Li gundewarên Dêrazorê teqîn

Li gundewarên rojavayê Dêrazorê teqînek çêbû. Li gorî agahiyên destpêkê, teqîn di depoyeke çekan de çêbûye û birîndar hene.

Li gundewarên Dêrazorê teqîn
Li gundewarên Dêrazorê teqîn
Li gundewarên Dêrazorê teqîn
18 îlon, 2026   16:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji Dêrazorê ragihandine, li bajarokê Eyaşê yê gundewarên rojavayê Dêrazorê dengê teqînekê hat bihîstin.

Li gorî agahiyên destpêkê, teqîn di depoyeke çekan de çêbûye û birîndar hene. Ambulansan berê xwe dan cihê bûyerê.

Heya vê kêliyê daxuyaniyên fermî der barê sedemên teqînê û hejmara birîndaran de nehatin bidestxistin.

(bb)

ANHA