​​​​​​​''Dîfa El-Wetenî amûra hikumeta Şamê a ji bo nixumandina sûcan tê bikaranîn e

Hêzên hikumeta Şamê, "Endamên Dîfa El-Wetenî" ji bo nixumandina sûcên xwe yên li dijî gelê Sûriyê bi kar tîne. Navê endamên ku behsa mijarê ne bi komkujî, dizî û talankirinê ve girêdayî ne. Gelo çawa hatin avakirin û çawa hikumeta Şamê wan bi kar tîne?

​​​​​​​''Dîfa El-Wetenî amûra hikumeta Şamê a ji bo nixumandina sûcan tê bikaranîn e
3 sibat, 2021   00:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Hizra avakirina endamên "Dîfa El-Wetenî" vedigere destpêka serhildana Qamişlo ya 12'ê Adara 2004'an, an jê dema ku rejîma Baas, baasiyên şofonîst li bajarên Rojava wekî koman li dijî kuradan bi rêxistin dikir û li dijî kesayetên Kurd ên welatparêz rapor radikirin.

Hemwextî ku hêzên hikumeta Şamê li dijî gelê Kurd operasyonên girtinê pêk dinanîn, komên şofonist ên navê "Dîfa Wetenî" li xwe dikin, li sûkên navendî bi taybet ên Qamişlo û Hesekê deriyê dikanan dikşkenandin û dikan talan dikirin. Nirxên diziyên ku dikirin wê demê digihişt bi milyonan lîreyên sûrî. Ev yek bi dîmenan û wêneyan hatin belgekirin.

Bi destpêka şoreşa Sûriyê re, ku hikumeta Şamê tundî li dijî xwepêşandan di kar dianî, komên navborî "Dîfa Wetenî" cardin derketin pêş. Hikumeta Şamê bi gûrbûna şerê li dijî komên çekdar re, di 2012'an li bajarê Humisê milîs ava kirin û sazumaniya van milîsan li deverên cûda yên Sûriyê belav kirin.

Ev milîs destpêkê bi navê "Komîteyên Gel" hate avakirin. Lê di esas de ji nejadperest û şofonîstên partiya Baas'ê ya ji sala 1963'an ve Sûriyê hikum dike pêk tê. Milîsên behsa mijarê beriya ku di nav koman de werin birêxistinkirin rapor ên girêdayî tevgerên welatiyan û axaftinên wan ji saziyên ewlehiyê yên hikumetê re dişandin.

Bi demê re ev milîs taybetmendiyeke din girtin. Di vê çarçoveyê de şaxê ewlehiyê yên hikumeta Şamê bendên kontrolê yên taybet ji bo van milîsan li bajarê Sûriyê ava kirin, ku şênî ditirsandin û ne dihiştin ku beşdarî xwepêşandanên li dijî hikumetê bibin. Her wiha kesên dewlemend digirtin û li beramberî berdana wan fidiye ji malbatên wan dixwestin. Li aliyekî din jî milkên şêniyan talan dikirin û bi endamên şaxên ewlehiyê yên hikumetê re parve dikirin.

DESTEKDAYÎNA MADÎ Û ÎTÎRAFA FERMÎ

Endamên "Dîfa El-Wetenî" di sala 2013'an de veguherî hêzên nîv fermî. Nemaze piştî ku hikumeta Şamê desteka madî da wan û îtîraf pê kir. Bi vê yekê re ev milîsên erkên rêveberî û fermandariyê û navendên perwerdeyê girtin. Her wiha bûne xwedî mohreke fermî, şîar, al û bi cilekê yekbûyî tevdigerin û mehane mûcan digirin.

Di Adara 2012'an û Nîsana 2013'an de serokê hikumeta Şamê Beşar Esed ji bo girtiyan biryara efûyê derxist. Ev efû sûcdarên sûcên giran jî di nav xwe de girt. Ew sûcdar beriya ku werin berdan ji aliyê şaxên ewlehiyê yên hikumetê ve hatibûn amadekirin û peymanên tevlêbûna nava "Dîfa Wetenî" îmzekirin. Kesên ku peyman îmze kirin bi navê efûyê hatin berdan.

