Li bazarên Humsê goştê xirab tê firotin

Ji ber rewşa aboriyê ya xirab li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de û nebûna kontrola tenduristiyê li ser xurekan, firotina goştê ji sewalên nexweş û mirî yên wekî deve, çêlek, pez, bizin û hêstir û hespan li Hums û bajarên din ên di bin kontrola hikumetê de belav bûye.

Li bazarên Humsê goştê xirab tê firotin
15 îlon, 2021   08:47
HUMS- ORŞALÎM ELA EL-DÎN

Piştî desteserkirina 3 ton goştê xirab li du dikanên qesaban li kampa vegerê li Humsê, pirsgirêka goştê qirêj ên ku ne li gorî taybetmendiyên tenduristiyê li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de dîsa ket rojevê.

Li her herêmekê bazarên bêkontrol hene ku goştê heywanên nexweş difroşin.

Li gorî bijîşkê beyterî Esad.Ş, firotina goştê sewalên nexweş, dibe sedema belavbûna gelek nexweşiyên bê derman û ji bo gelên herêmê dibe giraniyek, her wiha firotina goştê sewalên nexweş karekî ne mirovî ye.

Herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de di rewşên aborî yên pir dijwar de dijîn.

Ev kirîz bi ferizkirina amborgeyê û nebûna çavdêrên tenduristiyê û belavkirina zêdebûna bazirganên şer, girantir dibe.

Ji ber bihayên zêde yên goşt, bi taybet goştê sor gelek xwediyên xwaringehan ji bo xweşkirina çêja xwarinê, serî li tevlihevkirina goşt û madeyên din didin.

Di vê çarçoveyê de, Salim.G Xwediyê xwaringehekê, anî ziman ku ew di xwaringehê de goştê berxan bikar tînin û rojane diçin qesabxaneyan da ku goştê nû bistînin, lê ew bîvaz, giyan û madeyên din tevlî goşt dike da ku çêja wê xweş bibe.

Selîm.K xwediyê firoşgehek goşt, got hin xwaringeh goştê  keran û hesban bikar tînin û tevlî goştê din dikin û bi vî rengî didin xelkê.

Li hember van binpêkirinan, gelo rola gerînendeya tenduristiyê li bajarê Humsê da ku goştê xirab neyên firotin, li kur e?.

Di vê çarçoveyê de, "D.D" yek ji xebatkarên gerînendeya tenduristiyê li Humsê got çavdêrên tenduristiyê li bajêr dixebitin, lê ji ber zêdebûna hejmara xwaringehan û kêmbûna karmendan û hebûna hin kesayetan ku destekê didin hin xwaringehan, ew nikarin hemû xwaringehan bişopînin.

D.D destnîşan kir ku piraniya firoşkarên goştê xirab li cihekî taybet naxebitin, ji ber vê yekê kontrolkirina wan dijwar e.

ANHA