Serpêhatiya fermana Şengalê-3

Çeteyên DAİŞ`ê dayîka Mewlûde ji zarokên wê qut kirin, piştî saetekê xwarin dan. Ji dayîka Mewlûde re gotin me ji goştê zarokên te xwarin çêkir û bi te da xwarin. Her wiha wan baweriya xwe nedan hêzên derve û bi xwe li ber satiran nobeta xwe girtin.

Serpêhatiya fermana Şengalê-3
3 tebax, 2021   07:33
ŞENGAL - NUJİYAN BÊRÎVAN

3`yê Tebaxa 2014`an wek dîrokek tarî û deqeke reş li ser cîhanê û bi taybetî di hiş û mejiyê civaka Êzidî de cihê xwe girt. Li ser bingehê hevpeymana PDK`ê, İraq, Tirkiyê û gelek dewletên NATO`yê ve çeteyên DAİŞ xwe berdan ser xaka Êzidxanê. Çeteyên ku ketin Şengalê bi hezaran kes revandin, bi hezaran kuştin, cihên olî yên pîroz yên civakê teqandin, xanî wêran kirin, gund û bajar dan ber agir. Zilm û hovîtiyeke ku tu carî neyê jibîrkirin, pêk anîn.

Li ser fermanê çîroka her Şengaliyekê/î tijî bîranînên bi êş e. Di her kêliya ku me bi Kahtan Xelîl re jî sohbet dikir mirov ew atmosfer û ew êşa di dilê wî de pir baş hîs dike û ne pêkan bû ku mirov ji tiştên behsê dike, bandor nebe.

Dayîkek bifikirin, dayîkek Êzidî ku di dema fermanê de di çavên wê de tirs, ji tirsa zarokên wê bêne kuştin bê çare, çav tijî hêsir, dil tijî kul û xem. Dayîkekê bifikirin ku ketiye destê çeteyên DAİŞ`ê û bûye şahidê her cure êrîş û zilma wan. Dayîkekê bifikirin ku tevî zarokên xwe ve ketiye destê wan. Ruxmî ku zarok pir biçûk bûn jî ji dayîkê veqetandin û dayîk nizane ku li ku derê ne. Dayîkekê bifikirin ku di nav lepên çeteyan de qîr û hawareke bêdeng ku digihêje ezmanan hawar dike.

Dayîkeke ku ji hal ketî û perîşan bûye bifikirin ku çeteyên DAİŞ piştî saeteke din xwarinê jê re tînin û piştî xwarin dixwe, xwe cardin davêje bextê çeteyan û dibêje zarokên min ji min re bînin. Dayîkekê bifikirin ku destê xwe li ber çeteyan dirêjkirî, çavên wê kel û girî û bi vê rastiyê re rû bi rû maye: xwarina te xwarî ji zarokên te bû. Me zarokên te kuştin, kir xwarin û ji te re anî û bi te da xwarin.

Di wê kêliya ku dil û kezeba dayîka Êzidî perîşan û parçe bûye de wiha jê re tê gotin. Dayika Êzidî di şoqekê de hiştîbûn ku ew êş û şoq tu carî neyê jibîrkirin. Di wê kêliyê de mêjî û dil sekinî ne. Di wê kêliyê de mirovake ku di cihê xwe de kilît bûye, maye. Di wê kêliyê de ji bo wê dayîkê dunya li ser serê wê hilweşiyaye. Êşeke ku nayê wesifandin û birînek bê derman vebûye. Êşa ku di şexsê dayîka Êzidî ya bi navê Mewlûde de  hemû jinên Şengalê kişandiye wê tu carî neyê jibîrkirin. Da ku jinên Êzidî cardin rastî van hovîtiyan neyên.

Mînaka vê dayîkê û gelek buyerên din me ji Kahtan Xelîl guhdarî kir. Kahtan û dayîka Mewlûde li kampa Newroz bi hev re mabûn û ji vê çîroka wê pir bandor bûbû. Me jî xwest em destpêkê behsa çîroka dayîka Mewlûde bikin, ji ber ku çîroka dayîka Mewlûde rastiya fermana 2014`an bi awayekî baş radixe ber çavan.

Jİ HÊZÊN DERVE BAWER NEKİRİN, Bİ XWE NOBETA XWE DİGİRTİN

Kahtan Xelîl bi stranên xwe tê nasîn û di demên borî de ji bo pêşeroja Şengalê navber daye xebatên çandê û ketiye nav xebatên civakî û siyasî. Kahtan li navçeya Til İzêr dijî. Endamê Meclîsa Xweser ya Til İzêr e. Em bûn mêvanê wî û me xwest em çîroka wî ya fermanê guhdarî bikin. Dema ji me re behsa çîroka xwe û nasên xwe kir kêliyên zehmet jiyan dikir. Kêmekê em li herêmê gerandin û cih bi cih ji nêz ve nîşanî me da.

