ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-09-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-09-2026
30 îlon, 2026   02:00

Endama Komîteya Têkiliyên Kongra Star Rûken Ehmed bang li hikumeta veguhêz kir ku ji diyalokê re vekirî be û li Sûriyeyê mafên jinan werin misogerkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Hiqûqnas û endamê Rêveberiya Komîteya Koçberên Serêkaniyê Ciwan Îso ji aliyên peywendîdar xwest bi lez vegera koçberên Serêkaniyê pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Endama Komîteya Têkiliyên Kongra Star Rûken Ehmed bang li hikumeta veguhêz kir ku ji diyalokê re vekirî be û li Sûriyeyê mafên jinan werin misogerkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên Hesekê ji ber qutbûna ava Elokê gazincan dikin. Şênî ji bo dabînkirina pêdiviyên xwe yê rojane neçar dibin ku avê ji sehrîcan bikirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şîrketa Kehrebeyê ya Hesekê ji sedî 70 tamîrkirina toreyên zirardîtine bi dawî kirine û rojane 6 saet kehrebe tê dayîn. Di rojên bê de jî wê saetên elektronîk ên kehrebeyê yên werin danîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Meclisa Kongreya Îslama Demokratîk a bajarê Qamişloyê semînerekê bi sernavê "Rola Ehil El Beyet di sererastkirina civakan de" li mizgefta Ehmed El Cezîrî (Şelah) dide, saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê merasîma bîranîna 81 şehîdên mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê li navenda çand û hunerê ya Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlanê li dar dixe, saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Meclisa Bajarê Dirbêsiyê li dijî birayra wezareta perwerde û fêrkirinê ya hikumeta veguhêz a der barê sînodarkirina saetên dayîn perwerdeya bi kurdî daxuyaniyekê dide, saet 12.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).