‘Buha û giraniya torbeya nan nehatine guhertin‘

Gerînendetiyê Bazirganiya Navxweyî û Parastina Mizexeran a Parêzgeha Hesekê  diyar kir ku buhayê nan û giraniya wê nehatine guhertin û bang li xwendiyên firinan kir ku li gorî buhayê hatiye diyarkirin tev bigerin. Her wiha destnîşan kir ku di plana wan de sererastkirina 14 firinan heye.

‘Buha û giraniya torbeya nan nehatine guhertin‘
18 îlon, 2026   22:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendetiyê Bazirganiya Navxweyî û Parastina Mizexeran a Parêzgeha Hesekê Mihemed Şewqî Mihemed anî ziman ku di demên dawîn de li hin firinan binpêkirin der barê bihakirina torbeya nan û giraniya wê de çêbûn. Mihemed Şewqî da zanîn ku tu guhertin di buhayê nan û giraniya wê de çênebûne.

Mihemed Şewqî Mihemed bang li xwediyên firinan kir ku pabendî buha û giraniya hatiye diyarkirin bibin û ji bo başkirina kalîteya nan bixebitin.

Her wiha destnîşan kir ku gerînende dê bi domdarî firinan bişopîne û hemberî kesên ku binpêkirinan dikin dê tedbîrên qanûnî werin girtin.

Gerînendetiyê Bazirganiya Navxweyî û Parastina Mizexeran a Parêzgeha Hesekê anî ziman ku dê çend rojên nêzîk de dest bi sererastkirina 3 firinên giştî (Mesakin a li Hesekê, Amûdê, Sînaa ya li Qamişloyê) bikin û diyar kir ku ev gav dê di çarçoveya planeke ya li gorî 3 qonaxan  ku sererastkirina 14 firinan digire nav xwe de pêk .Her wiha destnîşan kir ku armanca wan başkirina kalîteya nan e.

(bb)