Malik Ebû El-Xêr: Ji bo çarseriyên siyasî nîqaşên navneteweyî û sûrî hene

Serokê Partiya Lîwa Sûrî Malik Ebû El-Xêr eşkere kir ku ji bo gihaştina çareseriya siyasî nîşqaş bi aliyên navneteweyî û sûrî re tên kirin. Her wiha da zanîn ku peywendî di navbera Partiya Lîwa û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hene.

Malik Ebû El-Xêr: Ji bo çarseriyên siyasî nîqaşên navneteweyî û sûrî hene
19 tebax, 2021   08:10
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA HEBÎB

Berê her kesî li geşedanên li parêzgeha Siwêda û tevahiya başûrê Sûriyê ye û bi kûrbûna aloziyê re banga pêkanîna modela Rêveberiya Xweser li başûrê Sûriyê hate kirin.

Têkildarî mijarê ajansa me hevpeyvîn bi Sekretêrê Giştî yê Partiya Lîwa Sûrî Malik Ebû El-Xêr re çêkir.

Hevpeyvîn wiha ye:

Sedema avakirina vê partiyê çi bû û armancên we çi ne?

Avakirina partiyê mafekî me yê siyasî ye ji ber di destûrê de hatiye misogerkirin. Ew yek jî piştî çend salan ji paşguhkirinê ne tenê Siwêdayê, lê belê tevahî çînên Sûriyê pêk hat.

Me partiyeke bi navê Lîwa Sûrî li ser rêgezên nîştimanî wekî; parastina yekitiya xaka Sûriyê, pêkanîna diyaloga sûrî-sûrî, meşandina xebata siyasî bi rêya nîqaşên bi pêkhateyên Sûriyê re, pêkanîna nîqaşan bi hêzên herêmî yên aktîf re, ava kir û armanc ew bû ku çareyekê ji rewşa Sûriyê re were dîtin.

Ji bo me ev gaveke pir girîng e û ne tenê li Siwêda, lê belê li tevahiya herêmên Sûriyê bûye erk ku rola siyasetê dûrî rewşa ewlehiyê û paşguhkirinê ya ku desthilat di pêvajoya salan de bi kar anî were aktîfkirin. Êdî îro ne desthilat ne jî aliyên sûrî bi tena xwe dikarin rewşê bi rê ve bibin.

Ji bo birêvebirina xebata sûrî, avakirina partiyeke siyasî gava yekemîn li Siwêdayê ye. Da ku Siwêda bibe nuqteya destpêkê û piştre li tevahî parêzgehan belav bibe.

Me Rêveberiya Xweser an jî fedralî pêşniyar nekiriye, tişta me got ku şeklê hikumê heyî çi Rêveberiya Xweser be yan jî fedralî be yan jî rêveberiyeke nenavendî berfireh be divê nêrîna hemû sûriyan bigire û li ser bingeha diyaloga niştimanî sûrî hatibe avakirin.

Herêmên ku hûn lê çalak in kîjan in?

Em li gelek herêman çalak in, hêza herî mezin li başûrê Sûriyê ye, hin parêzgehên din jî hene ku bi rêya hevkariya bi çalakiyên sûrî re em xebatê didin meşandin. Ew jî yan bi rêya çalakiyên me wekî partiyê yan jî bi rêya hevkariya bi çalakiyên siyasî yên sûrî re yên ku li herêmên din ên Sûriyê ne yan jî li derveyî Sûriyê xebatê dimeşînin.

Em vegerin beriya destpêkirina şoreşê yan jî krîza sûriyê, bi nêrîna we çi bû sedem ku şoreş dest pê bike û sedemên jirêderketina wê çi ne?

Destpêkirina şoreşê tiştekî normal û şêwazeke jiyanê ye, ji beriya 2011`an ve li Sûriyê gendelî gihaştibû asteke pir bilind û xizantî zêde bûbû, her wiha desthilat û aborî û her tişt dabû ber xwe, welat bi awayekî neeşkere hatibû hilweşandin, li gel wê jî mezhebperestî hebû, lê veşartî bû.

