Çeteyên Tehrîr El-Şam bejahiyên Idlib û Hemayê topbaran kirin

Piştî bombebarana Rûsyayê li dijî baregeha çeteyên Tehrîr El-Şam a li bejahiya Idlibê, çeteyên Tehrîr El-Şam herêmên hikumeta Şamê yên li Hema û Idlibê topbaran kirin.

Çeteyên Tehrîr El-Şam bejahiyên Idlib û Hemayê topbaran kirin
1 îlon, 2021   13:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), çeteyên Tehrîr El-Şam bi zêdetirî 50 mûşekî herêmên Şethe, Corîn, Naoret Corîn, Mîrza yên di bin kontrola hikumeta Şamê de ku li bejahiyên rojavayê Hemayê ne topbaran kirin. Ev herêm ji ber ku balafirên Rûsyayê vê sibehê baregeha çeteyên Tehrîr El-Şam a li rojavayê Idlibê topbarankirin, çeteyan topbaran kirin.

Di encama topbaranê de zarokek hat qetilkirin û 7 birîndar bûn, li gel wê jî zirarên madî çêbûn. Her wiha çeteyên Tehrîr El-Şam herêmên Xan Şêxon û Merdibsê yên başûrê Idlibê topbaran kirin.

Li gorî SOHR’ê, balafirên şer ên Rûsyayê vê sibehê 7 caran derdora gundê Hemame yê Cisir El-Şixor ê Idlibê bomebaran kir ku tê de baregeha çeteyên Tehrîr El-Şam heye. heta niha tu agahiyên li ser windayan tune ne.

(fr)