Ciwan Îso daxwaza vegera lezgîn a koçberên Serêkaniyê kir

Hiqûqnas û endamê Rêveberiya Komîteya Koçberên Serêkaniyê Ciwan Îso ji aliyên peywendîdar xwest bi lez vegera koçberên Serêkaniyê pêk bîne.

Ciwan Îso daxwaza vegera lezgîn a koçberên Serêkaniyê kir
30 îlon, 2026   03:33
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Dihat payîn ku piştî vegera 2 karwanên koçberên Serêkaniyê, karwanên din ên koçberan bi rê bikevin, lê bêyî diyarkirina sedeman ev pêvajo dereng ma. 

Li gorî Komîteya Koçberên Serêkaniyê hîn jî nêzî 14 hezar malbat li benda vegerê ne, ew malbat di kampan de ji ber nebûna dibistan û destekdayînê di rewşên zehmet re derbas dibin.

Li gorî komîteyê, koma sêyemîn ku zêdetirî 500 malbatên li navend û dibistanan dimînin pêk tê dê hefteya pêş vegere warê xwe. Malbatên ku di karwan de cih bigirin dê vegerin herêmên xwe yên li gundewarên başûrê bajarokê El Menacîr heta Til Helefê yê rojavayê bajarê Serêkaniyê.

Der barê mijarê de hiqûqnas û endamê Rêveberiya Komîteya Koçberên Serêkaniyê Ciwan Îso diyar kir derengmayîna heyî berpirsyariya pêvajoya vegera koçberan a şandeya hikumetê, Parêzgariya Hesekê û rêveberiya bajarê Serêkaniyê ye, her wiha ya hemû kesên bi vê dosyayê re peywendîdar re ye, hîn jî bi nêzîkatiyên cidî nêzî dosya koçberan nebûne.

DAXWAZÊN VEKIRINA RÊYAN

Ciwan Îso da zanîn ku bi erêkirina aliyên ku dest danîne ser bajarê Serêkaniyê deregmayîn çêdibe û got, komîteyê di civîna xwe ya dawîn de daxwaza vekirina rêya sereke ya gund û bajaran bi awayeke giştî û pêkanîna xebatên ji bo çareserkirina dosya koçberan kir.

Ciwan Îso destnîşan kir ku divê aliyên ewlehî, îdarî û şandeya serokatiyê berpirsyartiya xwe rake, ji bo derxistina şêniyên ne resen ji Serêkaniyê xebatê bide meşandin, koman ji hundirê bajêr derxîne, bila saziyên hikumetê bi erka xwe rabin, malên koçberan ji niştecihan vala bikin, milk û zeviyên koçberan vegerînin.

DIVÊ XELKÊ HERÊMÊ CIHÊ XWE DI RÊVEBERIYÊ DE BIGIRE

Girêdayî rewşa îdarî û tayînkirinên ku li bajarê Serêkaniyê çêdibin, Ciwan Îso diyar kir ku divê piştî vegera koçberan endamên meclis û saziyên îdarî bên tayînkirin, divê xelkê herêmê cihê xwe di rêveberiya kar û barên bajarê xwe de bigirin, nûnertiya civaka xwe bikin, beşdariya şêniyên resen di saziyan de wê temsîliyeteke civakî ya berfireh pêk bîne.

BANGÊN JI BO ÇARESERKIRINA DOSYAYA KOÇBERAN

Di dawiya axaftina xwe de Ciwan Îso da zanîn ku Komîteya Koçberên Serêkaniyê di civîna xwe ya dawîn a bi aliyên peywendîdar re amadekariyên xwe yên ji bo vegera koçberan pêşkêş kirin.

(sb)

ANHA