Di nav de kesê bi navê  "Ebdulqadir Hemo" hebû, ku piştre wekî berpirsê "Dîfa Wetenî" li Cizîrê hate erkedarkirin.

Endamên "Dîfa El-Wetenî" çek û mûce wergirtin û perspektîfên xwe ji şaxê ewlehî û partiyê yên hikumeta Şamê werdigirin. Ji ber ku endamên partiya Baas'ê ne û bi şofonîst û nejadperestiya xwe têne naskirin. Li beramberî vê hikumeta Şamê li herêmên di bin serweriya wan de hemû maf dane wan, bendên kontrolê ji wan re ava kirin ku milîsan sivîlan digirin û wan şantaj dikin da ku serweriya hikumeta Şamê vegerîne.

HIKUMETA ŞAMÊ ÇAWA DÎFA El-WETENÎ BI KAR TÎNE?

Hikumeta Şamê, endamê "Dîfa El-Wetenî" di pêkanîna komkujî, êrişan li ser welatiyan û tengavkirina wan de bi kar tînin, da ku berpirsyartiya van sûcan li ser xwe rake, ku di esas de bi berspektîfên wê têne kirin. Di heman demê de bi îdiayên ku ev sûc ne ji aliyê wê ve têne kirine, hewl dide rûyê xwe li pêşiya welatiyan spî bide xuyakirin.

Pirî caran, dewlet mîna van endam û çeteyan bi rêya şirîketên navndewletî mîna "Blackwater" ya amerîkî bi kar tîne da ku ajnîdeyên xwe pêk bîne. Şirîkata navbor li Iraqê gelek komkujî pêk anîn û dewletê îtîraf bi van komkujiyan nekir. Her wiha şirîketa "Wagner" a Rûsî ya ku ji 2014'an vir ve di cîhana Ereb de çalak e. Dîsa şirîekta "Sadat", ku li Tirkiyê hate damezirandin da ku sûcên ku rejîma Erdogan li dijî gelên li Tirkiyê û herêmên wekî Sûriye û Lîbya û  Qerebaxê kirine, binixumîne û ji berpirsiyariya li pêşberî qanûnê bireve.

Malpera "Global Security" dibêje: "Armanca hêzên rejîmê ji avakirina milîsên Dîfa Wetenî, ew e ku hêzên hikumetê ji berpirsyartiyên wê yên kiriyanên dijminane û sûcên ku pêk tîne, rake."

KOMKUJÎ

Milîsên "Dîfa Wetenî" li gelekê deverên Sûriyê komkujî pêk anîne û bi deh hezaran şênî koçber kirin. Ji komkujiyên ku pêk anîne:

-Komkujiya Iniz a bajarê Humisê, milîsên behnsa mijarê bi îdiayên mezhebî 50 sivîl revandin di Sibata 2012'an de qetil kirin. Şopên îşkenceyê li ser cenazeyê wê hebûn. Di heman mehê de jî li gundê Cober ê Humisê zêdetirî 150 sivîl qetil kirin ku di nav de zarok hebûn.

-Di Adara 2012'an li Kerem Zeytûn a bajarê Humisê derdora 40 sivîl qetil kir, di nav de jin û zarok hebûn û hin din jî şewitandin.

-Di meha Gulanê de û bi desteka fermandarê odeya çalakiyan a Hmisê  Hewaş Mihemed, milîşan êrişî başûrê gundê Teldo kirin. Êriş zêdetirî 3 saetan dewam kir, di encamê de 106 sivîl hatin kuştin, di nav de  50 zarok û hejmarek jin hebûn, hin ji wan bi kêran hatin serjêkirin.

