Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo bîranîna qirkirina Şengalê 5 deqeyan jiyan rawestiya

Li ser bangawziya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiya 3`ê Tebaxa 2014`an li Şengalê, 5 deqeyan rawestiyan.

3 tebax, 2021   07:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokraîtk a Şengalê bang kiribû ku ji bo bîranîna qirkirina Êzidiyan û bîranîna şehîdên azadiyê, ji saet 10:00 heta 10:05`ê sibehê 5 deqeyan rawestin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi daxuyaniyekê komkujiya 3`yê Tebaxê bi bîr anî û wiha got: “Em şehîdên komkujiya Şengalê bi bîr tînin. Em bang li gelê xwe dikin ku di saet 10:00`ê sibehê de roja 3`yê Tebaxê ji bo giyanê şehîdan 5 deqeyan rêzê bigirin.

Her wiha em teqez dikin ku dê hesab ji berpirsên vê komkujiyê bê xwestin û piştrast dikin ku serkeftina li dijî DAIŞ`ê di 23`ê Adara 2019`an de li bajarê Baxozê li ser destê Hêzên Sûriya Demokratîk, wekî beşekî mezin ê tolhildana ji bo giyanê hemû qurbaniyên ku li ser destê DAIŞ`ê hatine şehîdxistin e.”

Di vê çarçoveyê de, şêniyên bajar û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 5 deqeyan rawestiyan û teqez kir ku ew li kêleka Rêveberiya Xewser a Şengalê ne, Welatiyên herêmê banga naskirina Rêveberiya Xweser a Şengalê di aliyê navneteweyî de û piştgiriya civaka Êzidî kir.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vunSXkNKy08" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>