​​​​​​​Rojnameyên erebî: Nexşerêya Rûsyayê dê li herêmên din ên Derayê jî pêk bê

Rojnameyên erebî yên îro têkildarî rewşa başûrê Sûriyê, bandora Tirkiyê li welatên Balkanan û rewşa Lîbyayê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Nexşerêya Rûsyayê dê li herêmên din ên Derayê jî pêk bê
15 îlon, 2021   07:53
NAVENDA NÛÇEYAN

‘NEXŞERÊYA RÛSYAYÊ LI BAŞÛRÊ ROJAVAYÊ SÛRIYÊ BERFIREH DIBE’

Rojnameya Şerq El-Ewsat der barê rewşa Sûriyê de wiha nivîsî: “Rûsya pêkanîna nexşerêya ku li Derayê vê dawiyê pêşkêş kiriye, dewam dike. Piştî ku bendên wê beriya çend rojan li Dera El-Beled hatin ragihandin, komîteya ewlehiyê ya girêdayî rejîma Sûriyê li Derayê û Rûsyayê heman tişt li gundewarên rojavayê Derayê jî, xwestin.

Çavkaniyên ji komîteya navendî ya dan û standinan a herêma rojava diyar kir ku komîteya ewlehiyê ya hikumeta Şamê û Rûsya beriya çend rojan dan û standin bi komîteya navendî re pêk anîne û wan aliyan li hev kiriye ku bikevin bajarokê Yadûdê yê rojavayê Derayê, çekên ferdî yên sivik û navîn wergirin û rewşa sivîl û çekdarên (yên ji artêşa Sûriyê veqetiyane) çareser bikin.

Çavkaniyekî destnîşan kir ku ev lihevkirin anku nexşerêya nû ya Rûsyayê dê li piraniya herêm û bajarokên gundewarên rojavayê Derayê di rojên pêş de, bê pêşniyarkirin, bi taybetî jî herêmên ku li dijî hikumetê bi tevger in wekî Casim, Tefes El-Mezêrîb û yên din. Tê destnîşankirin ku herêmên pêkanîna nexşerêyê qebûl nekin, dê wekî Derayê li wir jî hêza leşkerî were bikaranîn.

Lêkolînerê sûrî Mihemed El-Ewêd ji rojnameyê re diyar kir ku heta niha tu aliyan armancên xwe bi temamî pêk neanîne, lê belê bûyerên li başûrê Sûriyê dikevin berjewendiyên Rûsyayê ku êdî li herêmê xwedî biryar in. Rûsyayê rola xwe ya navneteweyî di dosyaya Sûriyê de xurt kiriye, çi li başûrê Sûriyê yan jî li Bakur û rojhilatê Sûriyê.”

‘MERKEL DIXWAZE WELATÊN BALKANAN TEV LI YE`YÊ BIKE’

Rojnameya El-Ereb jî di hejmara xwe ya îro de behsa bandora Tirkiyê li welatên Balkanan kir û wiha nivîsî: “Şansolyeya Almanyayê Angela Merkel roja sêşemê gotibû ku tevlêkirina welatên Balkanan ji Yekitiya Ewropayê (YE) re dikeve berjewendiya jeo-stratejîk ku li hemberî serweriya hêzên din bisekinin. Ev yek niyeta Merkel ya qelskirina rola Tirkiyê li wan welatan nîşan dide.

Welatên Balkanan di dîrokê de her tim qadeke şerê serweriyê di navbera welatên rojavayî û Rûsyayê de bû. Bandora Tirkiyê li wê herêmê di salên dawîn de zêdetir xuya kir. Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ji bo bicihbûna li wir gelek faktor bi kar anîn.”

‘GELO DÊ PARLAMANTOYA LÎBYAYÊ BAWERIYÊ JI HIKUMETA EL-DEBÎBE BIKIŞÎNE?

Rojnameya El-Beyan jî têkildarî rewşa Lîbyayê wiha nivîsî: “Nakokiyên di navbera parlamentoya Lîbyayê û hikumeta yekitiya nîştimanî de zêde dibin, ji ber ku di gelek dosyayên girîng de xwedî nêrînên cuda ne. Dosyaya kişandina baweriyê ji hikumetê êdî li welêt mijara sereke ya nîqaşê ye û gelek parlamenter wê yekê pêwîst dibînin. Ew parlamanter dibêjin ku yên hatine ser hikumê ji bo desthilata xwe mayînde bikin, şer û rûxandin hilbijartin.

Berpirsekî ragihandinê yê serokatiya parlamentoyê Fethî El-Merîmî diyar kir ku vekişandina baweriyê ji hikumetê di çapemeniyê de li pêş e, lê belê heta niha ew dûr dibînin û got: “Eger hikumet di şaşiyan de israr bike, dê tiştekî din derkeve holê. Lê heta niha her tişt asayî dimeşe. Kişandina baweriyê niha dûr e.”

(cx)