‘Divê pirsgirêkên Sûriyeyê bi rêbazên siyasî werin çareserkirin’

Endama Komîteya Têkiliyên Kongra Star Rûken Ehmed bang li hikumeta veguhêz kir ku ji diyalokê re vekirî be û li Sûriyeyê mafên jinan werin misogerkirin.

‘Divê pirsgirêkên Sûriyeyê bi rêbazên siyasî werin çareserkirin’
30 îlon, 2026   05:45
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Endama Komîteya Têkiliyan û Siyaseta Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed ji ANHA`yê re axivî û polîtîka hikumeta veguhêz rexne kir. 

Rûken Ehmed di destpêke de wiha got: "Dema hikumeta veguhêz hêzên xwe nêzî herêmên kurdî bi cih dike mîna ku tehdît dike û di aliyê siyasî de zextê li herêmê bike."

Di meha Îlonê de şervanê Lîwaya Hesekê Şehîd Sîpan Hesekê şehîd xistin, li Kobanê jî 10 girtî şehîd bûn û hikumeta veguhêz hêzên ewlekariyê ji Helebê şandin Kobanê. Her wiha berî çend rojan li Cizîrê êriş li ser dewriyeyeke hêzên ewlekariya hundirîn çêbû û di encamê de endamekî hêzên ewlekariyê şehîd bû.

Ji bo rewşa ewlehî û leşkerî Rûken Ehmed got: "Nabe ku hikumet bi rê û rêbazên xwe gef li herêmê bixwe, divê dev ji rêbazên leşkerî berde û siyasî pirsgirêka Kurd çareser bike."

Têkildarî rewşa xizmetguzariyê ya herêmê Rûken Ehmed anî ziman ku hikumet berpirsyarê pirsgirêkên xizmetguzariyê ye û wiha lê zêde kir: "Hikumetê sotemenî û pêdiviyên sereke yên gel ji carekê ve biha kir û bû sedema gelek pirsgirêkên aborî derkevin. Divê hikumet hemû biryarên xwe li ber çavan re derbas bike û zextê li gel neke."

Mijara perwerdeya bi zimanê kurdî jî ji aliyê Rûken Ehmed ve hate nirxandin û got: "Ji bo aramî li Sûriyeyê çêbe divê mafên neteweyî, çandî, zimanî û siyasî yên gelê Kurd qanûnî û di destûrê Sûriyeyê de werin dayîn. Kurd yek ji pêkhateyên resen ên Sûriyeyê ne û pêwîste zimanê kurdî bibe yek ji zimanê fermî yê Sûriyeyê heyanî ku dawî li polîtîka înkar û guhertina demografîk were."

Di dawiyê de Rûken Ehmed bal kişand ser çareseriya siyasî û got: "Di vê pêvajoyê de tê xwestin ku deskeftiyên civakî werin parastin, nêrîna jinan jî di biryardayînê de hebe, bi rêbazên siyasî pirsgirêk werin çareserkirin, yekitiya welat were parastin û pirsgirêkên xizmetguzarî û yên aborî werin çareserkirin."

(np)

ANHA