-Di Hezîrana 2012'an de, milîsên "Dîfa Wetenî" êriş birin ser gundê Qibêr ê Hemayê û bê ser û ber li sivîlan reşandin. Piştre gelek mêr ji malên wan derxistin û ew bi kêran serjê kirin. Her wiha derdora 10 cenaze şewitandin. Di vê komkujiyê de qetilkirina 78 sivîlan hatin belgekirin. Li gel wê, milîsan derdora 37 cenaze bi xwe re birin, cenazeyên ku hatin şewitandin nehatin naskirin, heya niha ji gund 15 kes windayî ne. Jê kuştina 22 zarok hatin naskirin. Ji ber vê komkujiyê serokê dadgeha giştî ya bajarê Miherdê dadewer Telal Hoşan ku hate neçarkirin ku berpirsyartiya vî sûcê hilgire ser opozisyonê îstîfa kir.

-Di sala 2013'an de, hêzên hikumeta Şamê bi desteka milîsên "Dîfa Wetenî" girtin ser bajarê Senemeyîn ê Humisê û derdora 60 sivîl qetil kirin, hin bi kêran serjê kirin.

Ev beşek ji sûcên ku van milîsan pêk anîne, ji wê zêdetir sûcên dizî, talankirina malan dikin.

NAKOKIYÊN LI SER HÊZAN

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, di navbera milîsên "Dîfa Wetenî" yên girêdayî hikumeta Şamê û milîsên girêdayî Îranê û Feyleqa 5'an a girêdayî Rûsyayê de nakokî li ser herêman derket. Ev yek li parêzgeha Siweyda eşkere derket.

Her wiha li Siwêdayî nakokiyên mezin di navbera milîsên "Dîfa Wetenî" yên ku demên dawî pir nêzî Îranê bûn û hêzên Feylaqa 5'an a ku Rûsya desteka wê dike de, derketin.

Li bajarê Humis û hin deverên din, di navbera milîsên "Dîfa Wetenî" bi xwe de şer û nakokî derketin. Nakokî li ser fermandarên ku ji aliyê Rûsya yan Îranê ve têne erkedarkirin, an jî ser parvekirina diziyan bû.

Li herêmekê gelek navendên van koman hene, her navendek girêdayî şaxekî ji şaxê wekî îstîxbarata asîmanî, ewlehiya leşkerî û ewlehiya siyasî û navên wekî "Ensar Emin Esekerî, Siqûr Emin Esekerî" hwd.. li xwe dikin.

LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ

Li bajarên Hesekê û Qamişlo yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê baregehên milîsên "Dîfa Wetenî" hene. Li Hesekê Hesekê navendên wan li sêgoşeya ewlehî û herêmên di bin serwriya hêzên hikûmeta Şamê de hene. Li bajarê Qamişlo jî li taxa Tey, gudên Hamo, Tewarîc, Xirbet Emo, El-Texit, El-Demxiyie û Rihiya Reş, hene.

Di sala 2013`an de milîsên "Dîfa Wetenî" li herêma Cizîrê bi navê "Mûqeneyîn" dihatin naskirin. Endamên wê mask li xwe dikirin da ku ji aliyê şêniyan ve neyên naskirin. Tevgera wan li taxên Xiwêran, Ezîziye û Xezel ên bajarê Hesekê, taxa Hilko û taxa Tey yên bajarê Qamişlo hebû.

"Mûqeneyîn" an ku "Kesên serçav girtî" ji aliyê şêniyên Qamişlo û Hesekê bi navê çete dihatin naskirin. Ji ber wan şênî direvandin û li beramberî berdana wan fidye ji malbatên wan dixwestin. Ew pere jî bi efserên şaxê ewlehiyê yên hêzên hikûmetê re parve dikirin.

TEVLÎBÛNA NAVA DAIŞ'Ê

Di havîna 2015`an de dema çeteyên DAIŞ`ê êrişî bajarê Hesekê kir, mejiyê sereke yê Dîfa Wetenî ku ne zêdetirî 600 kesî bû, li taxa Neşwa li pişt nexweşxaneya zarokan bû. Dema bihîstin ku çeteyên DAIŞ`ê hatin, yekser girêdana xwe bi DAIŞ`ê re ragihand. Beşa din jî ku li taxa Ezîziye ya rojhilatê bajarê Hesekê bû bi çek û alavên ku hikûmeta Şamê radestî wan kiribû, tev li êrişa li ser bajrê bûn.

