rast hev hatin, lê nagihîne ast û girîngiya EFganistanê ku piştî 20 salan rewş berovajî bû.

Piranî şêniyên Dera ji hikumeta Şamê bi kîn û nefret in û piranî dibînin ku ew ji vî şerî destval û bi zirarê derketin

Mîna çawa lihevanîn Rûsyayê yên berê di bidawîkirina aloziya Derayê de bi bin ketin û weke nimûneyekê ji krîza Sûriyê bi giştî re bû, dê ev nakokî û kîn bimîne û di dema guncaw de dîsa vegere.

(fr)

ANHA