Şêniyên Kobanê komkujiyên dewleta Tirk li Şengal û Zirganê şermezar kirin

Şêniyên bajarê Kobanê komkujiya ku artêşa Tirk li dijî herêmên Şengal ên Başûrê Kurdistanê û Zirganê ya li Rojavayê Kurdistanê pêk anî, şermezar kir.

Şêniyên Kobanê komkujiyên dewleta Tirk li Şengal û Zirganê şermezar kirin
19 tebax, 2021   08:21
KOBANÊ

Gelê herêmê der barê êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî Zirganê û Şengalê ku di encamê de gelek sivîl şehîd bûn û birîndar çêbûn, ji ajansa me re axivîn.

ARMANCA DEWLETA DAGIRKER JI KOMKUJIYAN KOÇBERKIRINA ME BI DARÊ ZORÊ YE'

Welatiyê bi navê Mehmûd Şêxo axivî û got:"Em wekî welatiyên li bajarê Kobanê komkujiyên li dijî sivîlên li navçeya Zirganê û herêma Şengalê pêk hatin, şermezar dikin. Em dibêjin ku dewleta Tirk a dagiker li herêmê li pêşberî çavên Rûsya ku wekî garantorê parastina herêmê ji êrişan dikin, heta niha tu helwesteke ku komkujiyên Tirkiye pêk tîne şermezar bike nîşan nedaye. Ji lewre armanca dewleta dagirker a ji van komkujiyan ew e ku me neçar bike û em dev ji malên xwe berdin û piştre demografiya herêmê li gorî siyaseta xwe biguhere."

Welatiyê bi navê Mehmûd Hec Nibo axivî û got:"Dewleta Tirk a dagirker rojane li dijî gelê herêmê komkujiyan pêk tîne. Êdî armanca wê ji her kesî re eşkere bûye ku ew jî dagirkirina axa me ye. Em li hebûna Rûsya ya li herêmê matmayî mane, gelo li herêmên me çidikin? Ji bo ku li komkujiyên pêk tên binêrin hatine? Em ji wan re dibêjin ku ger nikaribin zextê li Tirkiyê bikin ku êrişên xwe rawestîne, bila ji vir biçe."

Ciwanê bi navê Mehmûd Silêman jî got:"Em komkujiyên ku li dijî gelê me yê li Şengalê, Zirganê û herêmên din pêk tê şermezar dikin. Dagirkeriya Tirk erêkirina li ser dagirkirina herêmên me ji dewletên mezin wergirt, ger ne wiha ba dê niha garantorê Rûsya bikete nava nava tevgerê û dewleta Tirk neçar kiriba ku sûcên li dijî sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne."

Ciwana bi navê Hebûn Mihemed destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker tirsandina gel e û şêniyan neçar bikin ku dev ji axa xwe berdin û wiha dewam kir:" Ez ji gelê xwe yê li herêmê re dibêjim ku li ser axa xwe bimînin, ji ber baştirîn bersiva ji sûcên ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne, israra li dijî van êrişan e. Dem daketina li qadan hatiye da ku em ji dewleta dagirker û hevalbendên wê re bêjin; ji tunekirina gelê herêmê re êdî bes e."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/j9-TzUjpcfI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>