Di hemleya dorpêçkirina Îranê de; sûîqest û nêzîkbûna dewletan

Rojnameger û nivîskar Fehîm Taştekîn diyar kir ku şerekî aşkera di navbera Îran û Îsraîlê de heye, heçî Amerîka ye, stratejiya xwe li ser sivikxistin û tengavkirina Îranê dimeşîne û got piştî Jeo Biden bê ser desthilatê, êdî DYA dê siyaseta ço û lêdanê dijî Îranê bixe dewrê. 

Di hemleya dorpêçkirina Îranê de; sûîqest û nêzîkbûna dewletan
11 kanûn, 2020   06:07
NAVENDA NÛÇEYAN - CÎHAN BÎLGÎN

Fehîm Taştekîn suîqesta Muhsîn Fexrîzade, armancgirtina zanyarên naskirî yên Îranê bi destê Îsraîlê, nirxand û bal kişand ser hemleyên tengavkirina Îranê û got armanca van kirinan ew e ku hem şerê bi Îranê re zelaltir nîşanî raya giştî bidin û hem jî bernameya pêşxistina nukleerê ya Îranê bide rawestandin.

Taştekîn bal kişand ser helwesta Îranê û aşkere kir ku Îran vê gavê li dijî van hemleyan tu bersivan nade, çimkî Îran li benda hatina Biden e, heçî Biden e, ew ê berê gizêrê nîşan bide paşê çoyê xwe bihejîne.

Taştekîn rewşa Tirkiyê jî nirxand û got Tirkiye li Iraqê tûk çûye, li Sûriyê bi tevayî bûye parçeyek ji şer û niha li dijî Îranê jî didanên xwe disikirîne û wiha got: “Van şeran tevan, li gel destwerdanan, talankarîyan, stratejiyên xelet ên li ser bingeha alîgiriyê êdî hemû kartên di destê wê de pûç kirine û divê niha bi awayekî xwe bide hev.” 

Wezîrê parastinê yê Îranê Emîr Xatemî, 27’ê Mijdarê ragihandibû ku Îsraîlê zanyarê bernameya nukleerî ya Îranê Muhsîn Fexrîzade di vegera serdana Tehranê de di encama suîqestekê de kuştiye. Ev demek e li Îranê suîqest têne kirin û kesên naskirî dibin armanca van kuştinan, tu vê yekê çawa dinirxînî?

Ji mêj ve ye di navbera Îran û Îsraîlê de pirsgirêkeke mezin heye. Esas her du welat di şerekî neragihandî de ne. Em bandora vî şerî di eniyên ji Iraqê bigire heta Sûriyê, ji Lubnanê heta Filistînê dibînin. Dema van kiryaran girîng e. Niha Trump li ser xatirxwestinê ye. Di vê demê de tê xwestin ku siyaseta Trump a jihevxistina Îranê bê domandin. Çimkî Biden, nêzikbûneke nermtir dide ber xwe. Berî her tiştî ew dixwaze dîsa vegere bernameya nukleerê û peymana der barê nukleerê de nû bike. Trump, peymana bi Koma 5+1 re pêk hatî, hilweşandibû. Lewra jî ew dixwaze bi awayekî aloziyê peyda bike da ku ji bo vegera li bernameya nukleerî şert û merc çênebin. Ev jî maye ser helwesta Îranê, heke Îran bersiveke van suîqestan bide êdî Joe Biden dê bi hêsanî nekare plana xwe ya pêşxistina helwesta nerm a bi Îranê re bi pêş bixe. Biden dê nekare di vî warî de tu gavan biavêje. Esas, ev pêşketin ji aliyê her kesî ve wisa hate xwendin. Îraniyan jî ev helwest wisa xwend, heta kesayetên naskirî yên Amerîkayê jî ev suîqest wisa şîrove kir. Bo nimûne, serokê berê yê CIA’yê, her wiha yek ji namzetên serokatiya Amerîkayê Bernie Sanders û hwd ev kiryara pîjkirin û tevdanê nirxandin û rexne lê girtin. Ev girîng bû, çimkî cara pêşîn e ji eniya Amerîkayê ve li dijî êrişeke ser Îranê de nerazîbûneke mezin tê. Dibe ku her kes serwext bûye ku ev hemle bi mebesta hilweşandina dîplomasiyê hatiye kirin. Ji ber vê yekê dema vê kiryarê gelekî girîng bû û gelek bal kişand ser xwe.        

