Xwendekarên li Hesekê: Zimanê kurdî beşeke sereke ya nasnameya me ye

Xwendekarên li bajarê Hesekê da zanîn ku zimanê kurdî beşeke sereke ya nasnameya wan a çandî û perwerdeyê ye, biryara dayîna tenê 3 dersan di hefteyekê de, nayê qebûlkirin. Xwendekaran daxwaz ji aliyên peywendîdar kir ku mafê perwerdeya bi zimanê wan ê dayikê misoger bikin.

Xwendekarên li Hesekê: Zimanê kurdî beşeke sereke ya nasnameya me ye
30 îlon, 2026   02:35
HESEKÊ
CÎHAN MIHEMED

Xwendekarên li bajarê Hesekê biryara hikumeta veguhêz a têkildarî dayîna tenê 3 dersên zimanê kurdî di hefteyekê de, red kir û daxwaza mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê dayikê kir.

Xwendekara bi navê Êlîn Botî da zanîn ku zimanê kurdî zimanê wê yê dayikê ye, ji mafê wan e ku perwerdeya xwe bi zimanê kurdî bidomînin.

Êlîn destnîşan kir ku ew ji refa yekê de perwerdeya xwe bi zimanê kurdî dibînin, ew beşeke sereke ya pêvajoya wan a perwerdeyê û nasnameya wan a çandî ye.

Êlîn diyar kir ku dayîna tenê 3 dersan rê nade ku ew bi awayekî têrker fêr bibe, di dîrok û çanda xwe de kûrahiyekê hîs bike, divê aliyên peywendîdar biryarê li ber çavan bigirin û domandina perwerdeya bi zimanê kurdî misoger bikin.

Êlîn Botî da zanîn ku ev biryar dê bi awayekî neyînî bandorê li perwerdeya wan bike, dê nifşên nû jî dûrî perwerdeya bi zimanê xwe yê dayikê bikevin, divê xwendekar daxwaza xwe ya mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê kurdî bidomînin.

Xwendekar Riweyda Ferhan jî diyar kir ku zimanê kurdî beşeke sereke ya nasnameya wan e, ji mafê hemû gelan e ku perwerdeya xwe bi zimanê xwe yê dayikê bibînin.

Riweyda Ferhan destnîşan kir tişta di biryarê de rê nade ku ew dîrok û çanda xwe ya kurdî nas bike. Riweydayê da zanîn ku guhertina zimanê perwerdeyê wê ji bo xwendekarên ku fêrî zimanê kurdî bûne zehmetiyan ava bike, divê weke berê perwerde bê dayîn.

Mihemed Îbrahîm jî diyar kir ku biryara tenê dayîna 3 dersan dê bandorê li siberoja perwerdeyê bike, divê mafê wan ê domandina perwerdeya bi zimanê dayikê bê misogerkirin.

Îbrahîm daxwaz ji aliyên peywendîdar kir ku careke din biryarê li ber çavan bigirin, mafê perwerdeya bi zimanê kurdî biparêzin.

(sb)

ANHA