​​​​​​​SOHR: Dibe ku li Derayê têkildarî 31 çekdaran lihevkirin çêbe

SOHR’ê da zanîn ku piştî ku hêzên Rûsyayê, hêzên hikumeta Şamê û rûspiyên Derayê derbasî herêma Dera El-Beled bûne, dibe ku lihevkirin têkildarî 31 çekdarên li herêmê çêbe.

​​​​​​​SOHR: Dibe ku li Derayê têkildarî 31 çekdaran lihevkirin çêbe
1 îlon, 2021   13:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku tê payîn ku lihevkirin têkildarî 31 çekdarên herêmî li Dera El-Beled çêbe ku bi garantoriya Rûsyayê pêk tê. Her wiha ew kes dê çekên xwe radest bikin, lê agahî heta niha têkildarî derketina wan ji herêmê, nehatine bidestxistin.

SOHR`ê ragihand ku hêzên leşkerî yên Rûsyayê û hin kesên ji komîteya ewlehiyê ya girêdayî hêzên hikumeta Şamê û nûnerên rûspiyên Derayê derbasî herêma Dera El-Beled bûne.

 (bx)