‘TRUMP PIŞTEVANIYA HEMÛ KIRYARÊN ÎSRAÎLÊ DIKE’

Bêguman Îsraîlê berî niha jî zanyarên nukleerî kirine armanc. Armaca wê ji van kirinan ew e ku hem şerê xwe yê bi Îranê re bêhtir bîne pêş çavan, hem jî nehêle bernameya dewlemendkirina nukleerê biçe serî. Ji bilî vê di van demên dawîn de çalakiyên sabotajê jî zêde kirine. Trump, van kiryarên Îsraîlê tevan piştgirî lê kir û ew parastin û xuya ye berî Trump biçe Îsraîl dixwaze van kiryarên xwe zêdetir bike.

Bi van suîqestan peyamake çawa didin Îranê? Ji niha û pê de dê berteka Îranê çawa be?

Bêguman rewşa Îranê dijwar e. Îran bi tena serê xwe li gelek deveran çalak e û blokek heye, ne bi tenê Îsraîl e, Îsraîl bi blokekê re tev digere. Em dizanin ku ji vê blokê dem bi dem bertek derdikevin û çalakiyên tolhildanê plan dike. Em tenê wek Îsraîl nefikirin.

Di navbera Îsraîl û welatên Yekitiya Ewropayê (YE) de pêvajoyeke normalîzekirinê heye. Di vê pêvajoyê de, bêguman, Erebistana Siûdî û Îmarat li rex Îsraîlê ne. Di heman demê de di hereketa dorpêçê ya li dijî Îranê de li ser zemîneke hevpar civiyan. Wan hevkariya herî xurt di serdema Trump de pêk anî. Îran jixwe bi hêzên xwe yên wekîl re li Sûriyê di nav şerekî de ye û Îsraîlê li vir gelek caran Îran kir armanc. Îranê li vê derê pir bersiv neda. Ger Hizbullah hedef hatiye girtin, ji ber ku Hizbullahê çend caran bersiv daye. Qabîliyeta Hizbullahê ya bersivdayînê ji Îsraîlê re jî astengiyek çêkir û Îsraîl wekî berê rasterast Lubnanê nake hedef û jê dûr nakeve. Ji ber ku Hizbullahê hema hema hemû tolhildan pêk anîn.

Îran li van deveran bersivê nade, ji bo ku destkeftiyên li Sûriyê yan rewşa Hizbullaha Lubnanê zêde metirsîdar nebe. Lê gelek çalakiyên sabotajê li dijî tankeran hatine kirin, herî kêm 3 êriş li ser navendên Aramcoyê pêk hatin û Îran rasterast vê yekê nake û ne jî dibêje min kir, lê Hûsî bi hevalbendiya herêmî re li Yemen û Erebistana Siûdî şer dikin û em dibînin ku tolhildan bi rêya Hûsiyan çêdibe. Li Iraqê bi destê hêzên Heşdî Şabî li dijî hêzên Amerîkayê êrişên bi roketan pêk hatin.

‘ÎRAN BİI BALDARÎ TEV DIGERE’

Îran niha bêtir baldar e ku Biden nexe zorê û ew vê yekê dibîne. Tê gotin ku fermandarê nû yê Hêzên Qudsê, Îsmaîl Kaanî çûye Bexdayê û ji rêberên Heşdî Şabî xwestiye ku heya Biden cihê xwe negire, tu çalakî li dijî hêzên Amerîkayê nekin. Îranî bi van stratejiyan pir hişyar in. Lê belê, wekî li hember tolhildana kuştina Qasim Suleymanî, dema ku hewce be, ew dikarin bi moşekên balîstîk çalakiyan bikin. Wan nêzîkî 50 moşek avêtin baregehên Amerîkayê û 109 leşkerên Amerîkayê birîndar bûn. Ev ne tiştekî kêm e. Bêguman, Îran ji ber xistina balafira Ukraynayê di rewşeke pir xirab de ye, lê dibe ku Îran zû û tavilê bertekê nîşan nede. Lê ez bawer nakim ku ew ê vê yekê zû ji bîr bikin, dibe ku ew li deverên cuda bertekan nîşan bidin.

