2 jinên dîlgirtî yên ku hatine berdan serpêhatiyên xwe vegotin

2 jinên dîlgirtî ku yek ji wan bi zarokê xwe re girtî bû, serpêhatiyên xwe yên di dema girtinê de vegotin hincetên ku hikumeta veguhêz ji bo girtina wan nîşan dane, aşkera kirin.

2 jinên dîlgirtî yên ku hatine berdan serpêhatiyên xwe vegotin
16 îlon, 2026   15:25
HESEKÊ
HENAR IBRAHÎM – BOTAN HİSÊN

Yek ji jinên ku îro ji hêla hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve hatiye berdan, Hala Hemê Îbo ye. Hala ji gundê El Ceda yê Minbicê ye. 

Hala Hemê Îbo 2 meh û nîv berê li xaleke kontrolê ya hikumeta veguhêz a li Minbicê hat girtin û di zindana Minbicê de dihat ragirtin.

Halayê ji ajansa me re got sûcê li dijî wê hatiye nişandan, tevlêkirina ciwanan bo nav Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bûye.

Hala di piraniya dema girtinê de li Minbicê bi zarokê xwe yê 3 salî re ma, paşê çend roj berî serbestberdana wê veguhastine zindaneke li Dêrazorê û dûvre Hesekê.

Katrîn Qasim Îssa jî ji Şamê ye. Katrînê got dema wê serdana hevaleke xwe ya li Tebqayê dikir, hat girtin û hat tawanbarkirin ku ew ciwanan tev li QSD`ê dike.

Katrînê destnîşan kir ku ew salek û 2 meh bi tawanbariya tevlêkirina ciwanan bo nav QSD`ê hate girtin û li şaxê Ewlekariya Siyasî ya li Şamê hat lêpirsînkirin. Paşê ew birine girtîgeheke li Nebkê, dûre Dêrazorê û di dawiyê de anîne Hesekê.

Îro 49 dîlgirtiyên ku ji aliyê hikumeta veguhêz ve dihatin girtin, serbest hatibûn berdan.

(k)

ANHA