Li Hesekê ji sedî 70 toreyên kehrebeyê hatine tamîrkirin

Şîrketa Kehrebeyê ya Hesekê ji sedî 70 tamîrkirina toreyên zirardîtine bi dawî kirine û rojane 6 saet kehrebe tê dayîn. Di rojên bê de jî wê saetên elektronîk ên kehrebeyê yên werin danîn.

Li Hesekê ji sedî 70 toreyên kehrebeyê hatine tamîrkirin
Li Hesekê ji sedî 70 toreyên kehrebeyê hatine tamîrkirin
Li Hesekê ji sedî 70 toreyên kehrebeyê hatine tamîrkirin
Li Hesekê ji sedî 70 toreyên kehrebeyê hatine tamîrkirin
Li Hesekê ji sedî 70 toreyên kehrebeyê hatine tamîrkirin
30 îlon, 2026   07:53
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Piştî zêdetirî 2 salan ji qutbûnê, Şîrketa Kehrebeyê ya Hesekê ji bo dabînkirina kehrebeya xebatên sererastkirin û tamîrkirina toreyên kehrebeyê trans û kabileyan ên zirar dîtine didomîne. Li hin taxan xebatên tamîkirinê bi dawî bûye û bi kehrebe bûye.

Ji bo naskirina rewşa kehrebeyê li bajêr endamê Rêveberiya Pêxistin û Îstismarê yê Şîrketa Kehrebeyê ya Hesekê re endazyar Selah Hesen ji ajansa me re axivî.

Selah Hesen da zanîn ku ji ber qutbûneke demdirêj û rawestandina jeneratoran, tîmên girêdayî şîrektê ji bo ku kehrebeyê di demeke herî kurt de bighînin şêniyan bi hemû derfetên xwe tevgeriyan.

Hesen diyar kir ku heya niha ji sedî nêzî 70 xebatên tamîrkirinê temam bûye û ev agahî parvee kirin,  şîrketê li ser 2 beşan li taxa Til Hecer û Kelasê dixebitin, tê payîn ku xebat di çend rojên bê de bi dawî bibe.

Hesen da zanîn ku xebatên wan di dema pêş de wê ji bo xeta Neşwa El Xerbiyê û navenda bajêr dest pê bike, pê re wê kehrebe bighîje hemû taxên Hesekê.

Selah Hesen destnîşan kir ku zirar û diziya ku ji bo toreyên kehrebeyê, trans û kabloyan bûye, hiştiye ku li pêşiya xebatên tîman astengî derkevin, kêmbûna madeyên ji bo tamîrkirinê dihêle ku temamkirina xebatê li hinek taxan dereng bikeve.

Selah Hesen diyar kir ku şêniyên taxan yên ku toreyên wan ên kehrebê hatine tamîrkirin, kehrebe rojane 6 saetan dighêje wan, ji bo pêdiviyên şêniyan dê şîrket saetên dayîna kehrebeyê zêde bike.

Selah Hesen da zanîn ku wê di demeke nêzî de kehrebe bighêje hemû malên bajarê Hesekê, ji bo ku şênî lêçûna kehrebeya xwe bidin, şîrket di rojên bê de wê saetên kehrebeyê yên elektronîk deyne.

(sb)

ANHA