Di Middle East Eye de îdiayek hebû; di cih de piştî êrişê, Îranê rasterast bang li mîrê Îmaratê Mihemed bîn Zayed kir û diyar kir ku ew ê sûcê vê êrişê biavêjin ser wan. Ev nîşan dide ku Îran xwedî nêrîneke giştî ye. Mesela leşkerên Amerîkayê dikarin li Efganistanê hin kesan bikin armanc. Îdiayeke wisa berê hatibû kirin, lê li ser wê pir nesekinîn. Helîkoptera Amerîkayê hatibû xistin, hate îdiakirin ku ew tolhildana Îranê ye. Lê dûre her du aliyan jî ev yek nekir rojev. Dema ku her du alî bê deng bin, dibe ku lihevkirineke hevbeş çêbûbe.

Îranê balafireke bêpîlot a Amerîkayê xistibû ku ev bû sedema windahiyeke mezin a prestîjê ji bo Amerîkayê. Lê belê Trump got em hema wisa li we nexin, em operasyonekê bikin ku zêde we neêşîne, ji me re cihekî nîşan bidin û em jî li wê derê bidin; Trump bazareke wiha kiribû û bi wî awayî tol hildabû. Ew welat bi vî rengî dixebitin.

‘TRUMP JI BO KU ŞERÊN BÊDAWÎ BIQEDÎNE, ÎRAN DANÎ ALİYEKÎ CUDA’

Rojnameger dibêjin ev yek peyameke şer e ji Îranê re beriya ku Trump peywira xwe dewrî Biden bike. Li gorî we çawa ye?

Li şûna destpêkirina şerekî rasterast, ez difikirim ku ew stratejiyeke tengavkirinê dişopînin da ku mekanîzmayên zexta siyasî domdar bikin û vê rewşa tengasiyê ya ku dê Îranê bixe û rûreş bike. Daxuyaniya vê dawiyê ya Trump ji Mike Pompeo re ya heya 20’ê Çileyê ya 'Hûn dikarin biçin heya ku hûn biçin Îranê bêyî destpêkirina şer' xala hestiyar e, ew dibêjin, 'Tu şerê cîhanê yê nû tune ye, lê hûn dikarin her cure kiryarên ku dê zirarê bidin Îranê, bikin. Îran jî nêzîkatiyeke bi vî rengî dike. Amerîka û Îran li gelek deveran li hev dixin, lê ew jî hesas in ku pêşî li şerekî topyekûn bigirin. Destpêkirina şer bi rastî berevajî stratejiya giştî ya Trump e. Ji ber ku Trump qala paşvekişîna ji şeran dike, şerên bêdawî diqedîne, lê wan Îran xist cihekî cuda. Wan li ser Îranê bi Îsraîlê re polîtîkayeke hevahengiya herî zêde pejirand. Îsraîlê dixwest Amerîka şerekî bide destpêkirin, lê divê em vê yekê jî bibînin ku di aliyê Amerîkayê de hesasiyetek cuda heye ku nebe amûrek an jî bi provokasyonên Îsraîlê neyê xapandin. Ez nafikirim ku şerekî giştî çêbe. Wan tenê hilweşîna aboriya Îranê da pêşiya xwe. Bêguman, Îran jî test kirin.

Di dema Trump de têkiliyên Amerîkayê yên Îranê re gelekî xirab bûn. Hatina Biden dê bandoreke çawa li wan têkiliyan bike?

Ez ne li bendê me ku di polîtîkayên der barê Îranê de guhertinên pir radîkal çêbin. Bi rastî, Îranî jî vê yekê pir hêvî nakin. Lê ew ê di awayê xebata siyasetê de hinekî sofîstîketir bibe. Ji ber vê yekê jî Biden ewilî dê gizêrê nîşa bide, paşê dê çov were. Ev taktîk e. Wekî din, Amerîka têkliyên nû bi Îranê re çênake. Biden bi vî rengî tev digere; ger siyaseta tengavkirinê were domandin, dê têkilî qut bibin û bûyerên nexwestî çêbin. Wê demê jî Îran dikare bernameya çekên nukleerî ku ji hêla CİA'yê ve di sala 2003'an de hate piştrastkirin, ji nû e vegerîne û di demeke pir kurt de bombeya nukleer çêke. Ev hevsengiyek nû ya dehşetê diafirîne. Dibe ku Erebistana Siûdî û welatên din tavilê ji bo çekên nukleerê pêşbaziyê bikin. Gava ku li Rojhilata Navîn çend hêzên nukleer çêbin, efsaneya Îsraîlê tê şikestin. Ev ji bo Amerîkayê ne baş e. Ji ber vê yekê Îsraîl xwediyê çekên nukleerî ye û kes qala wê nake.