ERKA DÎFA WETENÎ PIŞTÎ TÊKBIRINA DAIŞ`Ê

Çeteyên Dîfa Wetenî fonên xwe yên mehane ji hêzên hikûmeta Şamê werdigrin. Destpêkê 40 hezar lîreyên Sûrî heta ku gihaşt 80 hezarî. Fermanên xwe ji şaxên leşkerî yên hikûmeta Şamê digirn da ku aramî û ewlehiya herêmê xira bikin. Vê yekê jî bi rêya teqandina bombe li nêzî dibisitan û di nava sûkan de pêk tînin.

Bi fermanên hêzên hikûmetê, ev komên çete li pey gelek şerê ku li bajarê Qamişlo û Hesekê derket. Ev yek jî bi rêya êrişên li ser bendên kontrolê yên hêzên Asayîşê pêk anîn. Armanca wê jî ku malbatên çeteyan ku piraniya wan ereb in li hember kurdan derxînin.

Hêzên Asyîşê gelek ji kesên ku bombe diteqandin girt û hat diyarkirin ku ew ji çeteyên Dîfa Wetenî ne. Ferman ji hêzên hikûmetê ji wan re dihat ku bombeyan biteqînin da ku aramiya li herêmê xira bikin.

Ew çete motorsiklêtan digrin, ser rûyê wan girtî ne. Bi awayekî tekane yan jî ji komeke ku ji 2 heta 5 kesan pêk tên tev digerin. Erka wan ku çavdêriyê, êriş û rêya revandinê peyda bikin.

HEMWEXTÎ ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK, ÊRIŞ BI RÊXISTIN DIKIRIN

Hemwextî ku dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser Eyn Îsa, Til Temir û Zirganê zêde kirine, agahî derketin ku serdaneke veşartî ya serokê MÎT'ê Hakan Fîdan ji Şamê re pêk hat û bi berpirsên hikumeta Şamê re civiya. Bi vê re hêzên hikumeta Şamê dest bi derxistina tevliheviyê li Qamişlo û Hesekê kir.

Di 25`ê Kanûna par de li bajarê Qamişlo tevlîheviyek derket piştî ku hêzên hikûmeta Şamê welatî bi hinceta ku ew xebatkarên Rêveberiya Xweser girt. Hinên din jî bi hinceta ku ew xebatkarên wê ne lê ew ji leşkeriya neçar re têne xwestin lê hevalbenda wê Rûsya destwerdan kir û tevlîhevî çareser kir.

Diyare ku planeke nû di odeyên leşkerî yên hikûmeta Şamê de bi bikaranîna navê milîsên Dîfa Wetenî li şûna navê hêzên hikûmeta Şamê hatiye amadekirin.

Girêdayî mijarê di 2`yê Çileyê 2021`an de endamekî milîsên Dîfa Wetenî bombeyeke destan avêt sûka bajarê Hesekê. Di encama wê de 2  sivîl şehîd bûn ji wan yek zarok bû û zêdetirî 20 kesan jî birîndar bûn.

Di 3`yê Çileyê 2021`an de hêzên hikûmetê endamekî hêzên Asyîşê û welatiyekî din girt.

Di 7`ê Çileyê de ji ber gulebarana milîsên Dîfa Wetenî li başûrê taxa Hilko ciwanek birîndar bû. Paşê operasyonên diziya malên welatiyên li taxa Hilko ya nêzî navenda Dîfa Wetenî, dûbare bûn.

Di 23`yê Çileyê de milîsên Dîfa Wetenî bendeke kontorlê ya hêzên Asyîşê li taxa Hilko ya başûrê bajarê Qamişlo gulebaran kir. Hêzên Asayîşê jî bersiva wê dan û gulebaran di navbera her du aliyan de derket.

Li gorî çavdêran, armanc ji van êrişên bê serûber, xirabkirina ewlehî û aramiya herêmê ye, da ku çapemeniya Baasê û çeteyên vê yekê di reşkirina rastiya aramiya herêmê de bi kar bînin.

(bx/bb)

ANHA