Wê şevê ji nişkê ve dengê guleyan bilind bûbû. Şeva destpêka 3`yê Tebaxa 2014’an bû. Xelkê li Til İzêr jî heman tirs dijya û dixwestin fêm bikin ku çi çêdibe. Şêv saet 1:00 e, şer li Sîba Şêx Xidir û Girzerik dest pê kiribû. Til İzêr diket navbera van her du gundan. Şer ber bi sibê ve, di navbera saet 4-5 de pir giran bûbû. Bi gumanên ku êrîş wê li ser Til İzêr çêbibe an na xelkê Til İzêr kete nava telaşeke mezin.

Beriya fermanê ji ber ku miletê wir baweriya xwe bi hêzên ji derve nedianî, ji xwe re sîstemeke parastinê ava kiribû. Heya beriya fermanê jî li wê herêmê, nobeta di mewziyan de bûbû weke tedbîrekê. Ji her malbatê dema xeteriyek hebûya bi xwesteka xwe diçûn satiran (mewzî) û nobeta xwe digirtin. Çeperên em behsê dikin jî kopikên ji axê ne.

Wê evarê jî xelkê Til Izêr baz dabûn ber satiran û nobet digirtin. Nêzî 200-300 ciwan wê êvarê li ber mewzîyan amade bûbûn, bi hesabê ku dema çete derbasî milê wan bibin, parastina xwe bikin. Hema hema hemû çekên xwe yên di xaniyên xwe de derxistibûn û bi xwe re biribûn. Milet heya sibê jî nobet girtibû.

Ji xwe di vê navberê de pêşmergeyên PDK û hêzên çekdar yên İraqê xwe ji herêmê vekişandibûn. Şêniyên Til Izêr ewlehiya xwe bi xwe digirtin. Çete nêzî wan bûbûn. Berxwedaniyeke mezin ji aliyê ciwanên Siba Şêx Xidir û Gir Zerik ve jî dihate dayîn. Li Til Izêr jî xelkê di satiran de bi baldariyeke mezin derdora xwe dişopandin. Ji dûr ve tevgera komên çeteyan baş didîtin, bi şev şewqa seyareyên wan didîtin, kom bi kom çawa ber bi Gir Zerik û Sîba Şêx Xidir ve diçûn.

Malbata Kahtan Xelîl wan jî saet 8’ê sibehê derketin rê û berê xwe dan ber bi çiya. Gerîlayekî bi navê Kawa jî di nav de 3 kes beriya ferman Til Izêr dest pê bike li gel ciwanên Til Izêr bû û li ser mewziyan digeriya, hazirtî dikirin. Kawa jî di nav de komek ciwan seyareyan amade dikin û gelek malbatan ji herêmê ber bi çiyayan ve bi rê dikin da ku nekevin destê çeteyên DAİŞ’ê.

HERÊM TİJÎ GORÊN KOMÎ NE

Bi hovîtiya çeteyên DAİŞ re li herêmê xofeke mezin dest pê kirîbû. Bi hezaran, deh hezaran kes ketibûn rê û hewl didan xwe, dayîk, bav û zarokên xwe ji fermanê rizgar bikin. Xelkê berê xwe dabûn çiyayan, yên seyareyên wan hebûn karîbûn dûr bikevin, lê belê yên ku seyareyên wan tune bûn, dimeşiyan û pir zehmetiyên mezin dikşandin. Ji ber ku xelkê Til Izêr, Siba Şêx Xidir û Gir Zerik piştî pêşmerge di navbera saet 1 û 2`yê şevê de reviyan, civaka Êzidî pir tirsiyabûn. Hêviya ku hêzên bi navê parastina Şengalê li herêmê bûn wê wan biparêzin bi carekê re hilweşiyabûn, civak bi tenê di pençên çeteyên hov de mabû. Ber bi sibê ve ji Til Izêr jî milet direviya. Bi dehhezaran însan ketîbûn rêyan. Tî û birçî di kela germa rojê de pîr, kal, jin û zarok xwe gihandîbûn depoyekî avê. Depo li Mifreqa Til Izêr bû. Herî dûr 5 km. ji navenda Til Izêr dûr bû. Li wir mala Mahmûdê Xero hebû. Xaniyekî ji axê bû. Li milê wê yê rastê depoyekî avê hebû, tijî av bû. Ji bo avê vexwin ketîbûn rêzê û tîna xwe dişkênandin, bêhna xwe vedidan. Di demeke kin de bi dehan kesên din hatîbûn gel depoya avê. Bi sedan kesî xwe gihandîbûn gel wê malê. Yên seyareyên wan heyî av vexwarin, girtin gel xwe û derbas dibûn, lê yên bi piya xwe li wir girtin. Di encamê de bi kîlometreyan meşiyabûn, westiyabûn. Piranî mirovên hev bûn, nasên hev bûn. Di vê navberê de çeteyên DAİŞ digihan ku derê qetlîam dikirin, yên direvandin direvandin, yên din jî dikuştin.

