Li Sûriyeyê di encama bûyeran de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan

Di rojekê de di encama bûyerên trafîk û şewatê de, li herêmên cuda yên Sûriyeyê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 39 jî birîndar bûn.

Li Sûriyeyê di encama bûyeran de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
19 îlon, 2026   12:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh (18 Îlon) di encama bûyerên trafîkê û şewatê de, li herêmên cuda yên li Sûriyeyê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 39 jî birîndar bûn.

Tîmên Parêzvanên Sivîlan îro ragihand ku wan destwerdana lezgîn ji bo 20 bûyerên trafîkê yên ku di encamê wan de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 37 jî birîndar bûne kirine, her wiha destwerdana 59 bûyerên şewatê kirine û di encamê de 2 kes birîndar bûne, yek ji wan kesan jî karmendekî agirkujê ye.

Tîman bang li şêniyan kir ku xwe ji mîna van bûyeran biparêzin û tedbîrên pêwîst bigirin.

(sb)

ANHA