Komîteya Şaredariyan a Hesekê plansaziya 2021`an eşkere kir

Komîteya Şaredariyan û Hawîrdorê ya kantona Hesekê civîna xwe ya salane bi dayîn plansaziya 2021`an bi dawî kir.

Komîteya Şaredariyan a Hesekê plansaziya 2021`an eşkere kir
Komîteya Şaredariyan a Hesekê plansaziya 2021`an eşkere kir
Komîteya Şaredariyan a Hesekê plansaziya 2021`an eşkere kir
Komîteya Şaredariyan a Hesekê plansaziya 2021`an eşkere kir
28 kanûn, 2020   14:26
HESEKÊ

Komîteya Şaredariyan û Hawîrdorê ya kantona Hesekê ji bo nirxandina xebatên xwe yên sala 2020`an û dayîna plansaziya sala 2021`an, civîna xwe ya salane li hola Senabil a li bajarê Hesekê li dar xist.

200 delege, hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê Talet Yunis, hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî ya herêma Cizîrê Silêman Erebo, hevseroka Komîteya Şaredariyan û Hawîrdorê ya kantona Qamişlo Şermîn Şaqo û hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer El-Abdullah tev li civînê bûn.

27 şaredarî, jê 8 şaredariyên navçeyan û 19 yên bajarokan, tevî garaca giştî, gerînendeyên avê, veguhestinê, nivîsgeha barkirinê ya Hesekê, Dirbêsiyê û navçeya Zirganê girêdayî kantona Hesekê ne. Hejmara endaman îsal gihaşt 2 hezar û 221 endam.

Piştî deqeya rêzgirtin, ji bo birêvebirina civînê dîwanek ji 4 endaman hate avakirin. Piştre hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê Talet Yunis axivî û behsa geşedanên dawîn ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Yunis lidarxistina civînê li beşdarên civînê pîroz kir û destnîşan kir ku ji bilî berxwedanû parastinê tu rê li pêşiya gelên herêmê tune ye. Her wiha bêdengiya hêzên garantor a li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmê şermezar kirin.

Piştre hevseroka Komîteya Şaredariyan û Hawîrdorê ya kantona Hesekê Mecîde Emîn rapora xebatên sala 2020`an xwend. Her wiha sînevizyonek girêdayî xebatên Komîteya Şaredariyan û Hawîrdorê di tevahiya waran de hate pêşendan.

Di dawiya civînê de, komîteyê plansaziya sala 2021`an eşkere kir.

Plansazî wiha ye:

1- Bîrên li navçeya Zirganê û gundên girêdayî wê dê werin paqijkirin, projeya ronîkirina rêyên sereke û şaxî yên li navçeyê were avakirin, firinek were vekirin û rêyên hinek gundan werin restorekirin û torên avê werin nûkirin.

2-Pêxistina stasyona Ezîziye û peydakirina jêdereke din ji bilî stasyonê û xebitandina stasyona Xabûr.

3-Pêkanîna projeya Firatê û gihandina avê ji stasyonên Elwe û Ezîziyê re.

4-Berdewamkirina projeyên ragaran li tevahiya navçeyan bi taybet li navçeya Til Temirê ya ku ji ber şertên ewlehiyê rawestîn.

5-Çandina daran li deriyê ketina bajarê Hesekê ji aliyê parêzgeha Dêrazorê û ser aliyên çemê Xabûr.

6-Pêkanîna projeyan bi navê Nivîsgeha Jinan (werşeya dirûtinê li Hesekê û Şedadê, Baxçeya Zarokan li Şedadê).

(şx)

ANHA