Yekitiya Êzidiyên Efrînê êrişên li dijî kampên êzidiyan şermezar kirin

Yekitiya Êzidiyên Efrînê êrişên li dijî kampa êzidiyan a li Qadiya yê herêma Zaxo ya Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û hate gotin “Hikumetên Bexda û Hewlêrê şirîkên sûcên dewleta Tirk ên li dijê mafên mirovan in.”

Yekitiya Êzidiyên Efrînê êrişên li dijî kampên êzidiyan şermezar kirin
1 îlon, 2021   11:52
ŞEHBA

Bi dehan endamên Yekitiya Êzidiyên Efrînê û Yekitiya Jinên Êzidî yên Efrînê û endamên saziyên sivîl a Kampa Berxwedan a li Fafînê kom bûn û daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê Orîvan Menan û bi zimanê erebî ji aliyê Hisên Hesen ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ku dewleta Tirk di meha borî de bi balafirên bêpîlot Şengal bombebaran kir û di encamê de bi dehan kes şehîd bûn. Her wiha hat diyarkirin ku di 30'yê Tebaxê de dewleta Tirk kampa Qadiya ya Zaxoyê bombebaran kir û di encamê de 2 zarok şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn û wiha hate gotin: “Dewleta Tirk bi vê yekê hemû pîvanên navneteweyî û mirovahiyê binpê kirin."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di kampa Qadiya de gelek malbatên êzidî yên ku ji hovîtiya DAIŞ'ê di 3'yê Tebaxê de reviyan hene, her wiha piştî ku DAIŞ têk çû, dewleta Tirk dixwaze tişta ku DAIŞ'ê nekarî li dijî êzidiyan pêk bîne, temam bike û wiha hate gotin: "Ev yek jî li gel bêdengiya hikumetên Bexda û Hewlêrê pêk tê û ew her du jî şirîkên sûcên dewleta Tirk ên li dijê mafên mirovan in."

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6vsfNZgvcw0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>