Li gundewarê Hesekê ava vexwarinê biha bûye

Ava vexwarinê li gundewarên Hesekê biha bûye û her 5 bermîl bi 150 hezar lîreyê Sûriyeyê ye.

Li gundewarê Hesekê ava vexwarinê biha bûye
19 îlon, 2026   12:30
HESEKÊ

Li gundên rojhilatê Hesekê ji ber bihabûna mazotê ava vexwarinê jî biha bûye. Êdî xwediyên tankeran 5 bermîl (hezar lîtir) ava vexwarinê bi 150 hezar lîreyayn difroşin. Berê her 5 bermîl ava vexwarinê bi 75-100 hezar lîreyî bû.

Pirsgirêka avê Ii navçeya Holê û gundewarên wê mezin bûye, piştî ku nema ava xwe ji stasyona Elokê digirin neçarin ku bi tankeran avê ji navçeya Til Berak (40 km) ji Holê dûr, wergirin.

Çavkaniyên herêmî dan zanîn ku êdî derfetên şêniyan nîne ku avê bikirin û daxwaz dikin ku xeta avê ya di navbera Hesekê û Holê de were temîrkirin, da ku ava Elok bigihîje wan.

(np)

ANHA