Li Şedadê pêşangeha kelepora hate vekirin

Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Navçeya Şedadê pêşangehek alavên kevnare vekir.

Li Şedadê pêşangeha kelepora hate vekirin
Li Şedadê pêşangeha kelepora hate vekirin
Li Şedadê pêşangeha kelepora hate vekirin
Li Şedadê pêşangeha kelepora hate vekirin
Li Şedadê pêşangeha kelepora hate vekirin
Li Şedadê pêşangeha kelepora hate vekirin
28 kanûn, 2020   14:58
HESEKÊ

Bi armanca parastina kelepora ereban, Komîteya Çand û Hunerê ya Şedadê pêşngehek vekir. Di pêşangehê de alavên kevnare yên ji çaw hatiye çêkirin, rebabe û madeyên çêkirina wê, gelek şêweyên aywanên mêvandariyê ya ereban û madeyên metbexê hatin pêşandan.

Endamê Meclisa Navçeya Şedadê Mihemed El-Hîcab armanca vekirina vê pêşangehê diyar kir û got: "Me dît ku çanda ku bapîr û dapîrên me ber bi wendabûnê ve diçe. Ji bo vê yekê me ev pêşangeh vekir da ku çanda û kelepora xwe biparêzin."

Endama Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Navçeyê Sefaa El-Ezîz nêrîna xwe der barê vekirina pêşangehê de anî ziman û wiha got:"Her tim komîteya Çand û Huner parastina kelepora herêmê dike û pêşangehên bi vî rengî vedike."

Sefaa El-Ezîz got: "Wekî nifşên nû divê em alavên malan ên kevnare biparêzin ku çanda pîşeyên me ne. Ev jî serkeftina Komîteya Çand û Hunerê ye."

Çalakî bi stran û govendên erebî yên gelêrî bi dawî bû.

(eh)

ANHA