​​​​​​​Evîn Cûma: Şerê ji bo desthilatdariyê pêkanîna aştiyê asteng dike

Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê semînerek li dar xist. Evîn Cûma got “Ji ber şerê ji bo desthilatdariyê, her tim pêkanîna aştiyê asteng dibe."

​​​​​​​Evîn Cûma: Şerê ji bo desthilatdariyê pêkanîna aştiyê asteng dike
1 îlon, 2021   12:15
QAMIŞLO

Semîner bi navê "Rêya aştiyê ji bo avakirina cîhaneke dadmend û domdar" ji aliyê yek ji rêveberên Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê Evîn Cûma ve hate dayîn.

Semîner li Baxçeyê Xwendinê yê li Qamişloyê li dar ket.

Di semînerê de Evîn Cûma behsa ewlehî û edaletê kir û wiha got: "Mirovahî ji destpêkê de hewl dide aştiyê pêk bîne. Lê ji ber şerê li ser desthilatdariyê, her tim pêkanîna aştiyê asteng dibe."

Evîn diyar kir ku diyarkirina Roja Aştiyê ya Cîhanê ne di sala 1981`an de bû lê belê beriya wê bi sedan salan cîhanê ev roj pîroz dikir, Komseriya Bilind a Mafên Mirovan di 1`ê Îlona 1981`an de ew roj diyar kir, ji ber ku girîngiya aştiyê di parastina ewlehiya tevahî cîhanê de heye.

Di dawiyê de Evîn Cûma ev tişt anî ziman: "Şerên ku çêdibin, parçebûnê di nava civakê de derdixin."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2kBeyOUOjE8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>