 ‘DIBE KU JI BO KONTROLKIRINA ÎRANÊ MUZAKEREYAN BIKIN’

Bombeyên nukleerî di Şerê Duyemîn ê Cîhan de faktora bingehîn a sazkirina nîzama cîhanê bûn. Ev pergal hîn jî berdewam dike. Versiyoneke piçûktir a vê dê li Rojhilata Navîn rabe. Biden bêguman dê di hin waran de li şûna ku bi vî rengî bimeşe, pirsgirêkên cidî bi Îranê re bidomîne, lê bi rengekî ew ê siyaseta ku bernameya nukleerê ya Îranê radiwestîne, wekî awayê herî baş bibîne. Ev nêzîkatiya giştî ya Demokratan e. Wan ev di dema Obama de kir.

Peymana nukleerê di sala 2015'an de hatibû îmzekirin. Bi rastî, ev rêkeftinê "serbilindiya neteweyî" ya Îranê derbe kir. Ji ber ku hema hema hemû welatên ku bi Îranê re bernameya nukleerî daniye bûn xwedî çekên nukleerî. Niha îdiayeke wisa ya Îranê tune ye. Bi vê peymanê, tenê ji sedî 3.5 dewlemendkirina hewce tê destûrkirin. Li aliyê din, Îran armanc dike ku ji sedî 20'ê dewlemend bike. Ew vê yekê xeternak dibînin. Gava ku ket binê wê, îranê ew li dijî berjewendî û serbilindiya xwe ya neteweyî dît. Lê, Îranê ev yek qebûl kir, ku ji bo Amerîkiyan pir girîng bû. Îranê peymana nukleerê bi tevahî ji Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî re vekir, lê Îsraîlê venake. Îranê protokola pêvek ku destûra kontrolê tavilê dide, qebûl kir. Belkî Biden li ser vê yekê xemsar nîn e.

Heke bi ser Îranê de herin, dibe ku ew protokolê bavêje, di vê rewşê de dê tu kes nekare rewşê kontrol bike û tu kes dê nebîne ka ew çi dike. Ev ji bo Amerîka û hevkarên wê ne baş e. Wan nekaribû Îranê bi cezayan kontrol bikin. Demokrat dê bi vî rengî biceribînin, bi ramana ku dan û standin ewletir bibin da ku Îran li rex wan bimîne. Bi rastî, heke ew rêyeke wisa bigirin, dibe ku hin aloziyên li herêmê kêm bibin. Îran bi Erebistana Siûdî û Îmararatê re di nava aloziyeke ne hewe de ye. Dibe ku ev alozî hinekî kêm bibe. Dibe ku mirov bibîne ku di çareseriya qeyranên siyasî yên li Sûriye û İraqê de bandorên erênî yên vê yekê hene.

Erdogan di daxuyaniyên xwe de got berê Tirkiyê li Ewropayê ye û dixwazin bi welatên Rojava re bibin yek. Çima Erdogan hewcedarî bi daxuyaniyeke wiha dît?

Têkiliyên Tirkiye-Îranê bi pîvaneke xwedî îstikrar in. Lê belê Tirkiye û Îran du hêzên hevrik in li herêmê. Di vê hevrikiyê de pozîsyona Tirkiyê her tim ji hêla Amerîka û welatên Rojava ve bi erênî hate pêşwazîkirin û wan xwest ev helwest bi bandor be. Ev helwest li Sûriye û İraqê jî girîng tê dîtin. Di eniyeke li dijî Îranê de wekî welatên NATO’yê yên ku hatin pêşiya Tirkiyê her tim dixebite. Bi rastî Erdogan ev lîstik pir xweş lîst. Bi gotineke din, hem li İraqê û hem jî li Sûriyê, ew rastî gelek serpêhatiyên ku dê Îranê asteng bike û bi kêrî Rojava bibe hat. Di van demên dawîn de têkiliya wan û welatên Rojava baş neçû. Li Sûriyê, hesabên Erdogan encam nedan. Li rojhilatê Deryaya Spî eniyên cuda çêbûn. Şerê Kurdan ê li dijî DAİŞ’ê û hevkariya di navbera Kurdan û Amerîkayê de hemû hesabên Enqereyê serobino kirin. Ev jî bû sedem ku aloziyên têkiliyên Tirkiyê yên bi Ewropa û Amerîkayê re xirab bibin.

