Pêkhateyên Dêrikê: Em ê hêzên parastinê bi tenê nehêlin

Pêkhateyên navçeya Dêrikê piştrast kirin ku hevgirtina wan bi hêzên leşkerî re, dê tevahiya planên dijmin têk bibe.

Pêkhateyên Dêrikê: Em ê hêzên parastinê bi tenê nehêlin
3 sibat, 2021   07:36
QAMIŞLO-ÎSAM EBDULLAH

Piştî gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêma Dêrikê a Bakur û Rojhilata Sûriyê û Şengalê, bertekên gel her ku diçe zêde dibin.  

Di vê çarçoveyê de pêkhateyên Dêrikê teqez kirin ku ew ê ji bo parastina herêmê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin.

Ji rêveberên Partiya Yekitiya Suryanî ya Dêrikê Êlîn Korkês got:" Em wekî gelê Suryanî bi pêkhateyên Kurd û Ereb re beşdarî damezrandina Rêveberiya Xweseriya bûn û rolek mezin di saziyên xizmetguzarî, civakî û leşkerî lîstin".

Êlîn Korkês da zanîn ku gefên dewleta Tirk li dijî navçeya Dêrikê ne ya yekemîn û ne jî ya dawîn in.

Endama Rêveberiya Kongreya Star li navçeya Dêrikê Şediye Yûsif jî diyar kir ku pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyê û bi taybet Dêrik dê li kêleka hêzên leşkerî li hember gefan bisekinin.

Mihemed Ebû Helewe ji pêkhateya Ereb, gefên dewleta Tirk li dijî Şengal û Dêrikê şermezar kir û got:" Êrişên dewleta Tirk her tiştî wêran dike, ji ber vê yekê jî em ê parastina bajarên xwe bikin û li hember planên ku aramî û aşîtiya herêmên me dikin hedef, li ber xwe bidin.

Endama Rêveberiya Şaredariya Gel a navçeya Dêrik Hesen Hemze jî da zanîn ku planên dewleta Tirk a dagirker ne tenê gelê kurd hedef digire, lê belê tevahî pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyê dike hedef.

Hemze wiha domand:" Em gav paş ve navêjên û em ê heta serkeftinê, li ber xwe bidin."

(dm)

ANHA