Gelek tişt hebûn ku bûn sedema derketina krîzê, her wiha rewşa ewlehiyê ya ku êdî nedihat tehemulkirin. Ev hemû bûn sedem ku şoreş bi şeklê xwe yê sivîl û aştiyane derkeve.

Çima ji rê derket? Ji ber ku ji kêliya çek hatiye rakirin de ku ew jî bi xwesteka desthilatê bû, şoreş ji şeklê xwe yê sivîl û aştiyane derket. Tundî ji aliyê desthilatê ve pêk hat û li hemberî vê yekê jî bêdengiyeke navneteweyî hebû. Di kêliya ku welatiyan çek rakir de şoreş ji rêya xwe derket. Ev jî bi rêya aliyên berpirs ve pêk hat. Îxwan muslimîn dest avêt şoreşê û ji bilî bikaranîna çekan tiştekî din qebûl nekirin. Di encamê de şoreş û hilweşandina rejîmê veguherî rageşiyeke bi armanca xizmetkirina berjewendiyên navneteweyî ku heta niha berdewam dike.

Hûn çawa rola hikumeta Şamê û ya opozîsyonê di ragêşiya sûrî de dinirxînin?  

Îro tiştekî bi navê hikumeta Şamê yan jî opozîsyonê nemaye, hikumet nûnetiya Rûs û Îraniyan dike û opozîsyon jî nûnertiya dewleta Tirk û hêzên din ên aktîf dike, anku her du jî ne xwedî biryar in û sûcan li herêmên di bin kontrola wan de pêk tên.

Desthilata Sûriyê sûcên pir giran pêk anîn û li hemberî vê yekê opozîsyonê jî dema ku bi dewleta Tirk re herêmên Efrîn û Idlibê dagir kirin, heman siyaseta hikumetê meşand û dest bi girtin û revandinê kirin.

Hêzeke leşkerî ya bi navê"Hêza têkoşîna li dijî terorê" girêdayî Partiya we ye, gelo çima ev hêz hate avakirin û erka wê çi ye?

Me diyar kir ku "Hêza Têkoşîna li dijî Terorê" ne girêdayî partiyê ye, lê belê hevkarî di navbera her du aliyan de heye, me her du alî gihandin hev da ku em nekevin şaştiya opozîsyonê, ango hebûna siyasî û hebûna leşkerî ne qut be.

Der barê hevkariya kontrolkirina karên siyasî û leşkerî de berpirsyariya me xebata siyasî bû û ya wan jî xebata leşkerî bû, me gelek şert danîn pêşiya wan, jê divê girtîgeh tune bin da ku em nekevin xefkên sûcên ku yên din ketiniyê.

Erka wan parastina herêmên ku lê ne û divê li dijî êrişên terorîst bisekinin, dema em behsa terorê dikin em îşaretê bi DAIŞ û komên terorîst ên li çolistanê dikin.

We têkildarî rêgeheke nû ya ji aloziya Sûriyê re, nîşqaş bi hêzên navneteweyî û aliyên sûrî re kirine?

Di çarçoveya çareseriya siyasî ya bê de, nîqaş bi aliyên navneteweyî û bi aliyên sûrî re heta vê kêliyê hene û xurt in jî.

Hûn daxuyaniyên Esed ên dawî yên têkildarî nenavendîbûnê û qedexekirina vegera Sûriyê ya wekî beriya aloziyê çawa dinirxînin?

Nenavendîbûn di destûra ku li Cinêvê li ser tê xebitandin de, hate pêşniyarkirin, Esed nema Sûriyê bi giştî kontrol dike.