Piştî demekê çeteyan xwe gihandin wê herêmê jî. Li nêzî wî xanî rêyek ku ji Şilo tê û ber bi Rojavayê Kurdistanê û ber bi Şengalê ve jî diçe heye. Dema DAİŞ ew rê girt nêzî 5 hezar Êzidî li gel wî xanî bûn. Yên negihîştin û ew rê derbas nekirin jî li wir mabûn. Çeteyên DAİŞ heya gel depoya avê tên, xelkê li wir dorpêç dikin û hemûyan ji hev vediqetînin, li ser xurfên xanî belav dikin. Jinan, mêran, tememmezinan û zarokan ji hev cuda dikin. Destpêkê jin û zarokên biçûk hemû li trampêlan siwar dikin û dibin. Zarokên kur ku 12-14 salî û jor de bûn, qetilkirin. Jixwe 3 gorên komî bala me dikşîne. Li derdora wan têlkirî bû. Gorên mezin bûn û nayê zanîn ku çend kes tê de hene. Lê belê bêguman li wê herêmê ne tenê ev 3 gorên bi komî hebûn. Li ku derê bigerî rastî girêkeke biçûk tê. Sedema zêdebûn û belavbûna wan gorên komî jî em fêr dibin: çeteyên DAİŞ li pey milet dikeve, li ku derê xwe digihîne wan, qetil dike û di cihê wan de dihêle. Ji ber vê yekê ye ku li wê herêmê ne kêmî 10 gorên komî li benda vekirin û tespîtkirina nasnameyan e.

Di nav wê malê de ciwanekî bi navê Ferhan jî berê hebû. Hevalê Kahtan Xidir bû. Bi hev re diçûn dibistanê, dixwendin. Ferhan jî di mala Mahmudê Xero de hate qetilkirin. İhtîmaleke mezin e ku  hestiyên Ferhan jî di nav yek ji wan gorên komî de ye.

CİLAN BO NEKEVE DESTÊ WAN XWE KUŞT

Kahtan li milê xwe yê rastê zivirî û bi destê rastê nîşan da. Nêzî yek kîlometre nêzî wî xaniyê qetlîamek din jî rû dabû. Çeteyên DAİŞ xwe gihandibûn mala Naîfê Esmerê. Li wir jî gelek Şengalî hebûn. Çeteyan ew herêm dorpêç kirin û heman tişt anî serê wî miletî jî. Yên revandin revandin, yên temenmezin jî kuştin, hinek jî şewitandin û dan ber agir. Zilmeke ku nayê wesifandin pêk anîn. Di nav jinan de jinek ciwan ya bi navê Cîlan hebû. Cîlan jî rastiya ku bikeve destê çeteyan dizanî, texmîn dikir ku wê çi bê serê wê, rastî zilm û zordariyeke çawa were. Cîlana narîn û bedew ji bo sax nekeve destê çeteyên hov, zenda xwe, demarên destê xwe bi amûreke tûj birîn û xwe şehîd xist. Îro li ku dera Şengalê navê Cîlan bibihîsî her kes bi hurmet bi bîr tîne û tercîha wê ya şûna ketina destê neyarên Şengalê ya xwekuştinê wek serbilindiyeke mezin bi minetdarî bi bîr tînin. Li wê herêmê jî, li gel mala Şehîd Cîlan wan jî nêzî 50 Şengalî bi awayekî hovane hatine qetilkirin. Ji wana 30 kes ji heman malbatê bûn. Ew herêm jî vegerandibûn gola xwînê.

Dema Kahtan û xelkê bi wan re ber bi Cidalê ve diçin taramayeke bi deqîqeyan dirêj dike dibihîsin. Qasî 10 deqîqe piştî wan taramayan ji wana re telefon tê û fêr dibin ku di wê taramayê de qetlîameke bê eman li gel mala Mahmûdê Xêro û mala Naîfê Esmerê çêbûye.

