Balafirên Rûsyayê nuqteyên DAIŞ'ê li çolistana Sûriyê bombebaran kirin

7 balafirên şer ên Rûsyayê li dijî nuqteyên çeteyên DAIŞ'ê yên li çolistana Sûriyê zêdetirî 25 êriş pêk anîn.

Balafirên Rûsyayê nuqteyên DAIŞ'ê li çolistana Sûriyê bombebaran kirin
1 îlon, 2021   11:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku vê sibehê 7 balafirên şer ên Rûsyayê nuqteyên DAIŞ'ê yên li çolistana Sûriyê, bi taybetî li sêgoşeya Hema-Heleb-Reqayê, bi dijwarî bombebaran kirin.

Di 30'yê Tebaxê de, 6 balafirên şer ên Rûsyayê nuqteyên çeteyên DAIŞ'ê li çolistana Sexne ya bakurê rojavayê Humsê bombebaran kiribûn.

(dm)