ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-09-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-09-2026
19 îlon, 2026   02:00

Xwendekarên Tirbespiyê da zanîn ku divê xwendina bi zimanê dayikê berdewam bike û ew biryara Wezareta Perwerdeyê red dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêwekar Kristîna El Şiblî bi rêya şêwekariyê komkujiya Siwêdayê belge dike û zarokan perwerde dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Bi nêzîkbûna zivistanê re jinên li Dêrikê dest bi çêkirina xwarinan ji bo zivistanê kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Li Sûriyeyê buhayên sotemeniyê, xurek û veguhastinê zêde dibin. Ji ber vê yekê hêza kirînê kêm bûye û gelek malbat neçar mane xwe bispêrin alîkariyên ji derve yan jî deynan bikin da ku pêdiviyên xwe yên rojane bi cih bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Meclisa Malbatên Şehîdan a Cizîrê ahenga îmzekirina pirtûka "Li ser xeta azadiyê" li hola civînan a pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişloyê li dar dixe, saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya El Weten El Sûrî paneleke bi navê "Sûriye li xaçerêya guhertin û veguhertinan e.. Arîşeyên rewşê û xetereyên siberojê" li avahiya xwe ya li bajarê Hesekê li dar dixe, saet 12.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Partiya Asûrî ya Demokrat merasîma danîna peykerê şehîdê asûrî li qada Şehîdên Asûrî ya bajarê Til Temirê li dar dixe, saet 19.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).