Li Yemenê şer gur dibe

Li bakurê Yemenê şerê di navbera hêzên hikumetê yên ku ji aliyê Erebistana Siûdî ve tên piştgirîkirin û Hûsiyan de ku ji aliyê Îranê ve tên piştgirîkirin, li nêzîkî sînorê Erebistana Siûdî giran bûye.

Li Yemenê şer gur dibe
17 îlon, 2026   11:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li wîlayeta El Cewfê ya li bakurê Yemenê, di navbera hêzên hikumetê yên ku bi desteka Erebistana Siûdî û Hûsiyan de ku ji aliyê Îranê ve tên piştgirîkirin, pevçûnên giran çêdibin.

Li gorî AFP’ê, hêzên hikumetê li dora wargeha leşkerî ya El Labanatê pêşve çûne û kontrola hin herêman girtiye destê xwe. Lê belê ji ber ku Hûsiyan girên serdest girtine, wargeh bi tevahî nehatin desteserkerin.

Hûsiyan jî der barê pevçûnan de dîmen belav kirin.

Şer piştî pêşveçûna Hûsiyan a li ser perava Deryaya Sor giran bû. Hûsiyan kontrola bajarê benderî yê Mokhayê girtiye destê xwe û kontrola xwe ya li ser peravê û hin giravan berfireh kir.

Tengava Bab El Mendebê dikeve navbera Deryaya Sor û Kendava Adenê. Ji ber vê yekê ev herêm ji bo bazirganiya deryayî ya navneteweyî xwedî girîngiyeke stratejîk e.

Tevî êrişên hewayî yên Erebistana Siûdî jî, pêşveçûna Hûsiyan bi tevahî nehat rawestandin.

BI SED HEZARAN KES JI WARÊN XWE BÛNE

Li Yemenê pevçûn di hefteyên dawîn de dîsa giran bûn. Ji ber pevçûnan bi sedan kesî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî UNHCR’ê bi kêmanî 100 hezar kes ji cih û warê xwe bûye.

Hûsî ji xeynî paytext Sanayê û herêmên berfireh ên li bakur û kontrola Hudeydeyê ya li rojava jî dikin. Bi pêşveçûna xwe ya dawîn a li Deryaya Sor re jî kontrola xwe yê li peravên rojavayê Yemenê bêtir xurt kiriye.