Bi şêwekariyê komkujiya li Siwêdayê belge dike

Şêwekar Kristîna El Şiblî bi rêya şêwekariyê komkujiya Siwêdayê belge dike û zarokan perwerde dike.

Bi şêwekariyê komkujiya li Siwêdayê belge dike
19 îlon, 2026   05:05
SIWÊDA

Şêwekar Kristîna El Şiblî sala 1993`yan ji dayik bûye, ji temenekî biçûk de berê xwe dide şêwekariyê, hezkirina wê ya şêwekariyê û malbata wê pê re dibe alîkar ku fêr bibe û xwe bi pêş bixe.

Şert û merc bi Kristînayê re nabe alîkar ku Fakûlteya Hunerên Bedew bixwîne, hunera spandî hildibijêre û piştî du salan xwendina xwe bi dawî dike êdî li dibistanan waneya şêwekarî dide, lê xeyalê Kristîna mezintire û lêgerîna xwe ya pêşxistina hunerê berdewam dike.

Meha Tîrmeha sala 2025`an Kristîna El Şiblî jî yek ji şahidên komkujiyê ye, li ber çavên wê bajarê wê tê wêrankirin, kes û malbat têne kuştin, koçberî çêdibe û ew digihîje rewşa ku hêviya xwe jiyanê qut dike.

Piştî demek li ser komkujiya Siwêda derbas dibe Kristîna biryar dide ku bi rêya wênexêziyê komkujiya li Siwêda pêk anîn belge bike, kesên hatine kuştin di bîra civakê de bihêle.

Kristîna ji çîroka xortê bi navê Îsam Ezam dest pê dike, jêre zehmete ku hûrgiliyên komkujiyê bi bîr bîne û tabloyan xêz bike, lê ji bo Îsam ê di komkujiyê de hatî kuştin, neyê jibîrkirin wêneyî wî xêz dike. Êdî malbatên qurbaniyên komkujiyê berê xwe didin Kristîna ku wêneyê zarokên wan xêz bike û kuştina wan di komkujiyê de belge bike.

Bi demê re Kristînayê dest bi hemleya "Wefa" kir, 3 caran bi rêxistin kir, herî dawî 15`ê Tîrmehê organîze kir. Di Wefayê de wêneyên kes û qurbaniyên komkujiyê pêşkêş dike û wan bi bîr tîne.

Xebatên Kristînayê yên hunerî bi vê yekê re sînordar namînin, stûdyoya "Miss Cokî" vedike, bi vê projeyê re hewl dide tecrubeyên xwe derbasî neslên nû bike û zarokan perwerde bike. Herî zêde zarokên ku komkujî dîtine perwerde dike, da ku bi rêya wênexêziyê hestên xwe bînin ziman û fêr bibin.

Yek ji şagirtên Kristîna Naya Xanim got: "Min destûr neda ku êş bibe sedema ez teslîm bibim, ez hîn zêdetir bi hunera xwe ve hatim girêdan, mamoste Kristîna û wênexêzî bi min re bûn alîkar ku ez êşa xwe derbas bikim û xwe di karê xwe de pêşbixînim. Huner ji bo min ne tenê hobiyek e, bi rêya wê ez lewaz nakevim, êş û zehmetiyan derbas dikim û hêviya min qut nabe."

Kristîna bi rêya hunerê tecrûbeyên xwe yên jiyanê derbasî zarokan dike, kesayeta wan xurt dike, wan fêr dike ku teslîm nebin, hêviya wan qut nebe û bi rêya hunerê tiştên hatine wêrankirin ji nûve ava bikin.

ANHA