Mexrib û Îsraîlê biryara xurtkirina têkiliyên dîplomatîk da

Mexrib û Îsraîlê biryar da ku asta têkiliyên dîplomatîk bi vekirina balyozxaneyên xwe û tayînkirina balyozan bilind bikin.

Mexrib û Îsraîlê biryara xurtkirina têkiliyên dîplomatîk da
17 îlon, 2026   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera “Îsraîl Bil Erebiya” ya girêdayî hikumeta Îsraîlê bi rêya platforma X`ê diyar kir ku Mexrib û Îsraîlê biryar daye ku asta têkiliyên xwe yên dîplomatîk bilind bikin, hevdîtinên dîplomatîk bikin, balyozên xwe tayîn bikin û balyozxaneyên xwe vekin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev biryar di civîna li New Yorkê de hatiye dayîn. Mexrib li kêleka Îmarat, Behreyn û Sûdanê, yek ji 4 dewletan e ku sala 2020`an di çarçoveya lihevkirinên ku DYA tê de navbeynkar e, gavên başkirina têkiliyên bi Îsraîlê re biavêje.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Îsraîl û Mexribê li ser berfirhekirina seferên hewayî yên şîrketên balafirgehan ên Mexribê li hev kiriye, ev gav jî dê di dawiya vê salê de (2026) pêk were.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Îsraîl û Mexribê li ser temamkirina her du lihevkirinên têkildarî parastina îstîsmarê û rêgirtina ber dayîna du caran a bacê jî li hev kiriye.”

(sb)

ANHA