Di wan her du buyeran de pir kêm kes filitîn. Yek ji wan birayê Kahtan Xelîl bû. Wî jî xwe li dûrî wî xanî veşartibû, li bendê bû ku heya tarî bibe û wiha xwe bigihîne çiya. Ya din jî ji wî xaniyê Mahmûdê Xêro tenê ciwanek filitîbû, ciwanê bi navê Îdo yê Xidirê perev. Mermiyek li tiliyeke wî yê destê wî ketibû, sax filitîbû. Ciwanek bi navê Ferman ku birîndar bûbû jî bi xwe re biribû. Rewşa wî çi bû nayê zanîn. Ji dervey wan yan revandine, yan kuştine û di nav wan gorên komî de razayî veşartine. Hîna jî aqûbeta bi hezaran Êzidiyên ku xwe gihandibûn wê herêmê ne diyar e.

Bİ TELEFONA HEVALÊ WÎ LÊ GERİYAN

Li gel malbata Naîfê Ezmerê ciwanek bi navê Dr. Rêzan hebû. Hevalekî nêz yê Kahtan Xelîl bû. Numareyên telefonê xwe anîbûn rêza herî jor. Kahtan numareya Rêzan anîbû rêza herî jor, Rêzan jî numara Kahtan anîbû rêza herî jor. Ev yek navbera xwe de çêkiribûn. Dema çete êrîşî wê malê dikin hemû kesan kom dikin, telefonên wan, pere, zêr û zîvê wan, çi hebe kom dikin ji xwe re digirin. Piştre li wir jî jin û zarokan dibin. Ciwanan û îxtiyaran jî dikujin.

Çeteyên DAİŞ li telefonên kesên kuştine dinêrin, ya Rêzan dinêrin û dibînin ku herî jor bi îşareta a navek kişandiye herî jor. Li wê numareyê didin. Kahtan dibêje qey Rêzan e û bersiv dide telefonê. Rojeke piştî wê qetlîamê bû. Kahtan wan dizanîn ku ew qetliam pêk hatiye. Li aliyê din yê xeta telefonê kesek bi erebî bi wî re dipeyivî, pirs ji Kahtan kir ku ew li ku derê ne û çi dikin. Kahtan jî bersiv da ku ew li Baac in û ji xwe re rûniştî ne, li malên xwe ne. Piştre Kahtan jê xwediyê telefonê pirs dike. Lê ew kesê li ser telefonê dibêje ku wî telefon li erdê dîtiye. Heya wê demê jî hêviya Kahtan hebû ku tiştek li wan nehatiye, ji ber ku gelek caran rojane li hev digeriyan û rewşa hev dipirsîn. Dema ew kesê xerîb derket telefonê Kahtan îqna bûbû ku ew malbat hemû hatiye qetilkirin. Dema Kahtan behsa vê buyerê jî dike pir zehmetî dikşîne û kêliyên hestiyarî jiyan dike.

DAYÎKA PÎR Jİ NEÇARÎ HİŞTİN

Di kêliyên fermanê de tirs, panîk, li rêyên xwerizgarkirinê gerîn zêde dibe û bi hêvîya ku sax ji fermanê derkevin gelek caran fedekarî jî hatine kirin. Dem dema bapîrek emirmezin nekariye biçe, ji zarokên xwe xwestiye wî bihêlin da ku giran tevnegerin ji bo ku ew bifilitin. Carna jî ji neçarî tercîh diviyabû bê kirin, gelo zaroka xwe ya biçûk bihêle û dayîka xwe ya emirmezin, bapîrê xwe yê emirmezin û pêwîst e bikevi bin çengan da ku xilas bike, zarok, yan ixtiyar!. Di gelek çîrokên fermanê de Şengaliyên ku sax in behsa şahidiyên pir bi êş kirine. Carna zarok, carna kalemêr û pîrejin dîtine, tenê hiştine, bêkes û bê çare mane. Yên karîne alîkarî dane wan yên nekarîne bi demê re jiyan nekirine û mirine. Kahtan jî ji me re behsa dayîkekê dike. Dayîkeke emirmezin e, ji hêz ketî ye. Çete êrîş dikin, zarok hene, rê dûr e. Trampel nikarin di wê rêyê re biçin, divê bi meş biçin. Ber bi çiya ve divê lez xwe bigihînin. Hem zarok hem jina emirmezin nedikarin bi hev re rakin û bibin. Dayîka emirmezin ya 70 salî hiştin, zarok li pişta xwe kirin û ber bi çiya ve reviyan. Wan xwe xilas kirin lê dayîka emirmezin mir.

