Girtiyên hatine berdan şert û mercên girtinê vegotin

Girtiyên ji girtîgehên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê hatine berdan behsa şert û mercên ragirtinê kir û destnîşan kir ku îşkence li wan hatiye kirin.

Girtiyên hatine berdan şert û mercên girtinê vegotin
16 îlon, 2026   15:58
HESEKÊ
HENAR IBRAHÎM –BOTAN HISÊN

Girtiyên ku îro hatine berdan behsa şert û mercên ragirtinê û veguhastina wan a di navbera çend girtîgehan de kir û destnîşan kir ku îşkence li wan hatiye kirin.

Şahîn Osman got ew li girtîgehên El-Ra'i û El Hasiyeyê hatiye girtin û îstîxbarata Tirkiyeyê di Mijdara 2024’an de dema ku ew ber bi bajarê Menbîcê ve diçû, li Cerablusê ew girtiye.

Osman diyar kir ku di girtîgeha El Hasiyeyê de zêdetirî 250 girtî hene ku ji herêmên Hesekê, Efrîn, Reqa, Amûdê û Serêkaniyê û Girê Spî ne.

Mistefa Yûnis ê ji Kobanê got ew di 12’ê Çileya 2026’an de hatiye girtin û di navbera çend navendên girtinê de hatiye veguhastin, ji Humsê bo Şamê, dû re bo zindana El Hasiyeyê û ji wir bo Dêrazorê û Hesekê.

Ehmed Elî El Casim ê ji Reqayê got ew di 10’ê Tebaxa 2025’an de li Laziqiyê, hatiye girtin. Wî diyar kir ku ew ji zindana El Hasiyeyê bo zindana leşkerî ya El Raî, dû re bo zindana Dêrazorê û ji wir bo zindana Navendî ya Menbîcê hatiye veguhastin.

El Casim got muameleya bi girtiyan re xirab bû, her wiha komên di zindanan de tehde li wan dikir.

Şaban Mihemed ê ji Efrînê got ew di sala 2024’an de ji aliyê komên çekdar ve hat girtin, paşê ew radestî Ewlekariya Giştî hat kirin. Mihemed got ew li zindana El Hasiyeyê hatiye girtin û li wir işkence li girtiyan hat kirin.

Şaban Mihemed her wiha got malbata wî li ya navçeya Mabata ya Efrînê di tevahiya dema girtina wî de nizanibû ew li ku ye.

(k)

ANHA