Rojnameyên erebî: Tê payîn ku li Derayê operasyoneke leşkerî ya mezin pêk were

Rojnameyên erebî vê sibê der barê rewşa Derayê û gefên DYA`yê li dijî komên alîgirên Îranê yên li Iraqê nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Tê payîn ku li Derayê operasyoneke leşkerî ya mezin pêk were
3 tebax, 2021   07:41
NAVENDA NÛÇEYAN

DIBE KU OPERASYONEKE LEŞKERÎ YA MEZIN LI DERAYÊ PÊK WERE

Têkildarî rewşa Sûriyê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Çavkaniyekî ji eniya başûr a girêdayî Artêşa Sûriye ya Azad a muxalîf, hêzên hikumeta Şamê û mîlîsên wê bi amadekirina operasyoneke leşkerî ya mezin li dijî parêzgeha Derayê tawanbar kir.

Heman çavkanî ji ajansa nûçeyan a alman “DBA” re duh bi şev got sewqiyatên leşkerî yên hikumeta Şamê gihaştin herêmê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku duh bi şev piştî ku şandeya Rûsya ji bajêr derket, dengên guleyan li Dera El-Beled hat bihîstin. Heta niha encamên civîna dawîn nehatine eşkerekirin. Gelek çalakvanan behsa wê yekê kir ku hemwextî şerên dijwar ê di navbera şêniyên herêmê û milîsên Îranê de li eniya taxa El-Behar a başûrê Dera El-Beled, hêzên hikumeta Şamê bajar topbaran kir.

Çavkaniyekî taybet a Kombûna Ehrar Horan ragihand ku hinek baregehên leşkerî yên Furqeya 4`an ên li rojavayê bajêr, bûne navendên milîsên Îran û Iraqê nexasim li herêma Ray ku ji girîngtirîn nuqteyên leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê ye.

Wezîrê parastinê yê Sûriyê Elî Eyûb duh gihaşt navenda Partiya Baas a li taxa El-Metar ya Dera El-Mehete û tev li civîna bi Komîteya Ewlehiyê ya hikumeta Şamê bû. “

HIŞYARIYEKE AMERÎKÎ YA TUND: EM LI IRAQÊ NE

Têkildarî rewşa Iraqê jî rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li ser zimanê balyozê xwe yê li Iraqê Matthew Toler hişyareke tund da mîlîsên şîa yên Îranê ku gefa berdewamkirina hedefgirtina berjewendî û hêzên Amerîkayê yên li Iraqê xwarin û dest bi pêkanîna van gefan kirin. Ruxmî ku rêveberiya serokê Amerîkayê Joe Biden di serdana dawîn a Mistefa Kazimî ya ji Washingtonê re gotibû ku erkên hêzên Amerîkayê yên li Iraqê bi dawî bûne û tenê dê hêzên Iraqê perwerde bike.

Matthew Toler diyar kir ku welatê wî bi îsrar e ku rolekê di Iraqê de bilîze û wiha domand: "Washington û Bexdayê li ser hevkariya di navbera her du welatan de û xurtkirina têkiliyan li hev kirin. Iraq bi dewletên girîng e re xwedî sînorên stratejîk e. Ji bo iraqiyan hebûna dewletek iraqî ya bi hêz û xwedî serdestî gelek girîng e. Ji ber mudaxeleyên derve û belavbûna gendeliyê Iraqê lawaz bûye, ji ber wê dê pirsgirêkên mezin derkevin ku nakeve xizmeta têkiliyên di navbera Bexda û Washingtonê de.”

(şx)