Kahtan jî dema direve dayîk û bavê wan 70-80 salî ye, nikarin bimeşin. Heya cihekî dikarin biçin. Kahtan jî dayîk û bavê xwe yên emirmezin li cihekî li çîya dihêle, nan û zat têra rojekê dide wan û derdikeve rê û heya Rojavayê Kurdistanê diçe. Piştî li kampa Newroz bi cih dibe, bira û mamê Kahtan cardin vedigerin Şengalê, xwe digihînin dayîk û bavê wan û wana jî dibin Rojava. Gelek zarok jî ne ji aliyê dayîk û bavên xwe ve hatibûn rakirin. Gelek Êzidî di rê de zarok dîtibûn û bi xwe re biribûn, wiha filitîbûn.

“YEKÎ KU BÛYE DİJMİNÊ BAV Û KALAN NABE DOSTÊ ZİLAMAN”

PDK ji sala 2003’an û pê ve, piştî Sadam Hisên kete Şengalê û hukmê xwe meşandiye. Heya 2014`an jî desthilata pêşmergeyên PDK`ê li Şengalê dewam kir. Lê belê wek Kahtan Xelîl jî dibêje “yekî ku bûye dijminê bav û kalan nabe dostê zilaman”, yekî xiyanet kiriye wê her xayintiya xwe bidomîne. Ya rastî beriya fermana 2014’an jî dema DAİŞ kete qismekî İraqê û li Mûsil û Baac belav dibe qadeke mezin ji hikumeta İraqê dibe. Wê demê jî li wan herêman Êzidiyên ku ketibûn destê çeteyên DAİŞ hebûn, heya 5-6 defteran ji malbatên wan dixwestin, wan pere didan û zarokên xwe didan berdan. Ev tişt beriya ku DAİŞ bigihêje Şengalê pêk dihat. Piştî nêzî Şengalê bûn, gihîştin Baac û gundên li derdora Şengalê, gihîştin Siba Şêx Xidir, Til Izêr, Gir Zerik û nêzîkî van deran bûn, bi motoran nêzîkî van deran bûn. Li wan deran partî hebûn, pêşmergeyên PDK`ê hebûn. Ji xelkê re gotin, “Aram bin. Cihê em tê de bin ew nayên wê derê.” Wekî ku bêjin itîfaqa me bi wan re heye. Êvarê dema em li ser ban radizan me tevgera wan didît. Bes partîlî li vir bûn, xelkê Êzidî xapandîbûn. Piştre ferman çêbû û ewqas êş hate kişandin. Lê ya balkêş ew e ku pêşmergeyên PDK`ê piştî fermana 2014`an cardin vegeriyabûn Şengalê. Wek Kahtan Xelîl jî dibêje “Li cihekî ku tu reviyayî divê tu şerm bikî vegerî wir.” Piştre 2017’an xiyaneteke din kir û dîmenên wê li tevahî dunyayê belav bû. Kahtan dibêje PDK`ya ku xiyanet kiriye wê hezar carî din jî xiyanetê bike.

“HEGER NE Jİ HPG, YPG WAN BÛYA YEK JI ME NEDİMA”

Dema êrîşên çeteyên DAİŞ di asta herî jor de berdewam dikir gerîlayên HPG`ê û YJA Starê ji qadên Parastina Medya xwe gihandibûn Şengalê, ji Rojavayê Kurdistanê jî şervanên YPG`ê û  YPJ`ê xwe gihandibûn hawara Êzidiyan. Li hemberî çeteyên DAİŞ`ê berxwedaniyek bêhempa dest pê kiribû û êrîşên wan hatibûn şikandin. Piştre jî Şengal ji wan hate paqijkirin. Kahtan Xelîl jî wek ciwanekî Şengalê dema behsa gerîla û şervanên ku xwe gihandine hawara wan dike pir hestiyar dibe. Bi hezaran Şengalî bi saya van her du hêzan ji fermanê filitîn. Kahtan û malbata wî 9 rojan li çiya man. Kahtan Xelîl jî di nav korîdora mirovî de derbasî Rojava bûbû, 4 sal li wir mabû. Piştre cardin vegeriya Şengalê.

Piştî fermanê hêzên parastinê, meclîsên xweser yên civakê ava bûne. Kahtan Xelîl ji bo hemû kar û xebatên li Şengalê keyfxweşiya xwe tîne ser ziman û dibêje divê itîfaqa Êzidiyan çêbibe. İtîfaqa Êzidiyan dikare rê jî li ber fermanan veke û dikare dawî jî li fermanan bîne. Tu itîfaqê ava bikî, tu yê bê parastin û ger tu ava nekî tu yê tune bibî.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/g7v3MUnDO70" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>