Sûriye nema wekî berê ye, saziyên ewlehiyê bûne wekî hemû komên din, ji hemû herêmên Sûriyê dengên gel hatin bilindkirin ku divê her herêmek bi rêbazeke nû ku dûrî navendîbûnê be, xwe bi rê ve bibe, ji ber ku navedîbûnê ji derveyî gendeliyê tiştek ji gelê sûrî re neaniye. Ev çareseriya nenavendîbûnê ne tenê Beşar El-Esed pêşniyar dike, lê belê êdî ev çareserî li ser rûyê erdê di pratîkê de heye.

Hûn çawa li modela Rêveberiya Xweser dinêrin?

Li gorî şopandina me û tevî ku gelek êrişên ragihandinê li ser hene, ji bo me modeleke pir baş e. Vê modelê wekî destpêk yek ji rêxistinên herî sûcdar û bi hêz di cîhanê de têk bir.

Ji berê ve û heta niha yekane aliyê ku bi wêrekî li dijî rêxistina DAIŞ`ê şer dikin e. Di derbarê kar û xebata rêveberiyê ya li hundir de, li gorî em dibihîzin û raporên ku ji hundir digihêjin me, em dibînin ku welat di bin wêraniyê de bû, lê îro ji nû ve tê avakirin.

Bi nêrîna min divê em her modelekê heqê wê yê xwezayî bidinê, nexasim em ji şerê deh salan dewam kir, derketine û em ditirsin ku bi şerekî ku deh salên din dewam bike re rû bi rû bimînin, nexasim piştî Talîban hat ser hikum.

Ew modeleke û divê sûrî ji bo mezinkirina wê hêza xwe bidinê, ji bo min tişta ku heta îro pêşkêş kiriye pir girîng û mezin e û ya girîng ew e ku beşên sûrî yên din jî bi vî çavê ku ez lê dinêrim, lê binêrin, ne ku wekî hin aliyên sûrî şerê wê bikin. bonimûne opozîsyona sûrî dev ji Beşar El-Esed berdaye û şerê Rêveberiya Xweser dike.

Ev model ji mafê wê ye ku jê re wext were dayîn da ku xwe baş bi rêxistin bike, di nav de gelek nakokî hene, ev jî tiştekî normal e, ji ber ku di destpêka avakirina xwe de ye.

Ez dibînin ku ev model serkeftî ye û divê em bi çavê çavdêr, alîkar û şîretwar lê binêrin û wekî hemû pêkhateyên sûrî ji xwe re şirîk bibînin.

Hûn dixwazin li Siwêda û başûrê Sûriyê yan jî li tevahî Sûriyê pêk bînin?

Ev yek gel bi xwe biryara wê dide nabe were ferzkirin, lê em bi rêveberiyeke nenavendî a berfireh re ne, em bi rizgariya ji navendîbûn û gendeliya wê ku wêranî anî serê Sûriyê re ne.

Gelo peywendî di navbera partiya Lîwa yan jî hêzeke din a li Siwêda û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hene? Gelo der barê çareserkirina aloziya Sûriyê de amadekariyên hevbeş hene?

 

Bê guman di çarçoveya çareserkiririna siyasî ya ji aloziya Sûriyê re xebatên hevbeş hene, em wan şirîkên xwe yên di nav pêkhateyên sûrî de cihên xwe digirin, dibînin û ji bo lêgerîna li çareseriya siyasî ya ji aloziya Sûriyê re ew şirîkên girîng in.

Di halê hazir de lêgerîn hene û muhteml e ku naveroka vê yekê di kongre yan jî xebatên aktîf de were eşkerekirin.

Gelo mumkîn e di çarçoveya pevguherîna tecrûbeyan de hevkarî di navbera QSD`ê û "Hêzên Têkoşîna li Dijî Terorê" de yan jî komên din ên li Siwêda çêbibe?

