​​​​​​​Hunermend Mihemed Elî Şakir di çilrojiya wefata xwe de hate bîranîn

Hunermend û helbestvan Mihemed Elî Şakir di çilrojiya wefata xwe de li bajarê Qamişlo hate bîranîn.

2 sibat, 2021   18:39
QAMIŞLO

Bi boneya çilrojiya wefata hunermend û helbestvanê Kurd Mihemed Elî Şakir, Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê merasîmek li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo li dar xist.

Malbata hunermend, gelek hunermend, rewşenbîr, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û şêniyên bajarê Qamişlo di merasîmê bîranînê de amade bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin, hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Tehet Yûnis axivî, sersaxê ji malbata hunermend û hevalên wî re xwest. Her wiha behsa xebata wî ya hunerî kir û got: "Xebat û têkoşîna hunermend Mihemed Elî Şakir cihê serferaziyê ye, ji ber ku jiyana xwe xist xizmeta vejandin û parastina çand û hunera kurdî û bi berhemên xwe bû dengê gelê xwe."

Telet Yûnis anî ziman ku erka her rewşenbîr û hunermendekî ye ku xeta hunermend Mihemed Elî Şakir bişopîne û destkeftiyên şoreşa Rojava biparêzin.

Endamê komîteya amadekar a merasîmê Aram Cewad got: "Wesiyeta nemir Mihemed Elî Şakir parastina welat û pêkanîna yekitiya kurdî bû."

Birayê hunermend, Mihemed Ezîz Şakir jî spasiya saziya ku merasîmê bîranîna lidar xistiye kir û got: "Dirêjahiya 50 salî min û birayê xwe bi hev re kar kir û çûyîna wî barê min giran kir."

Keça hunermend, Şirîn Mihemed Şakir di bîranînê de axivî û got: "Ez bi bavê xwe û xebata wî serbilind im."

Piştî axaftinan belgefîlmeke li ser jiyana hunermend Mihemed Elî Şakir hate pêşandan.

Hevrê Şakir, Deham Ebdulhemîd  behsa hevaltiya xwe û nemir û xebata wî kir.

Piştre, helbestvan Anahîta Sîno helbest xwendin.

Di dawiyê de, hunermend Çîmen Hesen, Îmad Xelef, Sefqan Orkêş, Zoro Seyîd Yûsif û Mizgîn Tahir stranên Mihemed Elî Şakir gotin.

ANHA