Dewleta Tirk a dagirker nuqteyeke nû li Idlibê ava kir

Dewleta Tirk a dagirker li Idlibê li nêzî rêya M5 nuqteyeke nû ava kir. Li aliyekî din hêzên hikumeta Şamê ҫiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê topbaran kir. Di heman demê de balafirên Rusyayê 2 derbeyên asîmanî li dijî ҫiyayê Ekrad ê li bakurê Laziqiyê pêk anîn.

Dewleta Tirk a dagirker nuqteyeke nû li Idlibê ava kir
28 kanûn, 2020   15:05
 NAVENDA NÛҪEYAN

Li gorî Navenda Ҫavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR)ˏ dewleta Tirk a dagirker dest bi avakirina nuqteyeke leşkerî ya nû li gundê Kedora yê li başûr rojhilatê Idlibê kir, ev gund wek deriya Cebel Erbiyîn li gundewarên Idlibê ye û bi ser Kefer Betîx û Dadîx ên li ser rêya Şam-Helebê ya M5 dikevin.

Hêzên hikumeta Şamê herêmên Fetêra, Bara û Filêfil ên çiyayê Zawiyê yên li gundewarên başûrê Idlibê, San li gundewarên rojhilatê Idlibê topbaran kirin. Di gel wê jî balafirên keşfê yên Rûsyayê li asîmana herêmê û Sehil El-Xab ê bakurê rojavayê Hemayê, çiyayê Ekrad ê bakurê Laziqiyê geriyan. Di heman demê de jî balafirên Rûsyayê du derbe li derdora Kebanê yê li çiyayê Ekrad pêk anîn.

Li gorî SOHR'ê duh, hêzên hikumeta Şamê bajarok û gundewarên çiyayê Zawiyê bi dijwarî topbaran kirin, li aliyekî din jî herêmên Fitêre, Sifohin, Bara û Filêfil ên li başûrê Idlibê bi zêdetirî 130 moşekan topbaran kirin.

Li gorî SOHR'ê bi avakirina nuqteya nû re, hejmara nuqteyên dewleta Tirk ên li "Herêmên bêçek" gihaşt 75 nuqteyan; ( Selwa, keleha Seman, Şêx Eqîl, Til Îsa, Til Toqan, Serman, çiyayê Enedan, Zeytûne, Raşdîn Başûr, Şêr Mexar û Iştebreq), li gel wê jî hin nuqte hatin nûkirin:

(Enedan, Raşdîn û Mear Hetat) û nuqteyên li ( Seraqib, Ternebê, Nêreb, Mexîr, Qemînas, Sermîn, Balafirgeha Teftenaz, Meret Neisan, Meret Mesrîn, Cîne, Keferkermîn, Tewamê, Foca 111 û baregeha Mestoma, Termanîn, Etarêb, Darazê, Berdeqlî, Nehliya, Meetrem, Besnequl, Nebî Eyûb, Bezabor, Batbo, Kefer Nûran, Ebzemo, Ram Hemdan, Mişêrfê, Til Xetab, Bedama, Naciyê, Ziêniye, Xesaniye, Dêr Sinbul, Kifêr, Bara, Bernas, Bedama, Erîha, Cenet Qura, Besams, Til Nebî Eyûb, Qiyasat, nêzî Besinqul, Maratê, Meriyan, Munezêf, Mehembel û Til Erqem, Qoqefîn, Riwêhe, Kensefra û Kedora).

(dm)