Bê guman, têkildarî Hêza "Têkoşîna li Dijî Terorê" dibe ku hevkarî û pevguherîna agahiyan hebe, ji ber ku em û wan li ser heman xeta navçeya çolistanê şer dikin û hevkariya di vê mijarê de gaveke normal e, ji ber ku em her du şerê heman alî û xeteriya li çolistanê dikin. Ji çolistana Humsê dest pê dike û heta çolistana Siwêda dewam dike, ji lew re pevguhartina agahiyan di navbera her du aliyan de heye.

Hûn çawa geşedanên Dera ya cîran dişopînin?

Dera mafên xwe pêk tîne û ji heqê wê ye ku wekî her sûriyekê hebûna Îranê red dike, divê ew jî hebûna îranî red bike.  

Dera îro eşkere gotina xwe dibêje ku hebûna îranî û saziyên ewlehiyê ku ji derveyî xerabî û madeyên hişbir tiştekî din ji Sûriyê re neanîye, red dike.

Gelê Derayê wekî her pêkhateyeke sûrî ji bo erd û hebûna xwe şer dike û tiştekî normal e ku em piştgiriya wan bikin û daxwazên wan pêk bînin.

Gelo encamên şerê li Derayê ger hikumeta Şamê bi ser bikeve yan jî bi bin bikeve, dê bandorê li rewşa Siwêdayê jî bike?

Tiştekî ku bandorê li Siwêda û başûr bike tune ye, ji ber ku niha ne desthilta heyî biryarê dide, yê ku biryarê dide Rûs in û delîlê vê yekê jî dema ku bi beşdarbûna efserên desthilatê derbasî civînan dibin, Rûs fermanan didin efseran. Wekî ku  efserên hikumetê li cem Rûsan leşker in nêzîk dibin.

Pirsa rast ew e ku ger Rûs rewşa Derayê çareser bike dê bandoreke erênî li rewşa Siwêda jî bike? Bersiv jî; belê dê bandoreke erênî bike.

Piştî şerê deh salan û derketina şeklên cihêwaz ê ji hikumê li ser herêmên Sûriyê yên cuda re, baştirîn çareseriya ji aloziya Sûriyê re çi ye û gelo heta astekê têrê dike ku modeleke baştir were dîtin?

Wekî gava yekem a ji diyalogê re baştirîn çare nenavendîbûna berfireh e, modela Rêveberiya Xweser li ber destên me ye û ketiye pratîkê û nêrîna xwe destnîşan dike. Her wiha erdên me yên ku di bin kontrola dewleta Tirk de ne hene ku siyaseta tirkkirinê bi awayekî eşkere lê tê meşandin û roj bi roj ji xaka Sûriyê tê qutkirin û hevlî xaka Tirkiyê tê kirin, mînaka wê Efrîn û Idlib in.

Em nikarin bibêjin çareseriya bê çi ye, lê ji bo min li başûrê Sûriyê em bi rêveberiya nenavendî ya berfireh re ne. Di heman demê de em ber bi çareseriyeke ku hemû aliyên sûrî razî bike ve diçin. Ji lew re bi nêrîna min em tu çareseriyan pêşniyar nekin. Çareserî piştî rûniştinên me wekî hemû sûriyan a li ser maseya diyalogên neteweyî wê derdikve pêş.

Gotineke we ya dawî heye?

Em hêvî dikin û hêviya me bi zanebûna sûriyan pir mezin e, piştî çareseriya siyasî divê sûrî bizanibin ku mumkîne em bi şerekî demdirêj ku bi terora bê ya li ser Sûriyê re, rû bi rû bimînin. Terora ku hikumetê ew hiştiye da ku tolê ji sûriyan rake.

Îro terorîstên wekî DAIŞ û Cebhet El-Nusra hene ku gelek caran navên xwe guhartin. Ew dê girêdayî El-Qaîdê bimînin û dê neyên guhartin. Di heman demê de komên îranî ku ew jî di nav lîsteyên terorê de ne, hene û li dijî sûriyan terorê dimeşînin.

Divê em bizanibin ku şerê me yê bê bi terora demdirêj re ye.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KMKpCTO2LSQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>