Cezayê darvekirinê dan kujerê zarokekî

Dadgeha Ceza ya Duyemîn a Hemayê cezayê darvekirinê li kujerê zarokekî birî.

Cezayê darvekirinê dan kujerê zarokekî
17 îlon, 2026   11:56
HEMA

Dadgeha Ceza ya Duyemîn a Hemayê cezayê dervekirinê li kujerê zarokê bi navê Mihemed Xalid El Şêx birî. Dadgeha Hemayê îro ragihand ku Mihemed El Şêx 2 saetan îşkence li zarokê bi navê Mihemed Kemal Xebaz kiriye û piştre xeniqandiye.

Mihemed El Şêx dema ku îşkenceyê li Mihemed Xebaz dike û dîmenan dikişîne û ji dayika Mihemed Xebaz re bi rê dike. Dayika zarok Mihemed hevjîna berê ya Mihemed El Şêx e û bi hinceta ku tola xwe ji dayika zarok hilde, ew kuştiye.

Bûyer sala 2022`yan qewimiye. Berpirsên Dadgeha Hemayê Çileya 2026`an ragihandibû ku wan Mihemed El Şêx girtiye.

(np)

ANHA