Jin kevneşopa amadekirina xwarinên zivistanê didomînin

Bi nêzîkbûna zivistanê re jinên li Dêrikê dest bi çêkirina xwarinan ji bo zivistanê kiriye.

Jin kevneşopa amadekirina xwarinên zivistanê didomînin
Jin kevneşopa amadekirina xwarinên zivistanê didomînin
Jin kevneşopa amadekirina xwarinên zivistanê didomînin
Jin kevneşopa amadekirina xwarinên zivistanê didomînin
Jin kevneşopa amadekirina xwarinên zivistanê didomînin
Jin kevneşopa amadekirina xwarinên zivistanê didomînin
Jin kevneşopa amadekirina xwarinên zivistanê didomînin
19 îlon, 2026   06:30
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

Di destpêka payîzê de, çêkirina xwarinên ji bo zivistanê li herêma Cizîrê çandeke kevnar e. Her sal jin li hev kom dibin û dest bi çêkirina xwarinan û depokirina wan ji bo zivistanê dikin. 

Di vî wextî de jin cureyên cihêreng ên sebze û fêkiyan berhev dikin an dikirin, piştre hişk dikin. Tevî hebûna van madeyan li sûkan jî, lê jin dixwazin li malê amade bikin, ji ber ku çêjek cuda heye û ya din jî jêdera madeyên bi kar tînin û rêbazên çêkirinê dizanin û ji bo malbatan vebijêrka aborî ye.

Jinên ji Dêrikê rîçalên weke mişmiş, hejîr, tirî û kundirê qişê û sebzeyên weke dimsê îsotan, dimsa bacanan, danok û miloxiyê amade dikin. Li kêleka wan jî sebze û giyayan jî hişk dikin.

Xebata amadekirina xwarinan (mûnet) dem û kedekê dixwaze; wekî hilbijartina sebze, fêkiyên guncaw, şûştin û amadekirina wan, ziwakirin, çêkirin û xistina wan di kûzan û cihên guncaw de da ku heta dirêjahiya zivistanê hazir bin.

Jina bi navê Eyşê Ehmed got, ew ji nêzî 15 salan ve xwarinan wekî rîçalên hejîr, mişmiş, hwd, dimsê, îsot û bacanan çêdike.

Eyşê diyar kir ku çêkirina xwarinan û depokirina wan ji bo zivisatnê çandek e ku ji zarokatiya wê ve pê re maye û got: “Her sal ez mûnetê amade dikim û kêfxweş im. Ji biçûkaniyê de fêrî çawaniya çêkirinan bûme û naxwazim ên hazir bikirim. Ji ber ku amadekirina wê li malê ji bo min pir paqij e û çêjeke xweştir dide.”

 (f)

ANHA