Rojnameyên erebî: Li Derayê dan û standin bi bin ketin

Rojnameyên erebî yên îro der barê rewşa Derayê, serdana wezîrên karên derve yên Qeter û Tirkiyê ji Urdunê re û rewşa Tûnisê de nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Li Derayê dan û standin bi bin ketin
19 tebax, 2021   08:09
NAVENDA NÛÇEYAN

‘DAN Û STANDINÊN LI DERAYÊ HÎNA JÎ ASTENG DIBIN’

Têkildarî kar û barên Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Li gel israra Furqeya 4`an li ser şertên xwe yên koçberkirina şêniyan û radestkirina çekan, serdegirtina malan û radestkirina kesên ku lihevhanîn û koçberkirinê red dikin û avakirina nuqteyên leşkerî di nava taxên Dera El-Beled de, hîna jî komîteyên dan û standinan ên li Derayê daxwaz û nexşerêya Rûsyayê red dikin.

Çavkaniyên ji komîteya dan û standinê ya navendî ya li Derayê ji Şerq El-Ewsat re got: “Heta niha dan û standin didomin lê belê lihevkirin çênebûye. Bi taybet komîteya ewlehiyê ya hikumeta Şamê israr dike ku divê çekên sivik ên li bajêr werin radestkirin. Lê komîteya navendî ya Derayê vê vebijêrkê red dike û bang dike vegerin peymanên lihevhatinê yên sala 2018`an.”

Komîteyê piştrast kir ku şêniyên Dera El-Beled û herêmên dorpêçkirî, li dijî tundiyê û aloziyê ne û piştgiriyê didin lihevkirineke sûrî ya aştiyane. Lê hikumeta Şamê gurkirina aloziyê didomîne. Ev nîşan dike ku çareseriya siyasî niha tune ye. Hemû pêşniyarên komîteya dan û standinan ên ji bo rawestandina topbaranê û hewldanên serdegirtin û koçberkirinê, hatin redkirin. Komîteyê bang li hêza garantor Rûsyayê kir ku erkên xwe bîne cih û lihevkirinên sala 2018`an pêk bîne.

Ruxmî ku efserên Rûs di civînên xwe yên li gel komîteyên dan û standinan û rûspiyên Derayê de behsa bidawîbûna aloziyê kir, lê topbarankirina taxên bajêr û dorpêç hîna berdewam in. Çalakvanan ji Derayê got li gel binketina dan û standinan, hêzên Furqeya 4`an roja sêşemê taxên Dera El-Beled topbaran kirin. Her wiha piştî ku hêzên hikumeta Şamê nuqteyên xwe li dora Tefes xurt kirin, nuqteyên din ava kirin û rêyên ku xwe digihînin bajêr, qut kirin, herêma Bihûs Ilmiye ya li ser rêya Tefes-Yadûde li rojavayê Derayê hat topbarankirin.

Her wiha hêzên hikumeta Şamê bajarokê Ecemî yê herêma Hewza Yermûkê yê rojavayê Derayê topbaran kir di encamê de 2 sivîl birîndar bûn.”

‘TIRKIYE Û QETER GIRÎNGIYEKE ZÊDE DIDIN URDUNÊ’

Der barê Urdunê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Di vê dawiyê de hemwextî nîşaneyên vegera girîngîdayîna welatên rojavayî bi Urdunê ya ji ber hin sedemên herêmî yên yekser ên têkildarî Iraq, Sûriyê û hebûna Îranê li herêmê, her wiha guhertina li Efganistanê çêbûye, Qeter û Tirkiye girîngiyeke zêde dan Urdunê.

Gelek siyasetmedaran got serdanên wezîrên karên derve yê Qeterê Şêx Mihemed Bin Ebdurehman Al Sanî û wezîrê karên derve yê Tirk Mevlut Çavuşoglu ya li pey hev, ne tesedûf e lê belê bi eleqedariya rojavayî ve girêdayî ye ku her ku diçe zêdetir dibe.

Tê destnîşankirin ku dewleta Tirk û Qeter ji vê yekê armanc dikin ku Urdunê bi aliyê xwe ve bikişînin.”

‘LI TUNISÊ BANGEWAZIYÊN LIDARXISTINA HILBIJARTINÊN PÊŞWEXT’

Têkildarî rewşa Tunisê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Gelek analîzvanên siyasî diyar kir ku parlamentoya Tûnisê bûye sembola binkeftin û parçebûnê. Êdî bi gendelî û terorê tê naskirin. Ji ber wê jihevxistina wê nîşaneya destpêkirina pêvajoyeke nû dide. Cemidandina wê jî destpêka wê pêvajoyê bû ku Tûnisî bi geşbinî ew pêşwazî kir.”

(şx)