‘JI BO KU TÊKILIYÊN XWE BI AMERÎKAYÊ RE BAŞ BIKE, BI SER ÎRANÊ DE DIÇE’

Tirkiye ber bi dîktatoriyê ve çû. Pêvajoya YE'yê bi tevahî sekiniye. Di vê rewşê de, Tirkiye girîngiya xwe ya stratejîk ji bo her du hevkaran û her wiha Îran û Rûsyayê ji bo ku bandorê li ser biryargirtina wan bike, platformeke cuda ava kir. Wî hewl da ku bi vê yekê encamê jê derxe. Di platforma Astanayê, pêvajoya Soçiyê yan Moskovê de li Tirkiye û Îran tu çare tune ne ku ji hev bawer bikin. Gava ku min hin hevdîtin bi rayedarên Îranê re kirin, wan digot qey hikumeta ku wan di dîroka nûjen a her du welatan de ya herî dijwar û xeternak dît, hikumeta AKP'ê ye. Ev neguheriye. Dibe ku Erdogan li dijî Îranê hinekî din diranên xwe nîşan bide da ku têkiliyên bi Amerîkayê re baştir bike. An jî em çaxê ku lêgerîna nermbûna bi YE'yê re berdewam dike, em ji nêzîk ve li berjewendiyên wan ên li Rojhilata Navîn bêjin. Bo nimûne; wisa dixuye ku dê di siyaseta heyî ya der heqê Kurdan de biguhere. Ev hinekî bi siyaseta navxweyî ve têkildar e. Dema ku Erdogan bi MHP û dewletê bi xwe re di tifaqek tam de ye, di dosyayê de der barê Kurdan de tu guherîn tune ne. Dema ku ev pêk neyê, siyaseta İraq û Sûriye hîn jî di bin dorpêçekê de ye û em dibînin ku hin alozî û hevrikî dê li wir berdewam bikin

‘TIRKIYE LI PÊŞBERÎ PROBLEMEKE TOPYEKÛN E’

Ev nermbûna Tirkiyê hineî bi aboriyê ve jî têkildar e. Aboriya Tirkiyê baş naçe, tedbîrên hatine girtin bi tu awayî baweriyê bi sûkê naynin. Me bi YE’yê re minaqeşeyek tune ku qanûna Tirkiyê, yek ji aramiya aboriya Tirkiyê ye ku garantiyan ji holê radike, girtina wê dijwar e. Pirsgirêk pir mezin e, ji ber vê yekê tenê lihevhatina bi Amerîkayê yan Angela Merkel re wateyeke pir girîng nade. Tirkiye bi tevahî bi pirsgirêkek din re rû bi rû ma. Ji ber vê yekê destpêkeke nû hewce ye û em vê destpêkê niha nabînin. Ew jixwe mesajên nerm didin Biden da ku xerabtir nebe. Gava têkiliyên bi DewlAmerîkayê re hinekî rehet bibin, ev dikare di YE de were xuya kirin. Têkiliyên Tirkiye û YE’yê her gav li gorî têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê bûn.

Qeter û Erebistana Siûdî dixwazin nêzî Îsraîl û Îmaratê bibin, Tirkiye jî dixwaze nêzî welatên Rojava bibe; ev yek dê bandoreke çawa li hevsengiyên heyî bike?

