Çeteyan li Efrîna dagirkirî sivîlek revand û îşkence lê kir

Çeteyên “Polîsên Leşkerî” yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker şêniyê bi navê Mistefa Bekir Bekir li gundê wî yê girêdayî navçeya Şera ya Efrînê revand û bi tundî îşkence lê kir.

Çeteyan li Efrîna dagirkirî sivîlek revand û îşkence lê kir
1 îlon, 2021   12:34
ŞEHBA

Çavkaniyekî ragihand ku çeteyên “Polîsên Leşkerî” Mistefa Bekir Bekir ê ji gundê Derwêş ê navçeya Şera ya Efrînê, dema gihaşt gundê xwe, revand.

Li gorî çavkanî, Mistefa Bekir 19 salî ye. Çavkanî daxuyand ku çeteyan Mistefa Bekir bir navenda çeteyan a li navçeya Şera û bi tundî îşkence lê kir. Çeteyan her wiha li hemberî serbestberdana wî, milyonek lîreyên Sûriyê xwest.

(cx)

ANHA