Hêzeke Îsraîlê derbasî Derayê bû

Hêzeke leşkerî ya Îsraîlê ya ku ji 2 wesayîtan pêk tê kete derdora Wadî Ruqad a rojavayê Derayê.

Hêzeke Îsraîlê derbasî Derayê bû
29 îlon, 2026   23:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzeke leşkerî ya Îsraîlê ya ku ji 2 wesayîtan pêk tê di deriyê Ebû Xîsar re derbasbû û ber bi derdora Wadî Ruqad ê rojavayê Derayê ve çû.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), hêz li herêmê hinekî ma, piştre bi heman rêya vekişî.

SOHR’ê da zanîn ku dewriyeyek Îsraîlê hejmarek gavan li derdora bajarokê Refîd ê başûrê Quneytrayê rawestandin û li hinan dan.

(f)