Welatên ku têkiliyên wan bi Qeterê re ne baş in, ev yek dît; ev alozî dihêle ku Tirkiye li herêmê pozîsyoneke leşkerî bigire. Bo nimûne; baregeheke Tirkan li Qeterê hate çêkirin. Dîtin ku hevrikiya li dijî Qeterê gefa Tirkiyê mezintir dike. Rêveberiya Amerîkayê jî dixwaze aloziya di navbera van hevkaran de di zûtirîn demê de biqede. Ji ber ku Amerîka ji vê tengezariyê sûdê werdigire. Wî çek firotin her du aliyan û ew naxwazin ku ev tengezarî êdî dom bike. Qeterê Tirkiya da cem xwe û lîstika xwe li Lîbya, Misir, Sûriye û hwd domand. Ev jî niha ji bo welatên din xetere ye. Loma ji bo wan girîng e ku niha bi Qatarê re li hev werin. Lê şertekî vê lihevkirinê heye; girtina baregha Tirkan. Qeter naxwaze vê baregehê niha bigire. Hevkariyên girîng ên bi Tirkiyê re hatine sazkirin û ji nişka ve nikare pişta xwe bide Tirkiyê. Divê Amerîka di vê mijarê de her du aliyan îqna bike. Sînyalên erênî ji hevdîtinên dawîn hatin.

Heke li Kendavê şer biqede, bêguman dê Tirkiye li herêmê hinekî bi paş bikeve, ji ber ku ji wan tevliheviyan gelekî sûd wergirt. Helbet Tirkiyê jî ev yek dît û fehm kir ku dê bi Biden re têkiliyên anormal ên li vê herêmê dîsa vegerin halê xwe yê berê. Lewma li firsendan digerin ku bi Erebistana Siûdî re têkiliyên xwe nerm bikin. Tirkiye jî hewl dide bêyî ku bibêje “Ma hûn çawa bi Qeterê re li hev tên?” hinekî xwe daxilî rewşê bike. Ji ber ku her kes lîmîta xwe dizane. Her kesî dît di ser welatekî biçûk ê wekî Qeterê re dê qiyametê ranekin. Lewma jî pir bertek nîşan nedan, helwesteke pragmatîk nîşan dan. Di meseleya Xaşikçî de jî her çend têkiliyên her du welatan gelekî aloz bûn jî, Erdogan her tim qral cuda dît û jê re hurmet nîşan da. Her tişt ji Mihemed bîn Selman re got lê ji cenabê qral re devê xwe venekir. Ev stratejiya Tirkiyê ya li hemberî Erebistanê ji berê ve pir girîng e û qet naguhere.

‘DIXWAZIN VEGERIN LÊ GELEK ŞAŞÎ KIRIN’

Ger ev alozî li Kendavê berdewam bikin, nemaze Îmarat li derveyî Kendavê, li deverên ku berjewendiyên Misir û Tirkiyê lê hene, hewl didin bikevin wan deveran. Yanî heke hûn li derve gelek lîstikan bilîzin, yên ku ji vê yekê zirar dîbinîn jî dê li derdora we dest bi lîstinê bikin. Ew hemû bi hev ve girêdayî ne. Bo nimûne, YE’yê helwesteke nêzî Kurdan nîşan da. Misirê deriyên xwe ji Kurdan re vekirine. Di şerê enerjiyê yê li Rojhilata Navîn de, wan hemûyan bi Yewnanistanê re dest bi tevgera hevpar kir. Ev tev jî bi kêrî Tirkiyê nehatin. Ew dixwazin vegerin, lê wan gelek xeletî kirin. Ew normalbûnê dixwazin, lê ew dixwazin vê yekê bi sûdwergirtina herî zêde ji tengezariya heyî bikin. Ew bi tevahî piştgiriyê didin eniyên dijber ên li Lîbyayê. Ew jî çareseriyekê çênake, li Sûriyê tu tevgerê nakin, her wiha li İraqê jî Tirkiye bi tevahî têk çû. Leşkerên xwe dişîne qadê, baregehan saz dike û hewl dide Bexdayê bikişîne ser xeta xwe.

Li Iraqê hem di warê sosyolîk de û hem jî di warê siyasî de winda kir. Ew bi tevahî bûye beşek ji şerê li Sûriyê. Li Lîbyayê jî dike winda bike. Van stratejiyên wan ên destwerdan, têkbirin, şer û alîgiriyê êdî sînorên xwe derbas kirin û divê êdî hinekî bi ser hev de bînin. Ez dibêjim ku wan jî ev yek fehm kiriye, û serê wan jî pir tevlihev e bê ka dê çawa vê yekê bikin.

ANHA