Ajokareke sehrîca niftê jiyana xwe ji dest da

Li ser rêya Til Temir-Qamişlo ya M4 nêzî gundê Til Şenan ê gundewarê Til Temirê, agir bi sehrîceke niftê ket di encamê de ajokarê wê jiyana xwe ji dest da.

Ajokareke sehrîca niftê jiyana xwe ji dest da
19 îlon, 2026   08:46
HESEKÊ

Duh (18 Îlon) li ser rêya M4 a navneteweyî ya di navbera bajarên Til Temir û Qamişlo, nêzî gundê Til Şenan ê gundewarê bakurê Til Temirê ji ber derketina şewata sehrîceke veguhestina niftê ajokarê sehrîcê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên destpêkê şewat di dema ajotinê de derketiye, sehrîc şewitî û ajokarê wê yê bi navê Mihemed Xêr Ebdo yê ji gundê Um Hoş ê gundewarê Helebê jiyana xwe ji dest da.

Di dema derketina bûyerê de aliyên peywendîdar berê xwe dane deverê û rêkarên pêwîst pêk anîn, heta niha sedema derketina şewatê nehatiye zanîn.

(sb)

ANHA